pendî pêşînyan 5
Li pirtûka:
Diyarî Mehabad
Berhema:
Mela Xefûr Debaxî (1927-1990)
12 Xulek
1753 Dîtin
wa le bawşî xoy degirt hetîw
detkut bûyetî be dû niq û nîw
xemî birakem piştî kirdim kom
bê seruşwên çû wek berdî bin gom
gemyet ẍerq bû, wa dij damawî?
ya pîrêjnî do lê řijawî?!
řeş kuje ewî to pêt fisose
bu lêt kirdûme řawî sê kose!
wîstim le geł to nêwim nezřê
taze paş tiřê ba xemşey biřê
kabe keç nabê, îslam nabê kiz
carubar biken qiseyek bo diz
xanû yekêke kebanû noye
boye toz û xol heta ejnoye
her kesê zana û ehlî nezer bê
pêy seyre bêstan bê serexer bê
em pende cwaneş be gwê bispêrh:
seg û mizgewt? wiştir û gêrh?!
seg şaław bênî û azar bida leş
hîç ferqî nîye sipî bê ya řeş
sawak û meyît bo ḧałî mîllet
tersequlêkin kirawne dû let
her yekey bo xêw bareberêkin
yanî dû caşin le makerêkin
ewkesey pîre û jinî nextê cwan
le kar û kaspî siste bê guman
her tawnetawê deřwa û dêtewe
mał kawił dełêy caw denêtewe
minał heye zor be naz û baze
legel eweşda kiz û lawaze
çawbeqûła çû řûmet qupîwe
dełêy cindoke pêyda tisîwe
heyşe goştin û xişpîlaneye
her dełêy gurpey gîpexaneye
ser tekan bidey le batî siław
doşaw be gunit le cêgey bê aw
dar her dû serî pîsih, damawî
ca wey le qûnê, wey le doşawî!
bo mergî azîz berok dadře
bełam ça debê, gił meyl biře
ça cûtin ew dû êsk giranh!
ew doye başe bo ew dodane!
xwa karekanî ser sûřhênere
textetaş nîyh, texte řêkxere
pekî kes naxa lem dinya pane
bo da’bay kwêrîş deka hêlanh
ta lêt dadexa derkê be ḧîkmet
bot dekatewe çend derkî řeḧmet
seg qaçî girtî têy hełsû necîs
qedîmî dełên: pîs deçê be pîs
ḧeyfe pyaw şitî çak bida le kîs
pîs kiř degeřê le şwên şitî pîs
meşhûre zistan řojêkî mabê
karî xoy deka małî xira bê!
eger hełî kird sozey ziryanî
ne çoł depirsê ne awedanî
wate kiç katê meylî bû le şû
napirsê teřef hengiwîne ya gû
şûłêk be tenya to deyşkênî
dû û sêş bin řenge zedey pê bênî
bełam ke bû be ḧewt û heşt û no
naşkê be ḧewtî wekû min û to
witey pêşînyan be dił bispêre
seferî zistan xoy lê bibwêre
nekira bibûrî to lew sefere
hawřêy şareza legel xot bere
sibey řêkewe heta nîweřo
le kwê mayewe derit ken meřo
zistan řûxoş bû pêy hełmexwêne
serweşên nebê kilk weşêne
eger diro bê be estom webał
herçî le mişke dedřê cewał
herçî bugen ka ’îlacî xwêye
xwê bogen bika pena bo kwêye?
naşkurî nebê gurîs be yek la
naga, ne xwaze bîkey be dû la
çun koşkî hîwat binaẍey boşe
pêşt pola bî pêşt kiloşe
serit bigate textî paşayî
jêrit mefreqih, bê nirx û bayî
meřwane xawen qoşe û qiřanî
le ser diłan bî, leberdiłanî
her çen be bîr û jîr û çanasî
ta lêt neqewmê xełkî nanasî
em pende bawe le dêhat û şar
dinya ya zordar deyxiwa ya bê’ar
hatewebîrim pendêkî sakar
qise kewte zar dekewête şar
xwawend le çarey kurdî wa nûsî
serdanê leser kurdenamûsî
be kem qayl be ta zorit debê
heşt bê le mişt bê, nek no bê nebê
dyare ewaney tesel û têrin
gwêz le hembaney xoyan dejmêrin
kwa taze pêk dê wesłî ew yare
axrî ’umre û hewełî karh!
her sînfê legel sînfî xoy koke
dyare hawałî gulan xidroke
her wek sîr û mar rêk nakewn baş
kengir û qumaş nabin be wêłdaş
wek şay bê cuqqey le ser textî xot
eger hełnedey şeq le bextî xot
destit nelerzê, bextî ke paret
doşaw ke zur bû pêy degirin taret
xurî xoy deda be nîweřêsî
hî xelkî dênî be teşî řêsî
çaw le çaw şerim deka û mist le mist
degeřêtewe bebê hest û xust
kabrayek řêyan neda lew dêye
deypirsî małî kwêxa le kwêye!
