pendî pêşînyan 4
Li pirtûka:
Diyarî Mehabad
Berhema:
Mela Xefûr Debaxî (1927-1990)
10 Xulek
1797 Dîtin
hêndê têkhełçûn cêy humêd nîne
şeřî kone qîn germ û betîne
xeyał xezêney be kes nedawe
zêr dozînewe xeyałî xawe
em pende kełkî bo gwêdêrane
kê le ser sebre, leser xêrane
kerî dêz deka ḧez le topînê
takû xawenî zerer bibînê
bîrî her le lay hel û hełmete
çûzanê gurg, meř be qîmete
qesem bew kesey neza û nemerge
tobey beřastî gurg her merge
takû biz şîr da û beşî dapîr da
ew kilke qułey řêwîy feqîr da
qîl sipî debê, bê diroy feřzî
kilkî wiştirîş degate ’erzî
ta gurg deka tobe wek nesûḧ
sebrî eyîwbî dewê û ’umrî nûḧ
em neqłe diłî pyaw dekate berd
qel be qel dełê: řût řeş bê namerd!
ew kesey debû nedořê, dořa
bo asnî sard dekutî lexořa?
nesîḧet naçê be mêşkî kerda
kê dîwye bizmar biřwa be berda?
’amlanî kesê xułqabê naḧez
herwekû gwêze bîdey le gumbez.
çun koşkî hîwat binaẍey boşe
pêşt poła bê, paşt kiłoşe.
besman be serda lêde gîz û fîz
pêwedan xoşe, newek wîzewîz.
dełên nabarê le hemû hewran
diłnyaş mebe le sûřî dewran.
lawî kurd le xoy bestê fîşekdan
hîç şayek qebûł naka be sepan.
emeş neqłêkî lemêj û kone
padaran bigre, bê pa hî xone.
ewey to qînit lê bû, xira gił
deca çingê řon hełsû le ser dił
le tirs û xofî marî bedkirdar
le penay agir xom dawe ḧaşar
xoşîm nedîwe lem řojgare
wetî hem îmsal xozge be pare
destî temaḧit hênde pan meke
xawenî keřem peşîman meke
em neqłeyan zû kird bwe şî’ar
be qûnî muflîs řîşî temaḧkar
kiç şû ka dayk demaxî saze
kuřîş jin bênê, tunde mecaze
xełk le des to demêke yase
qiłp ebêtewe ke piř bû kase
pêm seyre to zor be xot denazî
ne serî sîrî, ne quniçkî pyazî
ne hênde tał be, tif bitxate der
newa şîrin be, qutit den yekser
zor kutin çîyh? řîs û gurîse
ta yekêk dełêy duwan bibîse
pyaw małî dewê û jinan zêř û zîw
bizin xemî gyan, qesab xemî pîw
ewey lêy deda lafî qeyserî
kunî mişkî lê bote qeyserî
her le konewe wa hat û wa çû
gułçin diřûyan be distîda çû
kê koy kirdewe be zeḧmet û řenc?
kê bextewer bû be gencî bê řenc
şorşî kawe bo fereydûn bû
karî xatûn û nawî meymûn bû
kwêxay lêkewtû mêy derebege
gurg ke pîr bû, mexserey sege
jîşk be ferxey xoy dełê řołe
bêçûy kê be qed tu nerim û nołe?
le ber diłî min, ne qaqûm, ne qû
nerim û şil nîne be set yekî tû
lay baweřneker xot mandû meke
teqey bo bêne le binî kûleke.
eger natxurê to binî řanî
çîte le mandû nebûnî şwanî.
jin eger nawî sûkî dwa xistî
xêra sê berdey binê le mistî.
pyaw eger hawřê nebwe hawbîrî
dełên sê berde û małî feqîrî.
’eybî yek kutin le ’eqił dûre
dyare wek tifî ser berew jûre.
le çawî xota nabînî gasin
şûjin debînî le nêw çawî min.
dezanê ewî be bîr û jîre
xetî xwar le bin serî gay pîre.
xwawendî mezin kar bê cê naka
ta kêw nebînê befrî tê naka.
kesê le meydan go debatewe
katî řiq hestan qîn bixiwatewe.
pyawetî û îşî merdane kirdin
le bexşîn daye, nek tołe sendin.
