řojewebûn û qortî sêyemîn

Li pirtûka:
Le Xewma
Berhema:
Cemîl Saîb (1887-1951)
 12 Xulek  601 Dîtin

beyanî le tarîke û lêłeda bû hêşta, gwêm girt le dergayan da, derga kirayewe, řwanîm sê zebellaḧ hełyan kutaye jûrewe, wityan kwanê kabray casûseke, mamey karwançî minî nîşan dan û witî: ewete, bawkim êwe boçî însaf û řeḧmitan nîye, em feqîre ẍerîbe û hîçî lê hełnasê û swêndî meẍlezetan bo exom agay le hîç nîye, le taw derdî nebûnî û kemdestî xoy kutawe bo êre, êsta bê desełat û bê pareye, natwanê serî xoy biqebłênê û xizmetêkî êwe bikat, ewa lêre xerîk ebê, eger boy hełbisûřê îşê, karê egrê bedestewe, lemewdiwa leber destî xotanda ebê, etwanin hemû wextê behewesî xotan bîřutênnewe û leberewe ḧeqî em çakeyetan bo bikatewe. kabray karwançî bem qise mêçkemêçkane gelêkyan legeł xerîk bû, zoryan bedewr û pişta hat le axrî hemû şitêkda wityan ême natwanîn wazî lê bênîn, em xebere axrî egatewe cêy xoy, dwayî ême tûşî musîbet û beła ebîn, kewabû ême xoman boçî tûş bikeyn, her ebê bîbeyn legeł xoman. karwançîyekanîş wityan axir ewa êwe em feqîretan bird û kirditan bekułkî musîbet û ezyet û lêdan û girtin û emanewe çî be’êwe ebřê. newełła kewabû xwa hełnagrê, řeḧmî pê biken wazî lê bênin, hezartan bo dinya kirduwe, emeş bo xwa biken. eme bem gêre û kêşeyewe bûyn heta nizîkî hetaw kewtin, xwa karyan řast bênê ew karwançîyane bedewrupşitî ewanda hatin û tefreyan dan, bełam bê fa’îde bû, ewan heta ehatin şêtgîrtir ebûn û agiryan egirt, axrî yekêkyan weku har pelamarî minî da û qonaẍe tifengêkî kêşa bekurte kelekema witî: hełse babřoyn, temate bem gêlegêle û xawexawe hatûy lêre casûsî bikeyt. êsta min ezanim çît beser ehênim. kuře witim pyawî çak bin řeḧim û musułmanetîtan bê, bexwa hîçim beberewe nîye, eme çend řoje bem baran û sermaye hatûm beřêda, hîlak û birsî û nexoş û ẍerîb, xwa qebûłî nîye wazim lê bênin û ezyetim meden. her ewendem zanî yekêkî tiryan le piştewe zirmuhoř damye ber pê leqe û şepazlile witî: yałła pêşman kewe, wa ezanî serî dinya bepûş gîrawe, ewî tirîşyan lêm hate pêşewe bepałepesto behersêkyan dayan girtim (’eyb nebê) beşeq û zille û lêdan û serusekut kutandinewe pêş xoyan dam, îtir herçende karwançîyekan pařanewe û lałanewe hewł û teqełayan da û dexaletyan pê kirdin, bê fa’îde bû, parey nekird û řayan fiřandim bo kołan, herwa le kołan û bazařda hênamyan beřêwe, xełq û xwa herwa temaşayan ekirdîn, be’zê kes emřiwanî bezeyîy bemna ehat leber xoyewe pirtewbołeyekî ekird, be’zêk kesî tir pêm pê ekenîn, eyanut eme casûse ba bîxwa, temaşam ekird le naw şarda be’zêk qyafetim ebînê herwa însan zirawî lê etoqê, heryeke de dwanze çefte û mişkî û camaney řengawřengyan têk ałanduwe û beseryanewe bestuwe heryeke beqeder berdaşê, çwar řîz û pênc řîz fîşekyan le xoyan dabû, xencer û demançeyan kirdibû beqedyana, herwa xwên le nawçewanyan ebarî. tûşî ême bûn eyanut emeyşiřenge casûs bê, miłozmekanî minîş eyanut bełê casûse, minîş le diłî xoma witim nexêr nexoşîyekey kabray xançîyeke witî minîş girtim û řaburd. herwa bem řenge eřoyştîn dinyaş zor sard û serma bû, hewr û hełła bebawe piruşey ekird el’yazu bîlla, seyrim kird le kołanêkda geyştîn bejnêk xoy û dû mindałî řeşuřûtî pêxawis serqotîn lew ber serma û quředa begryan û şîwen ekirûzênewe û epařênewe, elałênewe û heł’eçoqin, jineke pelî mindałekanî girtibû hersêkyan egryan wek bałałuk firmêsk beçawyana ehate xwarewe, ke çawim bewane kewt û ew eḧwałem dî becarêk xomim le bîr çuwewe witim axo em quřbeserane çîyan lê qewmabê, nemzanî minîş ḧepsim û miłozmim bedwaweye, bê îxtyar le jinekem pirsî xuşkelê ewe çît lê qewmawe wa egrît. her ewendem zanî le piştewe kabrakan zirmuhoř dayanme ber şepazlile û qonaẍe tifeng, wityan to dexiłit çîye beserewe, herçî heye û nîye, to boçî epirsît? yekêk le zelamekan beřq û gałtewe witî ewe çîye. ewe mêrdekey lem beyneda le şeřî