şînî wefatî ze’îmî kurd «şêx meḧmûd»

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 3 Xulek  811 Dîtin
şewê le xełwetî tenha û cêge bê eẍyar
ekewtime bezmî temaşay gułşen û gułzar
şepolî fîkir û xeyałim le beḧrî dił coşa
le ḧałetê bû ke neybû le hîç ḧał qerar
le ḧałî mestîyewe kewtime seḧnî gułzarî
nesîmî agirî suznide mewcî çeşnî şerar
lecyatî cîlwe leser řûy guł û gya û lale
hicûmî dûkełî matem be çeşnî toz û ẍubar
dû lêwî ẍunçe leser yek xemoşî matem bû
le coşî matem û ḧesret dû çawî guł xunbar
ne zewqî xendeyî ẍunçe, ne şewqî řûy guł
nehate ber nezerim şadîy lenaw gułzar
lîbasî te’zyetî newbeharî poşîwe
çemen be xoyî û be lale û guł û benewşey zar
le coşî ḧesretî řuxsarî guł kewa zerde
zubanî nałeyî bilbil be çeşnî hewrî behar
le meşqî nałey bilbil, ciger ewa buwe aw
be daẍî baẍewe dił daẍdarî berqî şerar
be çawî ḧîretewe dîm ke bilbilî meḧzûn
le ḧesretî gułî ře’na be nałe û hawar
geyşte gwêm be ḧezînî sedayî şîwenî ew
be peř û bałî şikawî hetawekû mînqar
gutim be bilbilî bêçare bo be giryanî?
minim şerîkî ẍem û derdî to be nałey zar
muqîmî kîşwerî wesłî û boçî me’yûsî?
be feyzî ḧezretî guł bo ewende ekey hawar?
cewabî dayewe emma be nałe û lerzîn
be řûy xakewe ẍełta û pêçî da wek mar
be řeng û bonî gułistan mebeste dił hergîz
firîbî qesrî cîhan to mexo be neqiş û nîgar
be çawî ’îbretewe to nezer le gułşen ke
ełêy be xwênî ciger aw dirawe sêw û henar
be nazewe eřwê çend hezar lale û guł
wefa û beqay nîye ta ser nesîmî subḧî behar
hezar xende egořê be girye lem baẍe
hezar subiḧ egořê be şamî bê enwar
çe matemêke le baẍ û le asman û zemîn
çe şîwenêke lenaw ’alema be leyl û nehar
yekê le goşenşînanî zawyey gułşen
cewabî dayewe girya be çeşnî hewrî behar
felek leber çî negrî qed nebê bih kewan
melek leberçî le sozî ciger neka hawar
lîbasî şîwenî şîn bo nepoşê cumle beşer
zemîn be řûy hewa bo nebê be toz û ẍubar
wefatî ḧezretî meḧmûdih neclî kak eḧmed
le neslî pakî şehnişahî eḧmedî muxtar
sedayî «ٲyitha alinfis ayrci’îErebî» ger bîst
řoḧî geyşte meqamî xisûsî ebrar
su’alî kird le wefat le řojî te’rîxî
cewabî dawe yekî xelqî ’alemî esrar
be siřřî «yiẍfirk alilhErebîHisaba Ebcedê: 1376h» derçû te’rîxî
xezanî matemî meḧmûde girtuwetî gułzar
minîş ke xadîmNasnava edebîy ewladî eḧmedim ya řeb
bibexşe curim be mistiẍfirîn balٲsiḧarErebî