eḧwałî xan û duwemîn qorit

Li pirtûka:
Le Xewma
Berhema:
Cemîl Saîb (1887-1951)
 4 Xulek  918 Dîtin

beher ḧałê bû, le qujbinêkî jûreke beturiskey çiray qutîlkey xançîyeke bistê cêgay wişkim dozîyewe, leser ta cewałêkî karwançîyekan beçîçkanewe hełtiruşkam û serim naye ser ejnom. le ewełî ’umirmewe heta ew deqîqeye peře peře te’rîxî jyanî xom xwêndewe ke le dinyada min be’emel û hîway çî jyawim êsta çi řoj û se’atêkim dî, zor zor me’îwis bûm diłim piř bû le xwênaw, bew řenge heta nizîkî se’atêk řam bward, kabrakanîş kerubarî xoyan damezrand, heryeke le sûçêkewe lałupał lêy kewtin, pirxuhořî xewyan lê hełsa. gwêm girt lew nizîkanewe le małêk dengî şîwen û giryan û lawandinewe û kuřûzanewe yet emma çon dengê, herwa berdî etwanewe, herweku bihênê sacêk jîlemo bikeyte cergemewe agirim tê berbû, xom le bîr çuwewe, bê perwa weku şêt řapeřîm çûme derewe, le xançîyekem pirsî witim em şîwen û giryane çîye? hîçêkî wa nîye ew jin û mindałane mêrd û bawkyan kujrawe. kabray tayn beřengî wa bê ehmyetane witî (ewe hîç nîye) ke min le cêgey xom her wişk bûm, meger min şitî wa ewełcare ebînim û kabrayş em new’e şitaney zor dîwe, řahatuwe û emane her behîç ezanê, minîş qederê řamam û leber ew serma û barane gwêm lew giryan û kiřûzaneweye girt û çend firmêskî ḧesretim hełřişit, dwayî witim yařebî to xebîr û qadrî çî bikem û min çîm le dest yet, herwa behenasey sardewe geřamewe jûreke û danîştim her tas eybirdimewe, qederêkî baş bew matemînîyewe serim nayewe, hîç fa’dey nebû, le tawana hîç xewîşim lê ne’ekewt. her ewendem zanî lew dîw xanekewe teqey tifeng û hera û zena û zirîke û hawar peyda bû, çend teqeyek hat, bû beẍełbeẍełb û giryan û şîwen û bangebang, dîsanewe xom negirt derpeřîme derewe gwêm girt, her jin û mindał bûn lew dîwewe begryanewe qiseyan ekird, epařanewe û elałanewe, em carîş le xançîyekem pirsî witim axo eme çîye, em care çî buwe? witî çûzanim pyaw eger min bo emane cwabî to bidemewe ebê xerîkî hîçî tir nebim her cwabit bidemewe, şew û řojî sed şitî wa lêre eqewmê, witim axir xało to ’aciz mebe însan lemane diłî ebê be’aw, çon napirsê! witî axir to şitî wat nedîwe boye hemû şitê epirsî, hêşta řanehatûyt, ewe saḧêbî em małe nazanim çend řojêke leser casûsî û masûsî gîrawe û felaqeyekî zor kirawe û le paşan daway cezayekî zoryan lê kirduwe, ewîş parey nebuwe bîda małekeyan firoştuwe, ewîş beşî cezakey nekird, êstaş xoy herwa ḧepse, keçî ewa feqîre diz hatuwete ser małekeşî ew toze piřupîteyşyan ke mawe hełbet birdûyane, wa tifengîşyan pêwe enên, êsta mindałêkîşî nekujrabêt her çake. witim erê em hemû casûse çîye lêre heye? kabray xançê serêkî lê leqandim û seyrêkî fesałî kirdim û tozêk pê kenî witî: ay bawkim eme nexoşîyeke hemû kes ebê bîgrê, to ẍerîbî hêşta emet nedîwe, bełam çawit nefřê toyş eybînî. îtir minîş bematumelûlî hatme jûrewe û serim nayewe lêy kewtim feqet hîç xewm nebû, eḧwałêkî zor xirap û nařeḧetim bû, le sermana heł’eçoqîm. birsî, diłgîraw, ’aciz, mat, her bîrim le xom û le dinya ekirdewe, her se’ate nese’atêkîş lemla û lewlawe tequhořî tifeng, hawarubangî xełq ehat, minîş le tawana řa’eçenîm, feqet nem’etwanî biçme derewe, her çonêk bû bew ḧałewe řam bward heta beyanî.