şînî wefatî şêx miḧemmed emînî bêjûyî

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 4 Xulek  719 Dîtin
seḧer mestane dił bo seyrî baẍ û gułistan řoyî
lebo bezmî temaşay guł û hem bilbilan řoyî
lîbasî te’zyey poşîbû gułşen bo gułî şadî
beharî ’uşret û şadî be afatî xezan řoyî
be nałey «aynima ٲşiku alî alilhErebî» bû ke bilbil
gułî sûrî le matemda be řengî ze’feran řoyî
gutim ey bilbilî bêçare, gułşen boçî matemîye?
gutî netbîstuwe emřo ke şahî nêw gułan řoyî
çi şahê, şahî miłkî dił, çi dił xełwetgehî esrar
kewa şêxî emînî ême bo darul eman řoyî
xerabatî miḧebbet daxra dergey leser ême
sedayî girye û şîne kewa pîrî kewa pîrî muẍan řoyî
sedayî girye û efẍan û nałane lenêw ’alem
hetîw û bêkes û bê der ke emřo bawkiman řoyî
be qelbî «mitmi’inîErebî» bû sedayî «ayrci’îErebî» ger bîst
be emrî «fadxilîErebî» hełsa lebo baẍî cînan řoyî
be cennet key ebê řazî, kesê xwa lêy bibê řazî
wefatî de’wetî ḧeq bû kewa bo lamekan řoyî
eřêjim eşkî xwênawî le çawî ḧesretim emřo
dił aramî nema yaran kewa aramî can řoyî
le koçî pîrî deryadił diłim piř coşe wek derya
kewa em şewçiraẍey dił, le destî dostan řoyî
muḧîbbanî wekû cîsim û ewîş bo wan wekû can bû
xudaya çon bijîn emca, kewa lem cîsme can řoyî
guşadey ’uqdeyî karî dû ’alem penceyî ’îlmî
ḧelalî muşkîlatî ’alîman û cahîlan řoyî
îmamî řehnuma seyyaḧî mułkî ḧeqşunasî bû
nedîmî ewlya, sebbaḧî deryayî ’eman řoyî
řewanî murẍî baẍî lamekanî siřřî weḧdet bû
be bałî hîmmetî perwazî kird bo aşyan řoyî
çiraẍî meḧfelî bezmî xudanasînî eḧbaban
xetîmî minberî îrşadî řêgey ḧeq ’eyan řoyî
ḧeqîqet ger depirsî warîsî dînî nebî bû ew
delîlî pêşeway qîbley řoḧanyan řoyî
wekû serbaze perwazî le mî’racî miḧebbetda
be ewcî kîbrya řoḧî şerîfî bêguman řoyî
le kwê bigrîm û xakî kwê beser xoma bikem îmřo
enîsî diłbirîndaran, ře’îsî ’aşîqan řoyî
be çî bim? kełkî çî egirim? lepaş em řoḧe şîrîne
ebînin muddetêkî tir, ełên emřo fiłan řoyî
felek boçî neřêjê eşkî xwênawî le çawanî
melek boçî nenałênê kewa qutbî zeman řoyî
xelayq boçî řeşpoşî ’eza nabin le matemda
ke cîlwey subḧî sadîq bû, lepêşî karwan řoyî
cîhan yekser be cîlwey aftabî ’îlmî řoşin bû
ebê key bêtewe meşrîq le meẍrîbda nîhan řoyî
be çawî ḧesretî bo asman deyniwařîye ser erz
le wextêka ke ew gence lejêr xaka nîhan řoyî
emîn bû warîsî ’îlmî «miḧimdKes» bû, hem esrarî
be mî’racî miḧebbet bo sefî řoḧanyan řoyî
muqabîl ḧîkmetî ew, ḧîkmetî yonanyan cehle
le esrarî me’anî qa’îdî îmanyan řoyî
le mułkî neqşibendî, neqşibendî sefḧeyî dił bû
le sîlkî ’aşîqan û muxlîsan û xwacegan řoyî
eger pîrî terîqet bû welî cwanî ḧeqîqet bû
be sał û mah pîr emma, le diłda nêwcewan řoyî
biřêje barşî řeḧmet beserya ta ebed yařeb
beser ewlad û eḧfadî, heta dewrî zeman řoyî
were «xadîmNasnava edebî» teḧemmul ke be şukirî ḧeq bibe meşẍûł
bese bo ’îbretit pêẍemberî axir zeman řoyî
le te’rîxî wefatî ḧezretî şêx ger depirsin lêm
le «ẍifran mٲbidErebîHisaba Ebcedê: sałî 1378y k ke mêjûy koçî dwayî şêx emîne» da wekû řoḧî řewan řoyî