pendî pêşînyan 1
Li pirtûka:
Diyarî Mehabad
Berhema:
Mela Xefûr Debaxî (1927-1990)
10 Xulek
6576 Dîtin
eger qisey ḧeq le min depirsî?
têr agay nîye hergîz le birsî
be qewl û qerar qet mexo firîw
be hîway cîrane wîşke têkuşîw
gwê bigre zerîf! bo em nezîle
mespêre hergîz dûg be pişîle
herçî xot neykey bê sude kake
be distî xełkî mar bigrî çake
le nêw xas û ’am em qise zore
małî xonexor bo çekmeborh
lay gewc û nefam nesîḧet baye
yasîn bo gwêlk, bilwêr bo gaye
ew kesey kûrey newsî le coşe
wek kerî mandû meḧtilî çoşe
natewawî hoy qiře û cencałe
belam sifrey piř hêmnî małe
ke na’îlacî řûy kirde małit
ḧerîfî daykit dekey be xałit
pyawî qerzî kon û xizmî dûr wiłat
dênêtewe bîr ger zorî bo hat
xizim be karî qyamet naye
me’lûme dinya her bo dinyaye
bew kese dełên ’aqił û wişyar
dû car le cêyek pêwey neda mar
be kesêk dełên ’eqłî tewawe
xemî nan bixiwa şutî her awe
carêkit xwardim be sindanit bê
du carit xuradim noşî gyanit bê
gařanekeyan řada be zorî
taze depirsê le manga borî
awrî bin kaye bosoy lê nayh
dizî xomałî le girtin naye
diz û xawin mał ger bibne hawdest
ga le roçnawe derdênin bê hest
eger bikewye ber hełmetî şêr
qet pena mebe bo rêwî bê xêr
cwabî quzełqorit, sindan û derde
pêşîne dełên cêy kiłu berde
wextêk dezanî me’nay ḧewsele
be kewçke awê nekewye mele
zanît ke ḧerîf le xot zyatre
şeřî xotřên nekey çatirh
destêk netwanî bîbřî le bêx
debê maçî key wek cenabî şêx
mirdim le daxî ew zil panêrh
xoy kirde wiştir le tirsî gêrh
wa meşhûre sał heweł beharî
xoşî û naxoşî deka dyarî
nehate berbar eger kerî zil
boxot boy bere be şan û be mil
wayan fermuwe pyawanî zana
kose çû bo řîş simêłî dana
bîstûme le zor pyawanî maqûł
şer be şimşêr û mamełe be pûł
mîwan nayewê sifre řengîn bê
nanit coyîn bê, xułqit genmîn bê
pyawî mîwangir çû bo her cêyh
bê minet nan û xwanî xoy pêyh
hełatin ’eybe bo pyawî şeřker
belam hêndê car pêy dełên huner
xuday te’ala kar bê cê naka
ta kêw nebînê befrî tê naka
bo em nezîleş gwê rabdêre
çêştî piř kaban bê xwê ya swêrh
kesê negbetî bête ser şanî
pełûłe bixiwa deşkê didanî
eger giłułey to kewte lêjî
be tema mebe kes xast bêjî
ḧez dekey dûr bî le gêre û kêşih
be qed beřey xot pî řabkêşe
pêm xoşe gurgî wiłatekey xom
bimxiwa newekû şêrî ’erzeřom
ey xwên mijî gel! ta zuwe bimre
dełên segî har çil şewî ’umre
zig gurgî ser meř! bo wa feqîrî?
xo to hewênî no menceł şîrî!
herçî mêrûle kirdî be sałê
wiştir lêsî da her be qepałê
îş be bê zeḧmet meḧałe bûnî
pyaw masî bigrê teř debê qûnî
awit xwardewe carêk le kanî
berdî tê mexe, xo to însanî!
legeł kê xwardit çayekî tałî
xeyanet meke be ser û małî
xot naḧez meke le kin tełebkar
ḧîsab be dînar, bexşîn be xełwar
hîç ’eyb nakey! debû dařzî
řefîqî qafłe û şerîkî dizî!