fiłane cêge ’esker buwe kujrawe, êsta emane kesyan nemawe û hîçyan nîye, şêt bûn daway me’aş û îdare eken wa ezanin pare řijawe, le diłî xoma witim bexwa başe, mêrd û małî biřwa, bem řenge daway me’aş bika û toyş wa begałtewe cwabim bideytewe, hełbet lew cêgeyeş ke daway me’aşî kirduwe, zor baş û bedłî xoyşî beřê xirawe, boye wa bepêkenîn û keyf xoşî geřawetewe, zor zerîfe, behenasey sardewe nextêkî tir řoyştîn geyştîne meydanîk lewê seyrim kird sêdareyek hełxirawe le jûr ewîşewe sê çwar darî tir pêkewe daçeqawe û pyawêkyan pêwe bestuwe, bew serma û befir û barane çend kes dewryan girtuwe, řût û qutyan kirdotewe, betoyî kiras û derpê, zelamêkî bê însaf bedarêkewe westawe lew quřbesere edat. emma çon lêdanêk, zirmuhořî darekanî empeřupeřî ew meydane egrêtewe, kabraş hawar eka û epařêtewe û elałêtewe û xwa û pêẍember ehênête řica, ezrîkênê û eqîjênê û ewîş her lêy eda û gwê nadatê, ke ewem dî hemû leşim hate lerzîn û diłim daxurpa, hêz û henawim lê biřa wişk bûm le cêgay xom, pêy řoyştinim nema, řeq řawestam. yekêk le miłozmekan têy xuřîm witî ewe boçî řawestawî, wabzanim emet pê xoşe seyrî bikeyt, çawit nefřê toyş bexzimetî egey, emîş weku to leser casûsî gîrawe, wa darî tê ebiřn, minîş hîç hoş û şi’ûrim nemabû ke cwabî bidemewe, le ’ezretana herwa wişk westa bûm, axrî pelyan řakêşam û řayan fiřandim serewjûr pêş xoyan dam, îtir minîş nediłim mabû neçaw ta bizanim bo kwê eçîn, herwa bew kołananeda têyan peřandim hemû dar û berd bonî xwênyan lê ehat, becarê řoḧim çû, ewendem nezanî geyştîne ber dergayekî gewre, qełebałẍêkî zorî lê westabû, her meřo meřo û nabê nabê bû, kesyan ne’ehêşt biçête jûrewe, miłozmekanî lemeř min wityan eme casûse emşew nîweşew girtûmane û hênawmane ebê bîbeyne jûrewe ewanîş wityan carê nextê řawestin, êsta îşî xisûsî û muhîm heye nabê kes biçête jûrewe, qederê řawestin, her kesêkî tirîş ehat herwa řayan egirt, nizîkey se’atêk êmeyan lew ber serma û barane řawestand, xelqêkî zor lewêda girdibûnewe, herwa be’zêk lewane ke ehatin řayan ewestandin liçêkyan heł’equłtand û leber xoyanewe eyanut eha her em care îşî muhîm û xisûsî nebû, dwayî seyrim kird yekêk le dûrewe bekeş û fişêkewe de dwanze kes beşwênyewe tifeng bedest, fîşekilẍ le pişt, xencer û demançe beqed, serzil serzil, kabrake xoy danekanî hemû ałtûn bû, wirde wirde hate pêşewe, xełkeke herçî danîştibûn becarêk řastewe bûn, xotan laden, xotan laden peyda bû, ke nizîk kewtewe minîşyan hestande ser pêyan wityan řaweste bepêwe, minîş le tawanda belerzelerz hestam û řawestam. kabrake ke hate pêşewe bekbir û ẍirurêkewe, beçenage nîwe selamêkî kird û zû seyrêkî minî kird, witî eme çîye, miłozmekanim singyan naye pêşewe wityan qurban eme casûse, emşew girtûmane, wa hênawmane, kabrake em care beẍezebewe têm moř buwewe û pirsî, le kwêwe hatuwe. yekêk le miłozmekan çuwe pêşewe besirpe dû sê qisey legeł kird, ewîş serêkî bo leqand witî êy, kewate bîhênne jûrewe. ew tê peřî çuwe jûrewe, dwayî pelî minîşyan girt û řayan kêşam bo jûrewe, ḧewşêkî gewre û awedan, bax û ḧewz û bałexaneyêkî xoş. herwa birdimyan heta ber bîna û bałaxaneke, lewê beçend pilîkaneyek seryan xistim, řařewêk bû sîxnax bû le tifengiçî û zelamî ẍerîb û ’ecîb ke însan her le çaw pêkewtinyan etoqî, qederêk lewî řayan girtim le paşan miłozmekan damyane dest dû sê nobetçî û zebellaḧ xoyan milyan şikand û řoyştin minîş le qujbinêkewe hełtutam bo xom serim kiz girt leber barî xwada çaweřwanî qeza û qeder bûm witim bizanim çî tirîş ebînim, ew řoje bew řengewe lew sûçeda bo xom hełtiruşkam, nenanêk ne’awêk, nelêpirsînewe, hîç nebû ..... em zelam bew zelamî espardim, le sed kes zyatir hatûn pirsîwyane eme çîye? wituyane casûse û be’zêkyan beẍezebewe lêm moř ebûnewe û lêm ehatne pêşewe. emut’êsta hełm elûşin û be’zêkîşyan benîwe pêkenînewe lêm wird ebûnewe û bete’sîrewe řûyan wer’egêřa.

