sifet
176
sifet kelîmeyêke ke bo tewawkirdinî me’nay naw yan bonaw be kełk ehênrê.
sînfekanî sifet
177
sifet pênc sînfî heye:
1- sifetî çonî
2- sifetî nîşanî
3- sifetî jimareyî
4- sifetî mubhem
5- sifetî pirsî
178
sifetî çonî ewanen ke çonîy naw pîşan eden; weku,
pyawî bed
tirêy řeş
lemaneda «bed», «řeş» çonîy «pyaw», «tirê» pîşan eden; sifetî çonîn.
179
her çwar sînfekey ke pêyan ełên sifetî te’înî, çunke emane çonîy naw pîşan naden; her te’înyan eken; weku,
em baxe
çwar henar
hendê minał
çend mekteb?
le wêney yekema sifetî nîşanîy «em ...e» nawî «baxî» te’în kirduwe; bêcge le «em baxe» baxêkî tir nayête bîr. leduwema sifetî jimarey «çwar» nawî «henar»y te’în kirduwe; le «çwar henar» kemtir yan pitir «henar» be bîra nayê. le sêyema sifetî mubhemî «hendê» nawî «minał»y be pîşandanêkî mubhem te’în kirduwe. le çwarema sifetî pirsîy «çend?» be řûyêkî pirs nawî «mekteb»y te’în kirduwe.
sifetî çonî
wezîfekanî sifetî çonî
180
sifetî çonî dû wezîfey heye:
1- ebête tewawkerî naw; weku,
genmî pak
2- ebête tewawkerî basî natewaw §79 we beyaryey em fî’lewe me’nay nawîş tewaw eka §77; weku,
xepê azaye.
wezîfey naw tewawkirdinî sifetî çonî
181
sifetî çonî bo tewawkirdinî naw exrête dwayewe we edatêkî tewawîy «y»ş enrête meyanyanewe; weku,
minałî zîrek
mûy zerd
182
eger dwa ḧerfî nawî tewawkiraw «y» bê «y»êkî key lê zyad nakirê; weku,
tancî řeş
edatî te’rîf legeł nawî be sifet tewawkiraw
183
edatî te’rîfî mubhemî «êk» řastewxo exrête dway nawekewe §120; weku,
minałêkî zîrek
mûyêkî zerd
tancîyêkî řeş
184
bo ewe ke nawêkî be sifet tewawkiraw be edatî te’rîfî me’yen te’rîf bikirê ebê le pêşa bixrête şikłî nawî lêkdirawewe §166, emca edatekey te’rîfyan leser dabnirê §169; weku,
nawî be sifet tewawkiraw: te’rîfkirawî
minałî zîrek: minałe zîrekeke
mûy zerd: muwe zerdeke
tancîy řeş: tancîye řeşeke
gelkirdinewey nawî be sifet tewawkiraw
185
bo gelkirdinewey nawî be sifet tewawkiraw ebê le pêşa bixrête şikłî nawî lêkdirawewe §166, le paşa be edatî te’rîfî me’yen te’rîf bikirên yan sifetî nîşanîyan bixrête ser we le dway ewe gel bikirênewe; weku,
nawî be sifet tewawkiraw | te’rîf û nîşankirawî | gelkirawî |
---|---|---|
minałî zîrek | minałe zîrekeke | minałe zîrekekan |
em minałe zîreke | em minałe zîrekane | |
mûy zerd | muwe zerdeke | muwe zerdekan |
em muwe zerde | em muwe zerdane | |
tancîy řeş | tancîye řeşeke | tancîye řeşekan |
ew tancîye řeşe | ew tancîye řeşane |
durustkirdnî sifetî çonî
sifetî çonîy durustikiraw
186
bêcge lew sifetaney weku cwan, çak, dirêj, sûr, .... hitid. ke le esła hen etwanrê le naw û le fî’il hendê sifetî çonî peya bikirê, ew sifetaney çonîye ke wa bêne meyan pêyan ełên sifetî durustikiraw.
