pendî pêşînyan 2
Li pirtûka:
Diyarî Mehabad
Berhema:
Mela Xefûr Debaxî (1927-1990)
10 Xulek
3477 Dîtin
naçê beřêwe awa karubar
be zistan qumar be hawîn şewkar
serbarî xełke tenbełî bê xêr
destî manduwe le ser zigî têr
emeş pendêkî cwan û dêrîne
nwêjker nûrîne karker şîrîne
ew řoje her dê serkewî le kel
bew merce becê nemênî le gel
wa meşhûre şwan heta bixewê
merekey zyatir lê dûr ekewê
nanê řoj peyda bike û nanê şew
hełmegre hergîz minet lem û lew
hew hewî swaran hîçyan pê nekira
be şiłpeşłipî pîrêjin çi kira
dezanî ewey jîr û bebîre
xetî xwar le bin serî gay pîre
şwên bo ser pîşey xoy deçêtewe
gya le ser pincî xoy deřwêtewe
emeş bizane pyawî wirya û jîr
şanazî naka be bab û bapîr
be min çî dwênê bawkî to xan bû
xawen dîwexan sifre û mîwan bû
şerte to îmřo ẍîret binwênî
bo xot beřey xot le quř derbênî
diz dîwarî kon aza debřê
beře her le lay tenkî dedřê
îmřo bixewî be temay sozî
le qujbinêka gencê wedozî
řûbeřû debî legeł jînî tał
çunkî be xeyał kes nebwe be mał
be řoj bigeřêy betał û ḧetał
şew be distî piř naçêwe bo mał
kê řojî řûnak çiray hełkira
şew newtî nabê bîkate çira
ta şêwit çewre dêne dewrit kes
bawik bê bira, amuza fires
sa werne seyrî em neqle xoşe
min dełêm nêre ełê bîdoşe
zor kutin qur’an xoşe dyare
qise hezare, dûyan bekare
pêy nawê îtir em beyt û bawe
mizgewt řûxawe mîḧrabî mawe
konebergî xot pîne û peřo key
nek tazey xełkî le berexo key
hengiwînî xełkî ke des neda bot
qena’et bike be doşawî xot
pişîle demî bo dûg nedeçû
deykut pêm naxurê çen swêre pekû
seg eger nemrê le qesabxane
lêy zaye debê ew ’umre cwane
bira wa çake neykeye layî
biraman birayî kîseman cyayî
ser û mał le tom dirîxî nîye
bizin le set timen hîç kemî nîye
pyaw eger le jin le behane bê
karekanîşî ’aqłane bê
pêy dełê eger ard dadebêjî
xot bo badedey to meger gêjî
kake zor bo lay xotî metaşe
neşîş bisûtê ne kebab başe
natewawî hoy qiře û cencałe
bełam sifrey piř aştîy małe
lêm řûne ke toş nebî be yarim
be yarî xuda desazê karim
ke wityan xase zû hełmemase
be xase xase gû meke kase
kuř kuř bê çawî le mîrat nîye
kuřê kuř nebê małî bo çîye
mar xoşî nehat le sîrî bê’ar
le ber kunekey şîn debû be bar
bêgane wekû but bî perestî
axrî û ’aqîbet dênî nişsitî
bîstûme le zor pyawanî řoşin
feqîrî xoşe qurtî naxoşin
kê dête małit řanexey qałî
eger be małî be mam û xałî
menaze be bûn megrî be nebûn
hîçî ta ser nîn ne bûn, ne nebûn
em qise gełê be sûd û kełke
pyawî xoş ḧîsab şerîkî xełke
ew kesey řaste û ḧîsabî pake
le ḧîsab kêşan bê tirs û bake
le çakey kemî załim metore
mûyek le beraz bêtewe zore
naşkurî meke bem beşe kake
le quř ewende toz hestê çake
le hewraz û lêj qet mełê kutin
le ber ba hergîz mekêşe tûtin
be zawabendî hetakû mirdin
nekey biçê ser małe babî jin
cêgat ne lêje ne xwar û xêçe
her xewt naye byanût kêçe
xot lê negořê ger bwîte gewre
