çîm bînî lew jûreda?

Li pirtûka:
Le Xewma
Berhema:
Cemîl Saîb (1887-1951)
 14 Xulek  765 Dîtin

le paş beynêk minîş hoşêkim hatewe bexoma, seyrêkî jûrekem kird witim bizanim em jûre çi jûrêke, eme axo zîndane, ḧepsixaneye, çîye? řêy řakirdin û serderkirdinî heye yan na? çunke le diłî xoma witim min wa tûşî em de’ba bê însafane bûm heta mumkin bê çareserêkî xom bikem û xom derkem û necatim bibê, lay xoy bo řîş hatim keçî simêłîşim naye ban. řwanîm lelay řastî jûreke beberzewe dû sê pençerey biçûk heye, şewq û řûnakîy çiray lêwe dyare, bełam çunke pencerekan le berzî bûn, çawim le hîç nebû, lewdîwewe denge dengêkî zorî lê ehat. dengî jin bû ehat, heryeke le awazêk lê eda û qise ekat. betewawî gwêm le hemû qisekan bû, lay çepî jûrekeyş dû pencerey gewre hebû, ewdîwî hemû qenefe û kursîy cwanî lê danrabû. jûreke řazabuwewe, jurêkî řêkupêk bełam çołuhoł kesî lê nebû, çirayşî lê esûta, minîş qederêk řamam wit: yařebî çî bikem min çîm kird bexom, emane çîn eyanbînim, min le kwê û emane le kwê, axo êsta mał û mindałim le çîyabin û betemay çîy min bin! min leber çî weku şêt mał û mindałî xom bêkesu bêder, bê îdare û guzeran becê hêşt û hatme naw em agirbarane, zor diłim beḧałî xom û mał û mindałekem sûta, çend firmêskêkî germ beçawma hate xwarewe û henaseyekî sardim hełkêşa. witim: yařebî to qadir û xebîrî keyfî xote şukirim bebeşt to xot necatderî necatim bidey lem musîbet û beła naḧeqe. eme çi cêga û layeke, eme çi new’e mexluqêkin lêreda, emane çi dił û derûnêkyan heye, min çon řizgar bibim ledest em załme bê însafane, herwa qederêk lem xeyałataneda bûm dwayî witim fa’îdey nîye, bizanim dwayîy em kare beçî egat, carê babzanim em jûrey ke dengî em afretaney lê dêt çîye û le qise û giftugoy ewan min řêgay necat edozmewe bo xom yan na. hestam wirde wirde çûme ber pencerekan ke beser jûrî jinekanda bû, lewê řawestam gwêm řagirt betewawî gwêm le hemû qise û ember û ewberyan bû, bełam çawim le hîç nebû, gwêm daye qisekan, ẍeyrî basî ałtûn û micewherat û cilî cwan û em new’e qisane nebê carê hîçî tirim ber gwê ne’ekewt. dengê ehat eyut qurban jinî fiłane kes cutê gwarey zor ’entîkey heye, ew sałe mêrdekey le estembułewe boy hênawe. sê rîz ełmasî tya qaym kirawe, ełên lewê besed û penca lîrey kiřîwe, bełam qîmetî her tewaw nabê, bexwa ewe her bo to cwane, to lêy bisêne bo xot. ewîş eyut sibeynê zû enêrme serî xoşî û bê û tirşî bê lêy esênim. ew şitî way bo çêye, ba bebê pare ewe bida bemin. le paş ew dengî pîrejnêk hat lewlawe witî bequrban fiłane jin emustîleyekî zimřûtî heye min xom beşew dîwme wek çira edrewşêtewe, diłî nayet boxoy bîkate destî, çend car 30 lîreyan dawetê nayda. mêrdekey ew sałe le şam kiřîwyetî beçil lîre boy, bexwa ewe her bo dest û pencey to cwane, ewîş witî bexwa řast ekey min zor ḧez le emustîleyekî wa ekem, beyanî bixerewe bîrim binêrme serî bîhênin. yekêkîş witî bexwa řenge diłî neye bîdat, zorî xoş ewê, ewîş witî çonî nada, bexwa eger neyda mêrdekey ḧepis ekem û małekeşî tałan ekem. ew peřo beserane şitî wayan bo çîye.