sifetî çonîy le naw durustikiraw
187
bo durustkirdnî sifetî çonî le hendê naw ew edataney le cedwelekey xwareweda nûsrawin, weku pîşandirawe, exrêne dwayanewe:
naw | edat | sifetî çonîy le naw durustikiraw |
---|---|---|
zistan | y | zistanî |
kerkûk | y | kerkûkî |
qawe | y | qaweyî |
keraçî | y | keraçîyî |
pyaw | ane | pyawane |
kerkûkî | ane | kerkûkîyane |
kiç | anî | kiçanî |
kuř | anî | kuřanî |
şerim | n | şermin |
goşt | n | goştin |
asin | yin | asnîn |
qîr | yin | qîrîn |
gurg | asayî | gurgi’asayî (gurgasayî) |
dara | asayî | dara’asayî |
kurd | warî | kurdewarî |
tirk | warî | tirkewarî |
ker | ekî | kerekî |
quř | awî | quřawî |
çeqo (cacim) | ger (ker) | çeqoger (cacmiker) |
bax | ewan | baxewan |
tirs | nok | tirsinok |
lerz | ok | lerzok |
ta | dar | tadar |
188
her çî nawê me’newî nebê etwanrê be yaryey «y» û «dar», «ker»ewe bikirê be sifet. legeł emeşa hendê lem nawane bepêy gerekî bekełkihênanyan yan durustibûnyanewe weku le cedwelekeda ebînrê be yaryey hendê edatî kewe kirawin be sifet. bo emane qa’îdeyêkî taybetî nîye.
nawî me’newî beyaryey «y»yewe nakirê be sifet. bełam bepêy durustibûnyan gerekyanewe, be edatekanî ke ekirên be sifet.
189
bo dananî em edatane bepêy ḧerfî dwayî nawekewe weku §156 û le basî ḧerekeda nûsrawe mu’amele ekirê.
sifetî çonî le fî’il durustikiraw
190
be xistinî edatî «ok» ledway řegî hendê fî’lî lazmewe sifetî çonî durust buwe; weku,
geřan: geřok
bezîn: bezok
fiřîn: fiřok
le «giryan» û «tirsan», «girînok» û «tirsinok» hatuwe.
191
sîẍey dûlayî řaburdûy fî’lî lazim û mechûl řastewxo sifetin; weku,
mirdû
kujraw
sifetî çonîy lêkdiraw
192
sifetî çonîy lêkdiraw ew sifetanen ke le dû yan le dû pitir kelîme durust bûn §92. le kurdîya weku nawî lêkdiraw sifetî lêkdirawîş zore.
durustibûnî sifetî çonîy lêkdiraw
193
hendê car le nawêkî benaw tewawkiraw «y»y tewawî heł egîrê; weku,
nawî benaw tewawkiraw: sifetî lêkdiraw
çawî baz: çawbaz
gerdinî qaz: girdinqaz
194
le dû nawî serbexo-
1- hîç edatêkî lemeyana nabê; weku,
laq kûleke
zig dîzolke
1- yekê le edatî tewawîy «le», «be», «bê»yan le meyana ebê; weku,
sîrkeyî lekoł
camanebeser
řîş bê şane
3- nawêk dûbare ekirêtewe; weku,
parçe parçe
çîn çîn
řê řê
195
le nawêkî be sifet tewawkiraw-
1- eger sifeteke çonî bê edatî tewawîy «y»yan lenaw heł’egîrê; weku,
nawî be sifet tewawkiraw: sifetî lêkdiraw
mûy zerd: mûzerd
parey zor: parezor
çawî birsî: çawbirsî
2- sifetî naweke jimareyî ebê; weku,
çwarçaw
sêser
196
hedê car edatî tewawîy «e» exrête meyanî dû sifetewe; weku,
konedewłemend
197
hendê be xistinî zerfî «na»epêş sifetewe durust ebin; weku,
nařêk
napak
198
hendêk le sifetêk û kelîmeyêkî tir durust buwe we le meyanyane edatî yekxerî «û» danrawe, bełam kelîmey duwem zor car kelîmeyêkî bême’na ebê; weku,
şil û şoř
wişk û biring
nerim û noł
gurc û goł
zerd û zoł
tarîk û nûtek
pan û poř
sard û siř
ebînrê ke kelîmey duwemî hendêkyan le ḧerfî yekemî sifeteke û «oł» yan «oř» durust buwe.
