le ’îşqî çawî ẍemmazî ẍezelxiwanî nekem çibkem

Li pirtûka:
Dîwanî Aciz
Berhema:
Aciz (1929-1967)
 1 Xulek  568 Dîtin
le ’îşqî çawî ẍemmazî ẍezelxiwanî nekem çibkem
le nazî tawsî çîn, sîne suzanî nekem çibkem
’eca’îb mangî çardem dî, dû mangî yek şewey pê bû
legeł dû zehre lem tertîbe ḧeyranî nekem çibkem
le baẍî yar ke carî bûy gułêkim kird fîraqim bû
îtir canim fîday xawen gułistanî nekem çibkem
şeřabî le’lî lêwî ger bixon wek min debin řîswa
meken lomem ke fîkirî meylî caranî nekem çibkem
řeqîbî seg sîfet men’î wîsalî yarî lê kirdim
be efkar xom hîlakî tîrî mujganî nekem çibkem
le ẍem taze xelas nabî diłî dêwanew û meftûn
nema sebirim xeyałî xedid û xałanî nekem çibkem
le ḧesret řûyî leyla ’acizNasnava edebîm mecnûn sîfet naçar
weku bulbul le dewrî guł seḧer xwanî nekem çibkem