şayî legeł gurk ekey be diro
bo meřîş dekey şîwen û řořo
hîwam pêt nîye zil û bê xêrî
be ker nawêrî, be kurtan şêrî.
ewî dost deyka, pêy nakirê dujmin
her carêk naşta deka dirozin
pyaw bexzim û dost debê kołewar
naqełşê, hore le xoy nebê, dar
cêy mist û zille, pêleqe û şeqih
le qedîmewe qisey ḧeq řeqe
legeł em bîr û baweře çonî?
dełên çêştî xoş dyare be bonî.
zor be nefamim dête ber nezer
kesê le esp dabezê bo ker
dar wîşk debê be awatî baz
carêk le serî bixiwênê awaz.
bîstûme parû le zar bikewê
bo koş çatre, nek êre û ewê
naḧeqî kira le minî hejar
ca feřqî çîye, çi gurg û çi swar
pêy nawê îtir em fak û fîke
eger yezd dûre xo gez nîzîke
biçore cêyek hîç kes netnasê
xot hełbikêşe piř be kirasê
be řoj degerê be kirasî ketan
be şew deçête nêw kułî kurtan
ewey le lay to sûk û bednawe
le kirasî xoy da wekû to pyawe
şoyn kiławî xwar mekewe xałe
ferz lewê bê sunnet betałe
xo be kuşt mede bo parwî gewre
bê beła nîye ew dûge çewre
hîç sudî nîye îşî bepele
her bu karî xêr başe ’ecele
dost ew keseye ke bitgirênê
dujmin eweye pêt bikenênê
dujminî zana detka serbiłend
dustî bê şi’ûr her detka be pend
ew kese pyawe be xoy nexuřê
hîç kes le piřê nebwe be kuřê
meşhure dełên berx heta ser
le bin sewete nabê dêteder
naḧeqte eger hîwat nebê pêm
min berxî nêrim be karit deşêm
beqayan nîye esp û jin û çek
bêcge le maneş zorin bê emeg
nanit bixe ber segî bê ziman
meyde be pyawî sipłe û pê nezan
em qise gelê kon û lemêje
mirdû eger mird lîngî dirêje
le qedîmewe em qise qawe
koyr heta demrê betemay çawe
dostî kesêk be katî fer’ane
becêt nehêłê řojî tengane
řêwî be tenya le kûn nedeçû
hejgełêkîşî dekêşa ledû
eger kûpeřon betał bû serî
gurpe wefay bê naçête serî
eger meylyan bê swar û pyade
debin be hawřêy kwêreřê û cade
bergekem şiře lêman bibûre
keway sûr piław dexwa meşhûre
emeş fermûdey qedîmêkane
berd le cêgay xoy qurs û girane
qisey qedîmî le kes mepoşe
dom heta řût bê mezaqî xoşe
eger nem dîba cenabî bawkit
bêşk demirdim, le ’ezret daykit
le şar û ladê em neqłe bawe
gyay şîn be cêgay sextewe mawe
em qise eger tałîşe ḧeqe
do heta zor bê keşk her řeqe
dûřû her waye pîşe û řeftarî
hem le nał eda hem le bizmarî
eger dořandî pyawî qumarker
nełê be gûnim debê sewdaser
qedîmî dełên bo destewestan
hîç ferqî nîye germên û kwêstan
zorî şû lê hełmekêşe kake
aw le aweřo der nekey çake
seg pişt estûre pelamar dênê
be qewey kilkî êsk deşkênê
sefer û sewda dû bełgey çakin
taqî kerewey pak û napakin
řenge derneçî le îmtiḧanim
eger ’eybî to tewaw bizanim
’eybekanî xot bête berçawî
řewa nabînî be kes bednawî
meşhûre dełên xizim be didan
goştîşt bixiwa naşkênê êsqan
