wezîfey naw

Li pirtûka:
Destûrî Zimanî Kurdî
Berhema:
Tofîq Wehbî (1891-1984)
 10 Xulek  581 Dîtin

133

wezîfey naw ew kare cwê cwêyaneye ke eyanbînî le naw cumleda. naw şeş wezîfey heye:

1. baslêkirawî

2. tewawkerî serbexo

3. tewawkerî beyarye

4. tewawkerî basî natewaw

5. tewawkerî naw

6. nîdayî

134

bêcge le karî nîdayîda naw le hîçî tiryana bepêy wezîfeyewe tûşî hîç gořanê nabê

wezîfey baslêkirawî

135

baslêkiraw §52 nawî ew kese yan ew şiteye ke fî’il yan bas xeber le kar û ḧałî eda §54, §55: weku,

pişîle goştekey xward. befir ebarê. şarbajêr xoşe. mecol bawkî mirduwe.

le cumley 1 ta 3da «pişîle, befir, şarbajêr» baslêkirawin. le cumley çwarema «bawkî» baslêkirawî fî’lî «mirduwe»yewe, «mecol» baslêkirawî basî «bawkî mirduwe»ye.

bo têgeyîştinî wezîfey tewawkerî serbexo, tewawkerî beyarye, tewawkerî basî natewaw ebê lêreda sinfekanî fî’il beyan bikeyn.

fî’lî mute’eddî û lazim

136

fî’il dû sinfî heye:

1. fî’lî mute’eddî karê beyan eka ke le baslêkirawewe tecawezî kesê yan şitêkî tir bika; weku,

pyaw goşt exwa.

lem cumleyeda nawî «pyaw» baslêkirawe, «exwa» fî’le we em kare le «pyaw»ewe tecawzî «goşt»y kirduwe. leber ewe pêy ełên fî’lî mute’eddî.

2. fî’lî lazim karê yan ḧalê beyan eka ke le baslêkirawe we řastewxo tecawezî kesê yan şitêkî tir neka: weku,

qel efřê.

lem cumleyeda baslêkiraw «qel»e we «efřê» fî’le we em kare le baslêkirawa emênêtewe we lêwe řastewxo tecawezî kesê yan şitêkî tir naka. leber ewe pêy ełên fî’lî lazim.

wezîfey tewawkerî serbexo

137

tewawkerî serbexo §78 nawî ew kese yan ew şiteye ke karî fî’lî mute’eddî řastewxo tecawezî eka; weku,

pyaw goşt exwa.

lêreda «goşt» tewawkerî serbexoy fî’lî «exwa»ye. çunke em fî’le mute’eddî ye le baslêkirawî «pyaw»ewe řastewxo tecawezî kirduwe.

138

fî’lî lazim tewawkerî serbexoy nîye we nabê.

wezîfey tewakerî beyarye

139

tewawkerî beyarye §78 nawî ew kese yan ew şiteye ke karî fî’lêk beyaryey edatêkî tewawîyewe tecawezî kirduwe we bem çeşne me’nay fî’lekey tewaw kirduwe; weku,

min kaẍezêkim be posteda nard. minałeke le heywan nust.

lem cumlaneda nawî «poste» û «heywan» me’nay fî’lî mute’eddîy «nardî» û fî’lî lazmî «nust»yan be yaryey edatî tewawîy «be» û «le»we tewaw kirduwe; leber eme tewawkerî beyaryeyan pê ełên.

140

hemû tewawkerêkî beyarye be xoy û edatî tewawîyekeyewe weku girêyêkî zerfîye §95, §96-6. le dû wênekey sereweda girêy tewawîy «be posteda» û «le heywan» girêy zerfîşin.

fî’lî bûn

141

1- fî’lî bûn fî’lêkî lazme we etwanê bûnî kesê yan şitêk beyan bika lem kareya me’nakey weku fî’lêkî lazim tewawe; weku,

kałek le bêstan ebê.

lêreda «kałek» baslêkirawe, «le bêstan ebê» base, ebê fî’lî lazme, «le bêstan» tewawkerî beyaryetî.

2- yaryey witnî şitêk eda leḧeq kesê yan şitêka. lem kareya me’nakey natewawe; pêy ełên basî natewaw §95, §67, §77: weku,

pawaneke zêře. pîroz nexoş bû.

wezîfey tewawkerî basî natewaw

142

nawî kesêk yan şitêk ke me’nay basî natewaw bebê yaryey edatêkî tewawî tewaw bika pêy ełên tewawkerî basî natewaw. ewaney beyaryey edatî tewawîyewe me’nay basî natewaw tewaw eken, tewawkerî beyarîyen §139. weku,

’erbet şar bû. şwan legeł êmeye.

le wêne yekema «şar» tewawkerî basî natewawî «bû»we le duweme «legeł ême» tewawkerî beyaryey basî natewawî «e»ye.

143

nabê tewawkerî basî natewaw legeł tewawkerî serbexo têkeł bikirên; weku,

qel goşt exwa. ’erbet şar buwe.

le cumley yekema «qel» baslêkirawe, «goşt» exwa» base, «exwa» fî’lî mute’edîye «goşt» tewawkerî serbexoyetî. le cumley duwema «’erbet» baslêkirawe, «şar buwe» base, «buwe» basî natewaw, «şar» tewawkeryetî. «goşt» fî’lî «exwa» tecawezî kirduwe, «şar» fî’lî «buwe» tecawezî nekirduwe û herdûkîşyan bebê yarye me’nay fî’lekanyan tewaw kirduwe.

wezîfey tewawkerî naw.

nawî tewawkerî naw.