meşhûre dinya be pêç û dewre
pyaw karêk bika ke pêy bwestê
dû şûtî hełnagîrê be destê
têr nabê çawî tema’ le dinya
kołêk hełgire nepsêy le binya
bîke ałqey gwê em pende cwane
hî pîremêrde qedrî bizane
«tema’ swêrawe wek aw denwênê
ta bîxoytewe tunyetî dênê»
teşwê bî nawit naben be başî
çunke her bo lay xotî etaşî
řende bî hemû řenicit be baye
le heştî miştî bo lay to naye
akarit weku mişar bê başe
hem bo lay xote hem bo ew laşe
taqe kirasê bidřî be pîsî
hezar be pakî bidře her pîsî
ger be dirozin nêwbangit řoyî
bê nirxî le lay bêgane û xoyî
bew kese dekirê biřwa û mitmane
pabendî wefa û ’ehd û peymane
kesê řast nebê qewl û biřyarî
bîxate pişt gwê şerit û qerarî
gewreş bê le naw komeł biçûke
wek pûłî qełb sûk û çirûke
sûr nebî le ser we’de û bełênî
gencî dunyat bê pûşêk nahênî
bê dabnîşîn tawêk dû be dû
bêjnigêk danêyn le beynî her dû
derwanête yek le řwî têbînî
ewtot debînim ke to dembînî
min çende bo to dekem dyarî
toş her ewende le minewe dyarî
heta xawen mał dizî girte dest
diz xawen małî girt û destî best
ewey le pûşêk nekołêtewe
lode kay berin napirsêtewe
bew kese êjin cwamîr û aza
bexşîn le dujmin neka teqaza
bes leme zyatir xot gêl û keř ke
ew maste bê mû nîyh, baweř ke
xoş baweř nebî bew ḧedde çake
ew hewîre aw zor deba kake!
napak hemîşe zît û wişyare
her dar hełênî segî diz dyare
mamir qełew bê yan leř û lawaz
epçiřê heta deka hêlkey qaz
qel ełên lasay kewî kirdewe
řoynekey xoşî le bîr birdewe
beřem heye çon qałîy tu řaxem?
ben kałem le ben çekmey to naxem
xo bezil zanîn hî tazekuře
gewc û nezanin lêyan bibûrh
em pende konim lê biselmêne
le mawey jînit dû kes medwêne
yekê be swarî dê řadebûrê
yek puł dejmêrê le der ya jûrê
załim bê be pird, meřo be serya
qet be demî seg pîs nabê derya
mew’îze le lay pyawî ’eqił kem
beytî bileye û şanamey řostem
aw be awirda kira û kota bû
ew şeře her bo lêfey mela bû
qet mełê bûman bêje hemane
nan ew naneye emřo le xwane
qey naka le ker bişkewî carê
şerte le kurtan nekewye xwarê
ew kese dostî gyanî gyanîte
hawřêy nebûnî û lê qewmanîte
kesê çirûke û mistî qûçawe
şêr be gwê bigrê sûk û bednawe
pêstî ademî beser kişawe
bergî namerdî leber kirawe
haka le daxa bûme dêwane
her kirdey mine û birdey şeytane
mane mirdinî xoş bîrewerî
jane jyanî sedeqeserî
xoşe tenafim biçête milî
nek bexêwim ken be laremlî
naçê be hełe pyawî wirya û jîr
tûře nabê zû, hełnaçê wek şîr
nařasê, heta nebînê beçaw
eger kutit ḧeq, řadewestê aw
kê basî xełkî kird be latewe
bo ewan qisey toş ebatewe
em pende řaste û cêgey baweře
dûzman awir xoşkerî şeře
pirs û řat nebê îşt le paşe
serî bê delak netaşî başe
karî serbexo naḧez denwênê
berdî le xowe seran deşkênê
dełên her şitêk şêt bîxate bîr
dernayetewe be sed pyawî jîr
gêre çon dekirê be biznî hejar!
gacûtî dewê û pyawî konekar
hêndê şit nabê zor bîpşikinî
to kałek xorî ya bêstan řinî!