kes be řwałet lêt mirç û mone
xwên nabê be aw nezîley kone
her xûyek miro girtî be şîrî
boy terk nabê zemanî pîrî
taze xot dekey tûş derdeserî
be pîrî serî kełaş mî kerî
bo êşî biçûk qet tê mekoşe
gom heta quł bê bo mele xoşe
ewey nefam û bê hoş û gwêye
kutek dezanê qonaẍî kwêye
emînî xełke pyawî dawên pak
alk zyad deka le xoy espî çak
dostî beřastî kwa em zemane
zortirî řefîq bo nan û xwane
be des misî qał bikey be hewîr
nek deste û nezer le xizmet emîr
aşî fire xêw ewende dênê
kakî aşewan xoy bîqirtênê
gewreyî xercî pêwîste megrî
kê banî zore zyatre befrî
wek xohełkêşan ’eybêkî zile
be kiruzaneweş dêtexwar pile
beker nawêrê zilî bê huner
řepeřep deka be kurtanî ker
dezanim lay to em qise tałe
qebałe eger zor hat betałe
heta qebałey xwêndewe, řêwî
kewłî le ḧacet xira le kêwî
ewey paşmile şa ser debřê
şerte aşkira qisey derbiřê
kew ew keweye beranber be kew
bixiwênê tirs û bakî nebê lew
le mirdin tirsî nîye kurî şêr
her bo serbiřîn çake berxî nêr
bew merge dełên cêjne pîroze
ke legeł gel û awał û hoze
biragyan hêsta esp nekřawe
axur hełbestin xeyałî xawe
hetaku mawîn hewłê hîmmetê
min tom bo çîye le qyametê
ewaney xawen bax û bêstanin
xecałetbarî çiley zistanin
goşt xorin hemû de’bay em nawe
keçî her nêwî gurg bednawe
tu pêt řewa dîm em kare cwane
neqłî kełaşî mam aşewane
dyare hemû kes xoşî dewê nan
bo le serdiłî dadenê gawan
qet le şwên çuwan neçêwe çake
bes lêre û lewê kay kon be ba ke
pyaw le dostî kon nabê waz bênê
aw deřwa her zîx becê demênê
aw bitba meço ser pirdî namerd
çiş ba bixinkêy be sed êş û derd
pesenditir buwe çi êsta çi zû
řêwî gerîde le şêrî nûstû
jinî małangeř dekewête swał
pyawî zigeřû qet nabê be mał
wityan be gurg to debî be şwan
destî kird be quřpêwan û giryan
wityan bo degrî xo kespî çake
witî detirsim diro bê kake
nem dîwe îşî hênde naqoła
be serdiřî xoy naqayle coła
şwan dełên şwanî pê îftîxare
nan çinînewey la ’eyb û ’are
her kiçîk dayk tarîfî deka
bo xałî debê şû bewî deka
wehay fermuwe řesûłî omet:
çwar şit le çwar şit têr nabê qet qet
jin le mêrdî baş, ’erz le baran
însan le zanist, çaw le řûy yaran
manga ba kełîş bigrê bedzî
aşkira dezê bê dizî û fizî
sê şit xem le dił derdeken tewaw
řûy şox û şeng û şînayî û dem aw
wek fermûyane pyawanî ḧałî
qet bo ga nabê gwêlkî xomałî
pendêkî tirîş heye lem bare
dełên gay cûtî be gwêlkî dyare
qedîmî dełên dirişt û wirdî
zor seyre giłmet bigrî bo berdî
mirîşk bo xoy weser neka xoł
nakirê be serya be hîç şan û qoł
le qedîmewe xwawendî zana
bu her załmêk zewałî dana
le aşî zorit pê çuwe le řê
wepele kewtûy zû bigeyte cê
le sûrit dořand bexêr neyewe
le ka xerîkî têy hełdênyewe