le bezim û řezmî em dewre ke ’alem hende bê baka

pênç xiştekî ’aciz leser şî’rî mamosta şêx ’umerî balîsanî
Li pirtûka:
Dîwanî Aciz
Berhema:
Aciz (1929-1967)
 3 Xulek  479 Dîtin
le bezim û řezmî em dewre ke ’alem hende bê baka
xeyałî mirdin û ḧeşir û ḧîsabî ew serî naka
detirsêm zor leser em ḧałe qabîz bê berim laka
«diła heste bese îtir te’emmuq bes le dunya ka
le bo řojî qyamet ḧewl dew řûy xot le mewlaka»
le řêgey sałḧan xot lamede bo řêy řezîl û xins
miradit her xuda bê gwê mede lomey ’imûmî cins
řefîqîşt nebî bigre be quř’an û şerî’et uns
«le eqwalî ebalîs û şeyatînanî cînin û îns
tecennub kew teşebbus her be fermayîşî taha ka»
be îxlasî ’emel dunyaw řya herdûk mutelleq ke
be zîkirî xwa le qelbit dergeyî şeytan muẍelleq ke
be fîkirî mirdin û qebir û su’alîş dił mufelleq ke
«’ela’îq kem bike xot wa be řêgey dîn mu’elleq ke
heta mawî zexîrew zadî paş mirdin muheyya ka»
le ta’et hîç meke teqsîr dił û cergit bike buryan
mebe çîdî fîday dunya demê waz bêne lew tuẍyan
le pêş mirdin bike tedbîrî def’î qeswet û ’îsyan
«le paş mirdin nefi’ nada tezeřřu’ zarî û giryan
eger ’eqiłit heye êsta were koşiş le bo xwa ka»
temaşay ayetî «لەا teqْnetuwaErebî» ke çone lutfî xwa
le bo ’ebdanî musrîf we’deyêkî çonî fermû xwa
etuş wek wan mełê tobem qebuł nabî le xidmet xwa
«gunahit gerçî bê endazeye emma were tuxwa
dexalet bew şehenşay sakînî yesrîb û betḧa ka»
ke çunke her ewe şafî’, mudebbîr xoytî ew serwer
’îlacit zû deka me’lûm le sutanit debate der
celew kêşt debî bo řêy necat ta ḧewzekey kewser
«ewa ew zate weqtî şîddet û ehwalekey meḧşer
le bo ew bes ke zatî ḧeq be «selْ tu’ْtîyErebî» munada ka»
le bo çawşořî ummet ew weku zeřřîn kulahêke
le ḧeşra ser biłinde bew le çaw ’alem ke şahêke
were emca temaşay ke, ke saḧêbî çi cahêke
«ke şahêke le bo ummet nîye mîslî penahêke
le weqtî zelzeley sa’et «ئەەنەا لەهەاErebî» ke de’wa ka
«miḧbّ alimḧisnîneErebî» ew, «kibîr almirsilîneErebî» ew
«tibîb alimqitdîneErebî» ew, «mincّnî altab’îneErebî» ew
«emîn alimsilmîneErebî» ew, «ḧibîb alimihtidîne» ew
«şifî’ alimzinbîneErebî» ew, «riḧimة lil’almîneErebî» ew
le fezlî ew temaşay «sewْfe yu’ْtîyke feterْzey» ka» ‏
were ’acizNasnava edebî heta êsta ke meẍrûr bûy le ’alem nîz
le şeytan û nefis bo xot heta mawî bike perhîz
newek bo mirdinîş bibne qerîn amêzî der amêz
«’umer» bo tome îtir ma’îlî dunya mebe hergîz
wefay bo kes nebû nabî, hemûy çandîne lem xaka»