199
le yekê le edatî tewawîy «be», «bê» yan le edatî «haw» û nawêk durust ebin; weku,
bedes
bêkes
hawdeng
200
le nawêk û sîẍey dûlayîy fî’lî mute’eddî yan sîẍey dûlayîy řaburdûy lazim û mechûl durust ebin; weku,
nanxor
bawik mirdû
babirdû
serpêçraw
sifetî çonîy biçûkkiraw
201
hendê sifet be xistinî edatî «ołe», «ełe», «yile»edwayewe me’nay biçûkî edrêtê. em çeşne sifetane pêyan ełên sifetî biçûkkiraw; weku,
sifet: sifetî biçûkkiraw
nerim: nermołe, nermełe, nermîle
nask: naskołe, naskełe, naskîle
sipî: sipîle
sewz: sewzełe
202
bo hendê «ok» be kełk ehênrê; weku,
bař: bařok
tirş: tirşok
203
hendê carîş «kełe» be kełk ehênrê; weku,
sûr: sûrkełe
sipî: sipîkełe
sewz: sewzkełe
ew îzaḧey le §175da dawmane bo sifetîş eşê.
sifetî çonîy weku naw be kełk ehênrê
204
etwanrê hemû demê sifetêkî çonî lebatî naw be kełk bihênrê. ew sifetey weku naw be kełk hênrabê etwanê wezîfey naw be tewawî bibînê bełam ebê bizanrê ke le pêş ew sifetewe hemîşe nawêkî şarrawe heye; weku,
şêtêkim dî. (pyawêkî şêtim dî.)
şêtekem dî. (pyawe şêtekem dî.)
payekanî me’nay sifetî çonî
205
me’nay sifet sê payey heye:
1- payey ’adî
2- payey zyadî
3- payey here zyadî
206
payey ’adî esłî sifetekeye; weku
espêkî cwan
207
payey zyadî payeyêk pîşan eda ke le hî esłî sifeteke pitre, eme bo endazey çonîy meyanî dû kes yan dû şit be kełk ehênrê; bo durustkirdnî edatî «tir» exrête dway sifetewe; weku,
minałêkî zîrektir
espêkî cwantir
pîremegrûn le goyje beriztire
208
payey here zyadî payeyêkî here berz pîşan eda, we eme bo endazey çonîy kesê yan şitêk legeł hemû hawcînsî xoya be kełk ehênrê; bo durustkirdnî edatî «here» exrête pêş sifetewe; weku,
minałe here zîrekeke
espe here cwaneke
pîremegrûn şaxî here berzî em naweye
sifetî nîşanî
209
sifetî nîşanî ew sifetanen ke bo îşaretkirdinî kesê yan şitêk exrêne pał nawekeyewe. sifetî nîşanî emanen:
bo nizîk: «em ...e».
bo dûr: «ew ...e».
210
sifetî nîşanî nawe nîşandiraweke -tak bê û gel bê, řût bê û lêkdiraw bê- egrête naw xoyewe; weku,
em pyawe, ew pyawe
em pyawane, ew pyawane.
em kilkebêłane, ew kilkebêłane.
211
eger naweke be nawêkî tir tewaw kirabê lemane her kamêkyan nîşandanî gerek bê, ew exrête naw sifetekewe; weku,
em darey mizgewt: darî em mizgewte.
ew daraney mizgewt: darî ew mizgewtane.
hendê kes cumlekanî lay řast waş ebêjin:
em darî mizgewte
em daraney mizgewte
le cumley duwema «e»y dway «darane» zyade. bełam hênanî eme pêwîste §162.