gwêm girt jinêkî tir lewlawe witî bexwa qurban min bîstûme małî fiłane kes pîrozeyekyan heye, sałê le kerbela kiřîwyane beheşta lîre, hînî şay ’ecem buwe, lewê bexşîwyetî dest ewan kewtuwe, ewe bo to cwan û başe, ełên pîroze bo řûnakîy çaw û hêzî dił çake, ewîş witî bexwa řast ekeyt xo ewan her xizmetkarî xoman bûn, sibḧeynê zû to biço ew pîrozeyem bo bihêne, ewîş witî çake qurban. dway ewane gwêm girt yekêk hate pêşewe, witî qurban fiłane kes topê taqey yemenî û dû çeftey surmey zor çakî hênawete xizmetit, ełê ême xoy ezanê her xizmetkarî em qapîye bûyn, kuřekem heta êsta her tûtniçî buwe, cigerey firoştuwe êsta hîç derametî nîye û zor kemdeste xoy xistote em qapîye ke emir bikeyt kuřekey biken bezabit. witî a taqe û çeftekan bênin byanbînim. bexşuhoř hênayane pêşewe (wabzanim ber diłî kewt), witî hełî girin, eyeřo, ca emeyşî pê ne’ewîst, xo ewan bawkîşyan her xizmetkarî xoman bûn, a fiłane kes biço befîsare kes biłê ebê sibḧeynê em kuře bezabit qeyd bikat, beqebrî bawkim neykat diłim ’aciz ebêt, şiłp destî maç kird û qederê du’ay bo kird û řoyşit. le paşan gwêm girt, yekêkî tir hat (eme dengî pyaw bû), witî qurban kwêxa fiłan hemûman ezanîn řeçełekyan hemû lem qapîyeda biřawetewe, baw û bapîryan hemû xizmetkarî em qapîye bûn, keçî êsta beqsey bedxiwa boyan lê dawe û ḧepsyan kirduwe, xerîkin bîfewtênin, emeşřeway ḧeq nîye buxtanî pê eken, meger xwa bîzanêt çend xizmetî heye min eyzanim bo êwe çend car xwênî xoy nawete kase û fiłane cêge û fiłane cêge, ew sałe xoy bekuşt da û xwa neykuşt û çend kesî kuşt, behêwaşêkîşewe witî barêk birinc û hîzeyek řon û pêsteyek penîrîşî hênawe bo metbex û de pênc lîreyîşî hênawete xizmet xot. xanim emey bîst witî çon ḧepis kirawe û kê ḧepsî kirduwe û boçî ḧepis kirawe? ewe her hî xoman buwe, beqebrî bawkim qebûłî nakem, a fiłane kes biço biłê her êsta ebê kwêxa fiłan berełła bikirê, her emşew ebêt bête derewe (le diłî xoma witim xozgem bexoy), şiłp destî maç kirayewe, ewîş biřayewe.

dwa car gwêm girt pîrejnêkî tir hate pêşewe bemnicemnicewe witî: qurban fiłane kes hatote xizmetit, mêrdekey le beẍda hatuwetewe, beşî dû kewa gurûnî gułbatmanî hênawe, ewa bem ’umre geyştûm şitî wam nedîwe û nebîstuwe, herwa pirşingî lê ebêtewe, awî çawî pyaw ebat, bexwa ewe her bo keway xot la’îqe. topê ketanî rêze û topê birincokî çakîşî hênawe, eyeřo to çon qebûł ekeyt, fiłanekes, ha, le bîrit nayet sałî ḧirît ḧirîteke wityan çendê qisey xirapî kirdibû, bexwa qurban řaste bê edebîşe, bełam êwe her nazanin îş biken, êsta ewete kirawe bemudîrî fiłane da’îre, emîş herwa bê me’mûrîyet esûřêtewe, ewîş witî beqebrî bawkim bew qur’aney leser řanî řastim dam nawe agayşim lê nîye û nemzanîwe, egîna min çon qebûłim ekird, ey ewe ne’ebû zû pêm biłên, a biçin befłan biłên ... ’ezil ekirê û mêrdekey em le cêgay ew ebê danrê, şiłpe dest maçkirdinêkî tir hat. tê wirdibûmewe lem nu’e îşane û gelêk îşî tirî lemane ziltir, hemûy lew se’ateda lew jûre bew řenge biřayewe, minîş le diłî xoma witim îşî êre wa dyare hemûy ’îbarete le xełk řûtandinewe û şitî baş û beqîmetî em û ew zewtikirdin û bebertîl hetîw û metîw leser îşî zil û gewre danan û małî taqmêk bequř girtin û hemû ’alem baw û bapîryan xizmetkarî ew qapîye bûn, leber xomewe witim min nexom û nebawkim wa dyare xizmetkarî em qapîye