çun be derd dexwa, çarey derdî ke
şêf û werdî kih, le ser berdî ke.
keçeł dermanker bwaye bê guman
le pêşa serî xoy dekird derman.
eger lê geřê şofarî bedfeř
aw dexwatewe gurg legeł meř.
dirozin şitî le bîr namênê
ḧafîzey keme, zû dademênê.
kengê dirozin cêgey biřwayh?!
tenanet dełên dujminî xwaye.
wityan be řêwî şahîdit kêye?
witî: kilkî xom, baweřim pêye.
beytî řostemyan ser leber şewê
xwêndewe, yekê hate cwab lewê:
kake gyan mełên qiset bê cê bû
nemzanî řostim, nêr bû ya mê bû!
ełên ḧałî bûn le nan û piław
tamî xoştire, bebê çaw û řaw.
de’bay wa heye dexoy goştekey
de’başe debê goştî derxiward dey.
pêm xoşe laşem le dûm bikêşim
bełam minetî nakes nekêşim.
her be minałî şêrekuř dyare
lawêç nimûney xerwar û bare.
ewî qerzî kird be temay dahat
hîway pê nebê, tayekî dahat.
heweł cêgay řimb weber çaw bêne
be diłnyayî řimb biçeqêne.
çikoletrîn kirdewey ’îsan
le sed qisey zil baştire dîsan.
estemêk nîye ke hasan nebê
pyaw ew pyaweye herasan nebê.
bîstûme dełên mar hetakû mar
nexwa, nabête hejdîhay zordar.
ḧez dekey neçye jêr zincîr û kot
damezrê le ser pet û sîngî xot.
kê řazî nebê be bext û beşî
temen ser deba be çareřeşî.
jin dełê nanî wişkîm dest kewê
xoşe, nek piław le penay hewê.
paşayetîye małî betenê
kîtełey tenê, beheştî benê.
qazanî mêrdan be ḧewt sał carê
dête kuł, bełam deřjê be carê.
miştey hemane û dasî řemane
zor bawe le naw dostî zimane.
boye weřez bûm min lem jyane
řêwî le ḧastim şêrî jyane.
xirapit bo xot danena kake
xudaş û xurmaş, tegbîrî çake.
aza kułî dił deřêjê be qîn
bê desełatîş be giryan û şîn.
beynêke biřwat be kes nemawe
"nêre bîdoşe" le to řûy dawe.
nandên kun meke, lêt xwardibê nan
çêjet le xwê kird, meşkêne xwêdan.
herçî nebûbê neyanfermuwe
bîrî dwayît bê, ewî çû çuwe.
wirya be namh! ta nextê zuwe
ta zołeçerim aw neybirduwe.
min le xełkim bîst, toş bibîse lêm
cam dełê bişkêm bełam nezrîngêm
le dûy wêł mebe taze bê sûde
baz le berege derçû bêhûde.
qise bê kełke diřêj û zor bê
kem û diłgir bê, ne zor bê û bor bê.
zerer le nîwey bigeřêtewe
zûtir qerebûy bo dekirêtewe.
derfete herçî desbecê kirya
xozge bew xwêne şew dê be serya
birîn ta germe sûk û bê tirse
ke sardewe bû be jan û qurse
sûtawe le swêy xałî gerdenê
hênd tamezroye be doş dejenê
řûbînî û řya bo berḧuzûre
çaw ḧeya le çaw deka, meşhûre
sewle zyad nabê be kilkesûte
wiłamî dedrê be tûte tûte
xałe gyan! boye pêt dełêm xałe
çoleke bigrî bo ew minałe
nabûtî destî pełp û byanûm
le sacî ’elî nawim kebanûm
tasem lêt neşka nardî be dûta
bo nanî beser sêłewe sûta?
hawîn çû, diřa lêfey feqîrî
çen tałe jînî feqîrî û pîrî
jin tosnîş bin, le feqîryane
toran û zîz bûn şîr û tîryane
pyaw çeqoye, jin bote hesanî
tîj û kulî eka be hoy zimanî
řiq heye çen mał awedan deka
řiqî waş heye mał wêran deka
hêdî bih, ta xwên debziwê le řeg
qedîmî dełên şeř hatwe bo seg.