were sê çwar řoj bem serma sehendeye behîlakî beřêgewe were, şew bew řenge bebirsêtî û bê xewî řabwêre, beyanî bew ḧałewe bithênin bo ew cêgaye, her se’atî mirdinêk bibîne, ew řojeş wa bê zad û aw datnên, inca seyrî řenguřûm biken, ebê çîm lê hatbê, çake le birsana herwa gyane guyîneyekim tya mabû, ke ecûłamewe hemû leşim elerzî. wextî paş nanxiwardin ke şewî beserahat yekêk lew xizmetkarane witî: xome eme gawirsanî nîye em feqîre le beyanîyewe bê nan û bê aw lêre ḧepis kirawe, xwa hełnagrê her le xoyewe lew paşmawane çend parçe nanêkî damê û kaseyek awîşî lelawe danam. witî: ewe bixo, minîş weku har pelamarim daye, nanekem xward û çend qumêk awim kird besera, tozêk zîndû bûmewe, hoşêkim hatewe bebera. îtir kesêk le minî nepirsîyewe. her emut axo key minyan bîr bikewêtewe û necatim biden, berełłam biken û bo xom biçme derewe. le diłî xoma witim şertim emebê, se’atêk le dest em de’bayane necatim bibêt ew řêgeyey ke bîgirme ber îtir awiř nedemewe û serî xom lem wiłate xwênawîye załme derkem û deqîqeyek lew wiłate kawleda nemênim, bełam carê xo hîç lêpirsînewe nîye. le paş qederê řwanîm yekêk be’ezmet û ceberûtêkewe hate řařeweke, xełkeke hemû hastan û řawestan û îşaretî minîşyan kird, minîş benîxenîx hełsam û bepêwe řawestam seyrim kird herwa hat û wirdewrde benaw xełqekeda bepşim û ẍezebêkewe bexełkekeda hełřiwanî. em car çawî bemin kewt, witî eme çîye, em de’baye kêye? witya: qurban eme casûsekeye ke beyanî hênawyane, witî: ey boçî bemnyan newtuwe. a fiłanekes bang ken. kabray ke serlebeyanî le dergay ḧewşe hat û minî legeł xoy hênaye jûrewe bang kira, ewîş beřakirdin hate pêşewe, witî: çî efermûy qurban? witî: em casûse çîye û le beyanîyewe hênawtane boçî bemnitan newtuwe. witî qurban ser le beyanî ’erzim kirdî meşẍuł bûyt fermût carê řaweste, wextî paş qawełtî ewebû dîsanewe ’erzim kirdîtewe, fermût êsta na. ’esrîş ke ’erzim kirdît keçî tûře bûyt, êware hatim ’erizit bikemewe, mêwanit hat êstaş xerîk bû bêmewe ’erizit bikemewe. eme zor muhîme wekû ewanî tir nîye. ewîş çawî çûqand û destêkî bird nay benawçewanîyewe, qederêkî çak řama, minîş herwa betirs û lerzewe temaşay ekem û ełêm řenge êsta bîr le eḧwałî bêdesełatî û bêgunaḧîy min bikatewe û bezeyîy pêma bêtewe û her êsta emir bikat berełłam ken û řenge diłnewayîşim biken bexwa. keçî her ewendem zanî serî berz kirdewe û herdû çawî derpeřî, witî: řast eken beqebrî bawkim eme zor dehşete, adey bîkene ew jûrewe zor çak agatan lê bê heta bangî ekem û lêy epirsimewe. erê geřan, eme hîç qaqez û maqezî pê nebû. kabra witî: nexêr qaqezyan pê nedîwe, hełbet şarduyetyewe, le teḧqîqatda emane der’ekewn, ewîş witî: waye řaste, debîben bo ew jûre, minîş le cêy xom herwa wişk bûm, zubanim bestira. ḧepesam. ewendem zanî dû zirteboz newîne pelim û birdimyane jûrêkî gewre û tarîk lewê dayannam û dergay jûrekeyan leser daxsitim û betenha becêyan hêştim.