mibḧis alxiwarq

Li pirtûka:
Eqîdey Merziye
Berhema:
Mewlewî (1806-1882)
 3 Xulek  499 Dîtin
xewarîq şeşin, te’dadî bikem
îrhas, mu’cîze, keramet sêyem
me’ûne çarem, îhane pencem
îstîdrac mage ewîçe şeşem
beḧsî eqsaman gişt melalete
metłeb mu’cîze ya keramete
şerḧî mahîyet kirya bo herdû
le be’zê efrad keramet bidû
wek teykirdinî mesafey tewîl
le zemanêkî kotada û qelîl
zuhûrî lîbas te’am û şerab
wextî zirûret ḧacet be esbab
«tîran fî alhiwa û mişî fî almaErebî»
her wekû kelam cemad û ’ecma
wek zîkirî qelbî bel ecza’î gişt,
bel masîwa’î ’alem dewr û pişt
be lefzî fesîḧ serîḧ aşkar
bo ehlî sefay «siltan alٲzikarErebî»
le «medîneCih»we û cê leser mînber
ceyş le «nehawend» řu’yet bo «’umer»
sem’î «sarye» bo xîtabî ew
cereyanî «nîl» be kîtabî ew
wek şurbî «xalîd» sem we bê zerer
emsalî eme nayête defter
şuhretî zuhûr keramat çûge
nizîk be zuhûr mu’cîzat bûge
çe ’eceb înkar ehlî nefsanî
xoy neybû toyçî her wek xoy zanî?!
lew şexse zuhûr keşif û keramat
muştebîh nawê degeł mu’cîzat
nebî û welî ferqyan newê
ya xeyr enbya weq’yan newê
welî key de’way nubuwetî kird?
ya îstîqlalî key le dił awird?
ew zuhûre er mulaḧeze key
mu’cîzeş nîsbet be řesûlî xoy;
ew řesûle çend bułend mertebes
le ummetîda şexsêkî wa hes?
axir yekêke le ummetî ew
tabî’î eḧkam şerî’etî ew
bo ew şexsîçe fezlî celîye
zahîr dewê pêy eme welîye
eger bêt bika de’way îstîqlal,
muttebî’ newê, kewtige zelal,
keşif û keramat binê ewlayê,
boy wîlayetîç hergîz boy nayê
«walḧasilErebî» emrî xarîq bo ’adet,
be nîsbet ebał saḧîb nubuwet
mu’cîzes, aya le xoy ka zuhûr
ya le ummetî yekê bew destûr
be nîsbet ebał welî keramet
nîye legełî de’way nubuwet
beł wîlayetîç îddî’a naka
îzharî xarîq temenna naka
bełkû welî hes, hîç şubhey nîye
xoyçî nazanê ke xoy welîye
«yi’irfunhErebî» nek bo ewane
«la yi’irfuhumErebî» lîbasyane
bo wadî «twîErebî» bê ne’leyn deřon
çî pê ken keşfî kewnî kefşekon?
be şer’î lelay ehlî dîrayet
keramat nîye şertî wîlayet
şertî pakîye le gişt ředîye
îttîba’î şer’ muḧemmedîye