143

nawî tewawkerî naw nawî kesê yan şitêke ke bo tewawkirdinî me’nay nawêkî tir ehênrête layewe §72-§75. nawêk etwanrê be nawêk, be dû, be sê naw ... hitid. tewaw bikirê; weku,

dardestî zîw arezûy xondin kilkî espî aẍa

144

nawî tewawker be yaryey edatî tewawîy «y»yewe enûsî be nawe tewawkirawekewe §76; weku,

defterî mamosta. bay baran. sêwî serdeşt. muwey ser.

145

eger dwa ḧerfî nawî tewawkiraw «y» bê «y»yêkî key lê zyad nakirê; weku,

tancîytancîy eḧmedpaşa

edatî te’rîf legeł nawî benaw tewawkiraw.

146

le tewawkiraw û tewawker her kamêkyan bwestirê te’rîf kirê edatî te’rîf exrête paş eweyan eger bwestirê her lûtyan te’rîf bikirên edatî te’rîf exrête paş herdûtyan weku,

kilîlî derga:

hîçyan te’rîf nekirawin.

kilîlekey derga: kilîlêkî derga:

«kilîl» te’rîf kirawe.

kilîlî dergake: kilîlî dergayêk:

«derga» te’rîf kirawe.

kilîlekey dergake: kilîlî dergayêk:

herdûkyan te’rîf kirawin.

147

hendê car te’rîfkirdinî nawî tewawker bo tewawkirawekeş bese; weku,

lebatî biłêyn:

kilîlekey dergake, kilîlêkî dergayêk

etwanîn biłêyn:

kilîlî dergake, kilîlî dergayêk

gelkirdinewey nawî benaw tewawkiraw.

148

ême ezanîn ke bo gelkirdinewey nawêk ebê le pêşa be edatî te’rîfî me’yen te’rîf bikirê §126. bepêy em qa’îdeye le tewawkiraw û tewawker gelkirdinewey kamyan gerek bê edatî te’rîfî me’yenî exrête ser û gel ekirêtewe §127; wekû,

kilîlekanî derga, kilîlekanî dergayê:

nawî tewawkiraw gel kirawetewe.

kilîlî dergakan: kilîlêkî dergakan:

nawî tewawker gel kirawetewe

kilîlekanî dergakan:

herdûkyan gel kirawnewe

149

hendê car gelkirdinewey nawî tewawker bo تەاûکراûەکەش bese; weku,

lebatî biłêyn:

kilîlekanî dergakan.

etwanîn biłêyn:

kilîlî dergakan.

bedeł

150

bedeł nawke ke xirabête dway nawêkî kewe bo îzaḧkirdinî me’nay. bedeł herçende nawêke û nawêkî key tewaw kirduwe §143, le meyanî tewawker û tewawkirawekeda §144 hîç edatê nabê. nawî bedełdar wizîfey çi bê bedełekeşî ew wezîfeye ebînê; weku,

kwêxay dê mam resuł hat. to mamostam melaḧmedit dîwe? pûrim legeł aẍajin gêlas xan bû.

lem cumlaneda «mam řesûł» bedełê «kwêxadê»ye, «melaḧmed» bedełî «mamostam»e, «gêlas xan» bedełî «aẍajin»e.

151

le kurdîya ew nawey bedełî bibê ebê yan nawêkî tewawkiraw bê yan nawêkî lêkdiraw bê.

wezîfey nîdayî

152

nawî kesê yan şitê ke her bo bangikirdin û řûtêkirdin be kełk bihênrê û legeł hîç fî’lêka laqeyêkî nebê pêy ełên nîdakiraw; weku,

kuře, to bo çî naçîte mekteb? emcare norey toye, pişko.

lem cumlaneda «kuře», «pişko» nîdakirawin.

durustkirdnî nawî nîdakiraw.

153

1- le nawî taka:

- ḧerfêkî «e» exrête dway ew nawane ke dwa ḧerfyan dengîye, ew nawaney dwa ḧerfyan ḧerekeye hîç naxrête dwayanewe; weku,

kuře cûtyare aẍa mîrza

bi- hendê car edatî te’rîfî «eke» exrête dway nawewe; eme bo nezaket û dostî û pařanewe be kełk ehênrê; weku,

marfeke kuřeke birake

c- hendê car edatî «ey» exrête pêş nawewe; weku,

ey ḧukmidar, çî bê û le to nehênî bê?

di- etwanrê naw bebê edat û ḧerfî zyadîş nîda bikirê; weku,

şwan, em řêye bo kwê eçê? xesû, to boç legełim nařêkî? xurşîd, daykim bangit eka. nerîman, le kwê bûy?

2- le nawî gela-

ebê le pêşa naweke bebê edatî te’rîf gel bikirêtewe, le paşa «a»y edatî gel bigořrê be «y» û ḧerfêkî «e» ledway «n»y gelewe dabnirê; weku,

nawî taknawî gelnawî nîdakiraw
şagirdşagirdanşagirdîne
pyawpyawanpyawîne
aẍaaẍayanaẍayîne

legeł emeşa etwanrê edatêkî «ey»yan bixrête pêş; weku,

ey şagirdîne, demî têkoşîne.