diłberim dîsan deřêjê xwên le cergim bê ḧîsab

Li pirtûka:
Dîwanî Aciz
Berhema:
Aciz (1929-1967)
 1 Xulek  753 Dîtin
diłberim dîsan deřêjê xwên le cergim bê ḧîsab
carê lanaba ḧîcab ta derkewê bom aftab
kirdimî řîswa ke poşî zulfekey kułmey gułî
boyê pîşem nałe nałe her wekû nay û řebab
agirî dûrî le yarim wa sutandî cîsim û can
nek ewe cerg û diłîşim bûne biryan û kebab
sa eger deng û seday nałem bigate asman
yan hemû dunya be hawar piř bikem megirin ’îtab
agirî germî ’îşq hem ḧesretî dûrî le yar
zyad deken leḧze be leḧze řoj û şew derd û ’ezab
herkesê tozê le tałîy ’îşqibazî çêştibê
ew dezanî çone derdî ’îşq û tałî ew şeřab
ḧałetî ’aşiq be da’îm her wekû tînûy le deşt
řa eka bo aw le katê bête berçawî serab
ba wekû bulbul hemîşe dê çirîkey ta seḧer
neẍme xwane ta binoşî bo şîfay derdî gułab
«’aczaNasnava edebî» lem beḧre derçûn zeḧmete besye îtir
řû le mewlake le mewla mun’îm û saḧêb ’îqab