yar be şu’ley şewçiraẍan qesdî sutanim deka

Li pirtûka:
Dîwanî Aciz
Berhema:
Aciz (1929-1967)
 1 Xulek  545 Dîtin
yar be şu’ley şewçiraẍan qesdî sutanim deka
hem be ẍemzey çawî bazî tîrebaranim deka
wa bizanin min be ẍeyrî wî naḧubbênim çi kesê
wîş awa be qisey řeqîban qet’î îḧsanim deka
nałew û zarî le baẍan bulbulan ketne xiroş
yar ke terkî meřḧebay kird ẍařetî canim deka
min le dewranî felek da nebuwe bîbînim çi car
her felek wa men’î řu’yey mahî tabanim deka
’aşiqan kewtîne nałe carekê řeḧmî nekird
’acizNasnava edebîm qelbim sutaye tem’î êsqanim deka