213
eger naweke be sifet tewaw kirabê le pêşa naweke legeł tewawkerekeya exrêne şikłî nawî lêkdirawewe §166, le paşa exrêne naw sifetî nîşanîyewe; weku,
gułî sûr: em gułe sûre
213
eger dwa ḧerfî nawî nîşandiraw yekê le ḧerekekanî «e, a, ê, o, wê, ü» bê, «y»yê exrête pêş «e»y nîşanîyewe; weku,
em kereye
ew gaye
em dêye
ew doye
em gwêye
ew dezüye
214
sifetî nîşanî betenya be kełk bihênrê ebête bonawî nîşanî §287.
sifetî jimareyî
215
sifetî jimareyî ew sifetanen ke bo jimardinî kesê yan şitêk exrêne pał nawekeyewe.
çeşnekanî sifetî jimareyî
216
sifetî jimareyî dû çeşnî heye:
1- sifetî jimareyîy esłî
2- sifetî jimareyîy řutebî
sifetî jimareyîy esłî
217
sifetî jimareyîy esłî ewanen ke weku yek, dû, sê, çwar ... hitid. çendîy kes yan şit pîşan eden. emane, naweke řût bê, lêkdiraw bê, exrêne pêşyewe. bełam naweke hemîşe tak emênêtewe §132; weku,
çwar şagird
de minał
heşt serebzût
218
eger naweke be naw tewawkiraw bê, jimarey her kamêkyan gerek bê sifetî jimareyîy esłî exrête pêş eweyanewe; weku,
şeş mamostay mekteb
mamostay şeş mekteb
sifetî jimareyîy řutebî
219
sifetî jimareyîy řutebî bo pîşandanî tertîbî řîzî kesê yan şitêk be kełk ehênrê. bo durustikirdinyan edatî «em» yan «emîn» exrête dway jimarey esłîyewe. eger dwa ḧerfî jimarey esłî yekê le ḧerekekanî «o, ê» bê «y»yêk exrête pêş edatekewe; weku,
jimarey esłî: jimarey řutebî
yek: yekem, yekemîn
dû: duwem, duwemîn
sê: sêyem, sêyemîn
no: noyem, noyemîn
sî: sîyem, sîyemîn
220
eger jimareke le meyanî «de» û «bîst»a bê yan «penca, ḧefta, heşta» bê «e»y pêş «em» û «emîn» heł’egîrê. bo «penca, ḧefta, heşta», «em» nabê; weku,
yanzem, yanzemîn
panzem, panzemîn
pencamîn, ḧeftamîn, heştamîn
221
lepaş jimarey «de», «y»yêk zyad ekirê; weku,
de: deyem, deyemîn
hendê kes «demîn»yiş dełên.
222
sifetî jimareyîy řutebî be qa’ye ebê bixrête paş nawewe, bełam pêş xistinîşî eşê. nawêk legeł em sifeteda hemîşe tak emênêtewe; weku,
minałî duwem: duwem minał
şewî sêyemîn: sêyem şew
jimarey kesrî
223
ew jimaraney wirde pîşan eden hendê mamostay destûr pêyan ełên jimarey kesrî. emane jimarey lêkdirawin we le dû jimarey esłî durust ebin; eger jimarey duwem jimarey «yek» nebê edatî tewawî «le» exrête pêş jimarekey yekemewe, û eger jimarey duwem «yek» bê em edatî tewawîye pêwîst nîye; weku,
le pênc dû
le bîst çwar
çwar yek
hezar yek
224
jimarey kesrî pêş naw exrê we be yaryey edatî tewawîy «y»yewe be nawekewe enûsê; weku,
çwar yekî em kitêbe
le heşt pêncî em minałane
225
«nîw» jimareyêkî esłîye, «nîwe» jimareyêkî kesrîye; weku,
nîw qiran
nîwey em minałane
sifetî jimareyî weku naw be kełk ehênrê
226
etwanrê sifetêkî jimareyî weku naw be kełk bihênrê. bełam ebê bizanrê ke legełya nawêkî şarawe heye; weku,
çwaryan hatin. (çwar pyawyan hatin)
pênc yekyan řoyîn. (pênc yekî pyawekan řoyîn.)