şeř îrade bew ser û simêłewe
tûşîş bûy, řêgay aştî bêłewe.
zor derheł mebih, hoş metarêne
çawit sûr nebê, kef meçarêne.
kakî xom dinya zorî pê dewê
řojîkî wa dê çaw we çaw kewê.
wek dełên her kêw we kêw nakewê
ademê ḧocey be yektir ewê.
meşhûre bizin bo taqe şewê
cêgay xoş deka le kwê werkewê.
kesê be pîrî fêr bibê piław
le batî demî, des deba bo çaw.
dełên ademî teyrî bê bałe
le çoł û çya wêł û ’ebdałh;
ga le pêdeşte, ga le dem yałe
řojê dûrułat, řojê le małe
dû şit hen başin, hem hoy nemanin
agir û awin wa bê amanin.
kesê tawis û tûtî xoş dewê
řêy hîndustanî debê berkewê;
kê şorî ke’bey leserî dabê
derbestî çeqłî muẍîlan nabê.
bab destełatî da be ’ewladî
debê biçêjê derdî bê miradî
kê le zorzanî, babay ’eyare
nêwbangî le gişt dêhat û şarh,
kê be qet hemu kes qîn estûre
kê le xwên řiştin aza û cesûrh,
kê řojî de’wa merdî meydane
swarçak û řeşîd, şêrî dewranh
kê tirs û bakî nîye le dujmin
pêy banadrê hergîz benî jin
pêt dirêj meke zyad le endaze
sereřo mebih, îzin bixiwaze
be kełezeřî bot naçête ser
dinya be pûşî negîrawe ser.
le çawnezêrî wazbênî çake
bew gez û řibet nadenê kake
du’at ewe bê şîrîn tał nebê
qet natebayît le nêw mał nebê.
jin be pyawî kut to hîç mekře
îtir debête çepere şiře
bê wefa zorin le jin û pyawa
çake û pyawetî deden be awa,
bê beqa û sipłen herwek pişîlan
sêberyan çeşnî tûdiřk û şîlan.
bî, henar û bey key dênête ber?
şexte nabête şinebay seḧer
mařêk bexêw key be qend û şîrî
xizmetî bikey ta katî pîrî,
çake legeł ew bikey berdewam
be dewrîda bêy wek bende û ẍułam,
řojê le qaç û qulit de’ałê
pirzet lê debřê, detxate çałê;
waye akamî dostayetî mar
be witey meşhûr: şer’î mar be dar!
şêr hergîz naxwa cê demî řêwî
eger le birsan bimrê le kêwî,
heło naçête hêlaney qaław
ger hełpiřûkê leber sûretaw.
mał çunkî hera û huryay kem bûh
her dełêy aşe û awî kewtuwe
dełên mame gyan gunit be çendih?
dełê be seng û terazû bende!
ger bo to hebê leçk beserê
bo minîş debê kiław leserê
çun qułefîtne awrî bin kaye
nakokî wa zû kotayî naye
dełên segêk çû aşî listewe
segêkî tir çû paşî listewe
qet pyawî tûře nedwênî çake
beřû le demya teqîwe kake
ewey le hîç kwê bot zewt nabê
řenge ałetî le qing kirabê
hênd be peleye bûkî řazawe
her dełêy espî bo zîn kirawe
çun tûşî xem û meynet û dax nî
’îsa girtûtî û mûsa têy axnî
çawçinok awa qołman lê hełka
xozgem be kifin dizî heweł ka
her le xom neden, biden le hawřê
pêm le cewałî ka û gizre dedrê
hawsê małêkman hebû bê minał
le kûçe û kołan ke deydî minał