ew şořelawey şêr detezênê
le dawî ’îşqa mû napsênê
zerd hełgeřawe letaw kenîşkê
ne dezuwe bipsê, ne derzîye bişkê
şa’îr ke zanî qafye tenge
dêtewe bîrî herçî cefenge
kozî karegeł bibîne emcar
qepûçk dagre le mastî twêdar
kem deka nirxî qałî kemê dełb
her bo xawenî xase małî qełb
hewhewî swaran hîçyan pê nekira
be şiłpeşłipî pîrêjin çi kira?
be derdêkewe emsał duçarim
řojê le darim řojê le xwarim
jînî bê xeter paşayetîye
serwet leş saẍî û hêmnayetîye
emeş fermûdey fexrî ’aleme
meznitirînî neslî ademe
feqîr ke dyar bê, kesî yar nîye
kes lêy napirsê katê dyar nîye
le ḧast pyawetî bende û ẍułamim
çaket bom nebê, berze meqamim
dujminî dujmin be dost bizane
dostî dijminit bo têhełdane
kê bo xoy bijî le ’eqił zwîre
ew kese jîre xełkî le bîre
kê dil awaye û hîmmet biłende
małîşî kem bê zor dewłemende
kesê le xêr û çake bêzare
gencî dinyay bê řût û nedare
piştit nînokî xot neyxurênê
set nînukî tir xurûy namrênê
ḧesud ḧez deka heta bimênî
nînokit nebê serit bixurênî
kewtûne geme û giz û fit lêman
askî negîraw debexşin pêman
askî negîraw çendih, ewende
xurma le beẍda zor û zewnde
be pêlaw bide le tewqî serman
ḧaşa le we’dey dûrî serxerman
qerizkiwêr eger kewişt bo bawê
hełîgre û biřo, kêşey pê nawê
qerz kon debê, nafewtê bełam
yexey qerizdar megre berdewam
qerz kon kirdin hoy nedarîye
destengî mayey şermezarîye
kê qerzî xełkî neda be anqest
destî humêdî be yekcarî best
seła lew kesey qerzî dwa xira
derkî mitmaney le ser daxra
besyane carêk boyan řêk kewê
bo zistan şewê, bo pîran tewê
gelê kes kuştey yarî diłxiwazin
kiçan be meylî xoyan dexwazin
qedîmî dełên be xo menazin
ewî diłxiwazin, her marangazin
hen be řwałet şox û lebarin
bełam dûrkujî nizîk xesarin
hênde be fîz û tîze ew lawe
her dełêy dome û xełat kirawe
zyad le endaze xo meparêze
nexuşe her kes be qêzubêze
kê le kesp û kar be qîz û boye
bimrê webałî be estoy xoye
êjin tewezel çeşnî dołpaye
qursayî jînî le mił xełkaye
wek qîlî keway sipî bê waye
yan xerengezî bin kilkî gaye
kesêk şi’ûrî le çawî dabê
nezane, ba le set awî dabê
gwê bigre pendî hemû kes bîstû
řamepeřêne qet segî nustû
kake zor bo lay xotî metaşe
ne şîş bisûtê ne kebab başe
bê tame gelê şitî sipî û soł
her le dûr xoşe awazî dehoł
dyare ew kese qisey naçespê
le gîrfanîda helpeřê espê
em pendem lela gelê ’ezîze
xozge bew baẍe wirçî lê zîze
pêt xoşe ’eybit qet dernekewê
’eybî kes mełê to lêr û lewê
her sînfey legeł sînfî xoy kokih
dyare hawałî gulan xidroke
boye xawenkar her dełê zû ke
pêmeře be dest fe’ławe sûke
zana eşê her boy bidirkênî
nezan neqîzey tê bwejênî
le řesenî çak debê şitî çak
le maynî ḧidûd yeksimî çalak
qozî bê zwad qawe qawêtî
tirxêney bê tam şew piławêtî
lekin asniger kesê danîşê
bergî desûtê ya serî dêşê
le serî meřo ḧeyat ba nebem
ba lêfe le ser hetîw la nebem
kê pesind naka qisey wa becê
dest eger şika xwar dêtewe cê
kes pena naba bo sêberî kund
eger cêy nebê le şar û le gund
dûřû qiseyan bê î’tîbare
wek nîsk ne ber ne piştî dyare
le keřemî kem megre behane
kemî hêndê kes, be zor bizane
eger lalût bê le keřemî kem
bê şik dekewye ber lome û leqem
meşhûre herkes be kem nezanê
pyawetîy zorîş be kem dezanê
du’ay pyawanî jîr û be heste
em deste muḧtac nebê bew deste
bê hêzî xetay řon nebatîye
kem xwardin le kem desełatîye
ay xozge şofar lał û keř bwaye
awxiwardinewey gurg legeł meř bwaye
le zanayekyan pirsîwe pêşû
zîndû le dinya zore ya mirdû?
