mibḧis alḧisin û alqibiḧ

Li pirtûka:
Eqîdey Merziye
Berhema:
Mewlewî (1806-1882)
 2 Xulek  583 Dîtin
ber le wirûdî şer’î muşeřřef
ḧusin û qubḧî fî’il şexsî mukellef
ke eme sebeb mediḧ û sewabe
ewyane sebeb zem û ’îqabe
ew ḧusin û qubḧe nazanye û nîye
şer’e musbît û mubeyînîye
ewe er gêřay ḧesen be qebîḧ
qubûłkirdinî wacbe serîḧ
hergah ḧusin û qubiḧ bew me’na wête
’eqił bê ’eqłe têyeda şête
ẍeyrî ḧeq nîye ḧakim lewêda
nek her lewêda beł le gişt cêda
her çilonê ḧukim her ḧukmî ewye
ḧukmî kesîçî beserda nîye
deşê wacb gêř leser ḧeq kê wê
wicûb manay çî?! biłê gwêm lê wê
wacb nîye hîç leser ḧeq yeqîn
ne çiştî esłeḧ bo dinya ya dîn
ne lutif ew çişte ke dûr xatewe
le gunah be ta’et nizîk katewe
ne ’îwez leser derd û azaran
ne ecir û sewab ta’et guzaran
ne zecir û ’îqab fîrqey ’asîyan
ne hîç kamî tir le baqîy eşyan
ḧetta boy heye ’ezab da mutî’
sewab teslîm ka be ’asî û şenî’
azar da etfal ḧeywanî bê wey;
memlûk be malîk dełê: çî dekey?!
beł er sewab da be ta’et fezle
eger ’îqab da be ’îsyan ’edle
«û balatfaqErebî» le hemû layê
xîlaf le we’dey xudada nayê
«û wi’îduhu balu’d mulḧeqErebî
likin zilîkim lidî ahil aliḧqErebî»
îḧtîmal heye ayatî we’îd
meḧmûl win hemû le înşay tehdîd
şe’in û ḧałatî bê ḧed şerefnak
le nîsbet be ḧał mexlûq pak û çak
«yehdî û yuzîlّ, yixfez û yirfe’Erebî
yu’îzّû, yuzîlّû, yu’tî û yemne’Erebî»
demê cemalî, demê celalî
meşẍûłî naka em ḧał lew ḧałî
xuda be îḧsan, be mîhrebanî
be quwey qudsî û cezbî řebbanî
be hêzî lutif û zatî ’ezîzî
bimanxate ser řêgay pîrozî
tewfîqman bida be payedarî
bo payey beqa û lîqay dîdarî
«bimnîّh û fizlihî û kirimhî amînErebî»
mewqî’î beḧsî xelqî e’mal bû
lakîn nwařîm xatir melal bû
qełem bê serîr, suḧif bê eser bû
wabestey esłî qeza û qeder bû
«n walqilim û ma yistirunErebî
ٳnّe hiza ḧeqّ kima tibsirunErebî»