nebûyn û tope taqe û parçe ełmas û yaqûtîşim nîye bîdem, kewabû lem jûre řêgay necat bo xom nadozmewe, em jûre meḧkemey lahay bû, meclisî lozan û ’esbetul’umem bû, çî bû, le zerfî se’atêkda sed new’ îşî tya ḧel bû û biřayewe, hemûyşî kutupiř cêbecê bûn, nanî çend kes biřa û xwênî çend mezłûm win bû û çend kes damezra, ḧeq û małî çend kes zewt kira. duwa car witim ba biçim belay em lawe bizanim lem layewe çî ebînim û lem řûnakîyewe řêy necat hîç edozmewe yan ne? pencerekanî emla zor nizim bûn, hemû şitêkim ebînî, řwanîm gewreke ke emrî kird minyan xiste ew jûre xoy bekeş û fişêkewe danîştuwe û fiłquhoř nêrgele ekêşêt. kabray tirîş ke ser le beyanî legeł miłozmekan minî hênaye jûrewe, ewîş le xwarewe westa bû, herçî ḧerekat û wez’yetî gewreke heye hemûy her ẍezebe û enanîyete, herçî ḧerekat û sekenatî ewîşyan heye, hemûy her teslîm û îta’etêkî piř le qumarbazî û diro û řyayîye, yekêkî tirîş le pena dergake řawesta bû, fişey ehat, destêkî xistibuwe ser miştûy xencerekey, hemû leşî ecûłayewe, herwa xwên le hemû azay ebarî, bêdeng û bêseng kes qisey ne’ekird hemû quřuqepyan kirdibû. le paş nextê gewreke serî berz kirdewe řûy kirde kabray dan ałtun witî: to nabê qet qiseyekî řastit bibê, axrîyekey to serî min befetaret edeyt, axir ew hemû haje û huşeyey to kirdit netîcey kwanê, to ke hatîtewe witit çî, keçî êsta dinya çone, ewaney to hełt řiştin hemû diro û fîşał bûn, bexwa to her bo kuştin çakî. ewîş witî qurban beçît baweře ewaney ’erzim kirdît hemû řast bûn û hîçyan diro nebûn, bełam min biłêm çî mes’eley meşhure ełê (dar pwazî le xoy nebê naqłîşê), le paş min her le qewmekanî xoman çûn îşekeyan lê têk dayn, egîna êsta îş le cêgayekî tir ebû. kułebnekey ke lay xwarû westa bû, ewîş hełî daye witî: bexwa bequrban řast ekat, qise her emeye. îtir ewîş bebê wirdibûnewe û lêkdanewe kutupiř witî bexwa řaste û destî kird beqsey naşîrîn û cinêwî xirap bewane, destêkî da bedesta witî: ax min çî bikem etirsim her negem bew řoje, emane wicûdyan le nawda hełgîrê. kułebney lay xwarû dîsanewe hełî daye witî: qurban hêşta le naw xomanda hezar kesî xirapman têdaye, her xerîkî îş têkdan û casûsîn, bexwa emane defi’ bikirên û le naw hełgîrên çake. gewre lem qisane řiqî hesta û çawî lê derpeřî û marpêçî nêrgelekey fiřê da û hestaye ser pêyan witî: herçî îş le min têk bida û serim lê bişêwênê nabê bimênê, kwanê melakan nehatin, ewanîş wityan qurban nîw se’at zyatre çûn beşwênyanda, her êsta dên. aẍa û ewan hatûn ewetan lewla danîştûn, witî başe ba melakanîş bên (wekû le pêşewe tertîbatêkyan kirdibê û xerîkî îşêk bin ke bemelakanî hełsûřênin wa bû) ewîş le cêgey xoy danîştewe, nextêkî pê çû, serî hełbiřî řûy kirde kabray kułebne witî: lîrekanit gořîwetewe, witî bełê qurban bełam nirxî lîre tozêk zyadî kirduwe, em ḧefteye ême çwar pênc hezarman zyatir gořîwetewe, leber’ewe lenaw bazař zyadî kirduwe, eger çend řojêkî tir sebir bikeyn, bełku ewsa ewendey tirîş bigořînewe, herwa berebere heta tewaw ebê, kabray tirîş witî qurban be’zêk banqenotî hezar řupyeyî û sed řupyeyîş eger bigořêtewe ewanîş sûk û reḧetin, xirap nîn, ewîş witî başe, bełam carê her lîrekan bigořînewe baştire ewanîş wityan: lîre lem yek dû mangeda gelêk zyadî kirduwe çunke ême lem beyneda zorman gořîwetewe, em xebere eřwat bemlaw bewlada, heta