cwabî dawin ew şîrin witare
mirdû le zîndû zortire dyare
bêcge lewaney ta êste mirdûn
ewaney mirdûy jinin, her mirdûn
ew kate małit kira be pêxust
gewre awî řişt, çûke pêy řêxist
bojo bû ewî xoy le pênaw na
hî şaxî hat û hî baẍî řawna
kes bû be nakes, nakes bû be kes
qedîm wecaxan derçûn be ’ebes
çiray mezłûman kiz û bê nûre
awî załman ser berew jûre
dayk ke bû be bawejin dyare
bawkîş her ebê be bawe pyare
çikoletrîn kirdewey ’îsan
le sed qisey zil baştire dîsan.
kesê be zor û be keşmekeşî
’îlaqey biken pîs nabê leşî
kê ’îşqî gelî be diłda naçê
awî amûn û tûnî baba çê
kesê daykî xoy neda be xeter
be daykî xełkî çon naba zefer
dełên payîzî serweşên çake
gwaye zistanî xoş debê kake
sefer û sewda dû bełgey çakin
taqîkerewey pak û napakin
kê gwêlkî xełkî bo lay xoy bênê
her gwêrewsarî be dest demênê
le hewraz û lêj qet mełê kutin
le ber ba hegîz mekêşe tûtin
be zawabendî hetakû mirdin
nekey biçye ser małî babî jin
zistan byewê xełkî bika qiř
be şew sayeqe û be řoj hewrî piř
pyaw minałî xoy kem řûy bidatê
newek bê ewan hełneka satê
tołeyan le bîr naçê dû dił piř
nemar kilkî xoy, ne baẍewan kuř
binî hembanet kunî têda bê
be cewał têy kih, hêşta piř nabê
dełên her jinêk mêrd bîka sengîn
’ałem hełsitê, pêy nabê nengîn;
bełam her jinê mêrd bîka tiřo
be hemû ’ałem nakirê peřo
pyaw eger şêre yaxo piłinge
jin derkî neka, kemtir le pinge
jinî wa heye pyaw deka be pend
her jinîşe pyaw deka serbiłend
pendî pêşînyan xorakî gyane
mosîqay diłe, baxçey jyane
pendî pêşînyan yadgarîye
mîratî konî kurdewarîye
pendî pêşînyan gelê pîroze
mayey şanazî bo gel û hoze
pendî pêşînan bełgey xebate
dyardey mêjûy gel û wiłate
be berdî dujmin lêt bêtewe post
nayeşê be qet giłî destî dost
eger barî ker tifeng bê pakî
gurg tûşî bê deyxiwa be çakî
wehay fermuwe řesûlî ekřem
siławî xway lê bê hemû dem
miro pîr debê hêzî namênê
dû xisłetî ew ciḧêł demênê
yekê temaḧî bê ḧed û sinûr
yekê arezwî zor dirêj û dûr
çawit nabestim xoy berḧizûre
goştî serçeper witey meşhûre
wa nexuşêkman kewtuwe le małê
be şew denałê be řoj demałê
hoşî tasawe le taw mişterî
agirî berî dawye le serî
xo be zil zanîn hî taze kuře
gewc û nezanin lêyan bibûre
le naw afretan em pende bawe
le gelê şwên û cêga witrawe
jin dełên meço bin nîsêy berdî
cêy humêd nîye wek beqay mêrdî
ardî xom lê kird kepekim dabêşt
gelêkim tałî û swêrîy dinya çêşt
nexewtûm le ser řêgay em û ew
ta xewnî ałoz bibînim be şew
zorim cefa dî le řêy diłdarî
bûme şwanekey ḧeq nadyarî
boye kesî xot pêt hełdekałê
řêwî derewey, şêrî le małê
her jinê be dem pyawa hełşaxî
małî bo çol ke û řake bo şaxî
be qisey em û ew kes hełnetîzê
aş le mîztin bê řojêk demîzê
hetakû kellem dedrûn le cawî
le bîrim naçê derdî bê çawî
detwanim azar nedem diłî kes
çîbkem le ḧesûd le xoşî tûřes!
be şan û qołit bîbey bo kabih
pêy zyaret key hemû esḧabih
be koł bîgêřî ew ḧeq nenasih
her heman aşe û her heman kasih
cwabî pirsyarî dujmin nazanim
dyare nazanim řeḧetî gyanim