le sayey qametî serwî tu îstîẍnay le sêber bû

Li pirtûka:
Dîwanî Aciz
Berhema:
Aciz (1929-1967)
 2 Xulek  636 Dîtin
le sayey qametî serwî tu îstîẍnay le sêber bû
diłî bulbul leber sunbul beser baẍî gułan her bû
le mîḧnet derçû bê zeḧmet be awî řeḧmetit teř bû
xuda řeḧmî be ḧałim kird wîsalim bo muyesser bû
be şu’le û şe’şe’ey mahim hemû ’alem munewwer bû
guşadî kird diłî naşad be şadî şaẍîle cana
be safî piř sefa mey saf denoşî wa le meyxana
demê şerbet demê řu’yet demê aheng û seyrana
le musteşfay wîsalî yar şîfa hênanî derdana
be řojî cebhetî ew řewneqî řûy řoj muḧeqqer bû
le tarîkî şewî zulfî بیحەمدیللاە çiraẍim bû
ke řojî řûy tilû’î kird be yek leḧze feraẍim bû
le baẍî piř henarî yar şîfay qelbî nesaẍim bû
be qetrey awî guł bulbul dełê taze demaẍim bû
jyanî cawîdanim bû cînanim bû musewwer bû
(تەعەالەی alilhErebî) çe ’îdêke û ’îd lem we’de çend dûre
be xendey zar le naw gułzar le zar azad û mesřûre
diłî mecnun gułî leyla le în’amî be sed cûre
lebbî ẍunçey wekû pişkifit be ’eynî wek guł û nûre
be guftar danî mirwarî le estarî mu’ebber bû
heta demrî le şukirî şekirî leşkirkeş be ey qumrî
be sebrî şukirî emrî ’usrî axîr her debê yusrî
weku min cin meke pêşřew ne wek lêt win deka fîkirî
ke řêget zahîre axîr le xatîr meyne ser sitrî
dezanî xwênî zîn û mem leberçî bû muhedder bû
ḧeqîqet ger ḧeqîqet bê terîqet ḧeqqe ey diłber
ke kafî û şafîye û wafî sefaye bo diłî mufter
murîdî şengebêrî qamet û seydî řuxî esmer
dyare her minim meftûn be zulf û perçemî eḧmer
bełam to bê mubalatî le boyê dił mukesser bû
be ḧuznî ’acizNasnava edebîy ’aciz zebûn û zêde sutawe
nexoşî û coşî řûpoşî demaẍ û hoşî têk dawe
be meylî meylî leylî ma’île meylî be gişt lawe
lesedrî sedrî meḧřûm bû ke hewrî zulfî dadawe
le nûrî newrî narincî be dewrî xwên muqetter bû