şeşem hat. (şeşem pyaw hat.)
sifetî mubhem
227
sifetî mubhem ewanen ke exrêne pał nawewe bo pîşandanî kesê yan şitêk be cûrêkî mubhem. emane sifetî mubhemin:
hendê, gelê, fiłan, kam, hîç ...ê, hemû ...ê, her ...ê, çend ...ê, çi ...ê, herkam ...ê, herçî ...ê, herçon ...ê, çon ...ê, tir, ke, wa, weha, zor, kem.
228
lem sifete mubhemane «hendê, gelê, fiłan, kam» pêş naw ekewn; weku,
hendê minał
gelê jin
fiłan pyaw
kam kwêxa
229
ew sifete mubhemaney «ê»êkî cwêyan le dwaweye naweke egirne naw xoyanewe; weku,
hîç minałê
hemû gyayê
her darê
çend mamostayê
çi pyawê
herkam kitêbê
herçî gełayê
herçon karê
çon karekerê
230
sifetî «tir, ke, wa, weha» ekewne paş nawewe we le pêşyanewe edatî tewawîy «y» wer’egirin; weku,
pyawî tir
nanî ke
kiçî wa
kuřî weha
231
sifetî «zor, kem» hem ekewne pêş nawewe, hem ekewne dwayewe, eger dway bikewn edatî tewawîy «y» exrête meyanyanewe; weku,
zor minał: minałî zor
kem pare: parey kem
232
ew nawey be «tir», «ke» we «hemû» tewaw kirabê etwanê edatî te’rîfî me’yen werbigrê. leber eme gelkirdineweşî ebê; weku,
darêkî tir: darekey tir, darekanî tir
darêkî ke: darekey ke, darekanî ke
hemû darêk: hemû genmeke, hemû darekan
233
nawî pêş «wa, weha, zor, kem» her etwanê edatî te’rîfî name’yen werbigrê; weku,
darêkî wa
sêwêkî weha
pareyêkî zor
pareyêkî kem
234
sifetî «hendê, gelê, çî, çon, wa, weha, zor, kem, herçonê, herçyê, herçendê» ebne tewawkerî basî natewaw; weku,
em xełûze hendêke.
em mêwwije gelêke.
fikirî ew çî (çi) bê minîş ewem ewê.
fikirî ew çon bê minîş wa ełêm.
minałeke waye.
bawkî wehaye.
em genme zore.
em birince keme.
şûtîyeke herçonê bê bîhêne.
fikirî êwe herçîyê bê çake.
pareke herçendê bê werî gire.
235
«çî, çi, çon»y řût ke bibin be tewawkerî basî natewaw «ê»y cwêyan nabê.
sifetî mubhemî lêkdiraw
236
sifetî «hendê, gelê» we ewaney «ê»y cwêyan ledwaweye be sifetî mubhemî lêkdiraw ejmêrrên. hemû «ê»yekan edatî te’rîfî name’yenin.
sifetî pirsî
237
sifetî pirsî ewanen ke bo pirsînî kesê yan şitêk exrêne pał nawekeyewe.
sifetî pirsî emanen: «kam? çend? çon? çî? çon ...ê? çi ...ê?»
238
sifetî «kam?», «çend?» pêş naw ekewn; weku,
kam dê?
çend dê?
239
sifetî «çon», «çî?» dway naw ekewn we lemeyanyana edatî tewawîy «y» ebê: weku,
xanûy çon?
xanuwêkî çon?
gezî çî û miqestî çî?
240
sifetî «çon ...ê» û «çi ...ê» naweke egirne naw xoyanewe; weku,
çon xanuwê?
çi minałê?
241
sifetî «kam? çend? çon? çî?» ebne tewawkerî sifetî natewaw; weku,
espeke kame?
pareke çende?
bawkit çone?
ew řeşayîye çîye?
242
sifetî «çon ...ê», «çi ...ê» be sifetî pirsîy lêkdiraw ejmêrrên, «ê»yekey dwayîyan edatî te’rîfî me’yene.