çakî bo hêna bext û îqbałî
tûtnî xoş û aẍay naḧałî
diłî nasûtê be małî xałî
gulley bayzaẍa, şeq le kendałî
ta ’aqił bîrî kirdewe le kar
şêt karî xoy dî, bijî hezar car!
bê îznî xawen, bexşîn ḧerame
pyawetî le ser awî ḧemame
minet lem û lew mekêşe dim çewt
pûł bide û mela der ke le mizgewt
hełe çawpoşî lê dekirê, bełam
carêk û dû car, nekû berdewam
şitî tema’kar le kiřîn naye
espêy be espe, kêçî be gaye
xoy le bo řawçî dekujê tajî
ta kerê nebê ’aqłê najî
emeş pendêke řûn û aşkira
bira mekûje bo deste bira
kerwêşk hełdê le tirsî gyanî
tacî bo sewle, dek be sindanî!
be tundutîjî kar nabê meyser
mar be qisey xoş le kun dête der
wityan pişîle, gût be dermane
daypoşî be xoł, ew bê wîjdane!
nemdîwe le aş gerimtir kase
řenge le jêrya hebê nîwkase
le zewî bot bê, ya le ḧewawe
qet destî keřem megêre dwawe
neqłe le pyawî şîrîn gifit û lifit
qazîy meraẍeş dexwa małî mifit
wayan fermuwe zanayanî zû
zor direng heye baştire le zû
kê gurc û xêra temaḧî têr bû?
şeytan peley kird çawêkî kwêr bû
eger şeř qûnî le derkit nawe
bîke, xwa be to ya bewî dawe
dest meparêze le wişk û le teř
dełên her yeke şeř û nîweşeř
řêjne barane ya řeşebaye
her ’umrî befir be bay fenaye
eger řemezan ya şeşekane
taze beşî min jem û dû nane
wityan be wiştir boçî damawî?
mujde bê xwa kuřî pê dawî
witî: kuř dyare hêzî ejnome
bełam barî xom her leser xome
goştî řanî xot bikey be kebab
gelê baştire le minetî qesab
be qisey çewr û şîrîn zimanî
to hełxełetêy, gewc û nezanî
hełe û lebîrçûn carubarêke
dełên her ’eqłey le xesarêke
dostit ta nebê wek xot dił be kuł
boy hełmerêje xêra kîsey dił
ta ew nesûtê bo to henawî
hełmeqirçêne cergit le tawî
hawřê gelêkyan wek marî siřn
řwałet dost û lebnewebiřn
îmro lê deden lafî diłsozî
debne dujminî bab kuşte sozî
be kake kake hat be lamewe
bû be succemar day we pamewe
goştezûn dênî birînî xencer
teşer zamî dił deka dîwewder
zanît ke dujmin lêy hełgirtî qîn
jehrî derxiward de, têkeł be hengiwîn
zor kutin bayî nada be qise
ew kesey kese, ḧerfêkî bese
wa buwe hezar, be taqe merdê
bezîwih, dełên sed qel û berdê
bo babit eger besûd û kełkî
qet cinêw mede be babî xełkî
em mandû bûne û ew xo kutane
berberekanî legeł jyane
jînî kem legeł mafî serbestî
xoşe, newek zor bijî be pestî
çi be aşkira, çi be nihênî
deydirûyewe, herçî dayçênî
çake û pyawetî qet naçê le naw
win nabê, eger bîxeyte nêw aw
şwênî mekewe be heway pêşû
qułî ew qułî nemawe, heyhû!
ew kesey nanî bê to nedexward
natdatê biçî bo kaseyek ard
lem dewre kemê bîr kewe, name!
gêret le hewlêr degeřê mame!
gelê benirx û cwane em pende
bo ew kesaney lûtyan biłinde;
kê berzefře û xobezil zane
řojêk deyhařê aşî zemane
heta noreyan dega lem aşe
paşeřoj webîr bênnewe başe
eme şitêke bo hemû kes řûn
bemeylî ew bû geřanî gerdûn
xełkî êranî kirdibû bende
ew dêwezmey xû napesende
akamî çî bû çonî beserhat
řeş û řehende derçû le wiłat