heşt no řojî tir řenge lîreyekî zor bêt bo êre, ewsa êmeş de panze bîst hezarêkî tirîş egořînewe, ewîş witî: min emane nazanim, em mange heta eçête ser ebê sed hezar lîrey tirim bo bigořnewe û bom tewaw biken, ewanîş herdûkyan wityan : to xoş bît înşałła tewaw ebê. minîş lem wexteda le diłî xoma witim , nakat lem hemû pareye ke giştî hînî musułmanane dest berê hezar lîre bida bemin biłê biřorewe naw mał û mindałî xot û danîşe bereḧetî bîxon. emca řûy kirde kabra witî: qisey xoman bê êsta to û fiłane kes, yekî de hezar lîreyektan nawete seryek, ewîş bepêkenînewe witî: qurban serî to xoş bêt, hemû dinya hînî êmeye, witî: ne’ ... em qisane hîçin êsta ewîş xoy dête êre, lêy bipirse bizane min řast ekem yan ne? meger her min êwe binasim. herwa lem new’e qisane be’zêk giftugoyan kird, duwacar kabrake witî: qurban teqawîtekan herasyan be’alem hełgirtuwe bo me’aş nazanim emirtan beçîye, ewîş tûře bû witî: me’aş le kwê bênim bo teqawîtî mubarek, wa ’esker û me’mûrekan dû mange me’aşyan wernegirtuwe, ewîş witî: qurban zoryan heye şeş mange pûlêkyan wernegirtuwe, emaneş hemû qîrsîçme û nebez û sehenden, le her qujbinêkewe řêgayan bû, dawa eken û hawar eken, seryan lem ’aleme senduwe, le hemû małan û kołan ke yekêk ebînin dest deken bete’cîzat. ewîş witî emane çeqawesûn û çerdaweřûn, kewate xo pare nadrê bewane em mange herwa yekî çend ḧuqeyek çełtûkyan bidenê le cyatî me’aş ba bîxon yaxwa her ewe bixon, emane boçî çakin me’aşyan bidrêtê? ewîş witî: qurban başe.

emca yekêk hate jûrewe witî: qurban melakan teşrîfyan hênawe, fermûy: bexêr bên ba bêne jûrewe. řwanîm çwar melay nûranî yek le dway yek hatne jûrewe, hemû cibey qołfiş leberda, çawyan řiştuwe, mêzerekanyan hemû sipî weku çořî şîr, hatin selamyan be’edebewe kird û danîştin, hemû lêwyan ecułayewe lam waye wîrd û seławatyan exwênd, le paş ewan sê çwar kesî tir hatin, yekêkyan pyawêkî gewre dyar bû hat çuwe lay jûrewe danîşt, ewanî tirîş le xwarewe danîştin, dû sê kesî tirîş bepêyanewe westabûn, minîş nextêk diłim xoş bû witim êsta em pyawe ke em melayane û em zataney kokirdotewe umêd waye şitî baş bikat, hełbet hemû îşêk bemşawerey ’ulema û pyawî zanist û baş û têgeyştû ekat, xo hîç nebê emane meydanî zułim û naḧeqî û zor naden, înşałła lem naweda îşî minîş dête nawewe û minîş necatim ebê, bem umêd û emele diłim xoş bû, hemû leşim kird begwêçke witim: ebê hemû qisekanyan bibyem, henasem le xom biřî wişk westam witim bizanim xwa çî ekat, eme min carê her bo şitêk egeřêm bełku řêgay necatêk bo xom bidozmewe û lem tarîkîyeda řûnakîyek bibînmewe, heta ehat umêdim ziltir ebû, emut: xo min hîçim leser nîye suç û gunahêkim nîye, hełbet xwa řeḧim enête diłyewe, em kabraye bexutuxořayî min tûşî hîç nakat. em care gewreke řûy kirde yekêk le řawestawekan witî: qisey meḧrem û xisûsî heye wiryabin kes lem dewre nebê, qisekanman le naw xomanda neçête derewe, ewîş çuwe derewe le paş nextêk hatewe witî: qurban kesî lê nîye. xo agayşyan lê nebû ke le jûrî jinekanewe qiseyan ekird eyanut emşew melakan û fiłan û fîsar gird kirawnetewe îşyan heye, lewêwe dû sê jinî destupêwend tegbîryan kird ke le piştewe biçin gwê le qisekan bigirin, lew wexteda gwêm le tirpuhořî pêyan bû, lewdîw hodekewe ke minî têda bûm, sê çwarêk çûn û lewê westan û gwêyan le qise û bas girt.