nesîmî subḧidem dem dem beser minda qeza dênê

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 2 Xulek  440 Dîtin
nesîmî subḧidem dem dem beser minda qeza dênê
le tuřřey çînî zułfî yarewe muşkî xeta dênê
le hemderdanî ehlî dił, emelha boçî penhan kem?
diłim bos û kenarî diłberî ḧûrî lîqa dênê
eger gułgûn deka pencey nîgarîn, dił xeberdar ka
le tasî dîdeyî tarim mudam eşkî ḧena dênê
hewa ḧasił deka dił, ger le ẍem yek leḧze farîẍ bê
bełê, şîşe serî xałî bê, ełbette hewa dênê
le zerdîda řuxim hemzadî kaye û xewfî win naka
be bêřengî, le celbî îmtîḧana, kehřuba dênê
mulûkî tengideste, min nebim, diłber legeł eẍyar
bebê řengî tełakarim řewacî şehřewa dênê
xudawend neqşî teswîrî le diłma ḧek neka hergîz
be yadî bêkesî wek min le bexta diłguşa dênê
le seyrî gułşenî řûy, her zeman dîdem xetakare
nîgahî cawîdaney bo diłim, tîrî qeza dênê
’eceb saḧêb î’caze û saḧîre, yaran temaşa ken
bebê nêş, ejdehay zułfî be ḧelqe ser be pa dênê
çi muştaqim xeraman bê be şoxîy qametî serwî
ẍubarî meqdemî, bo çawî tarim, tûtya dênê
ḧekîm ta xoy neda darû, dewayî ’îlletim nabê
eger zehrîşe şîrîne, be destî ew şîfa dênê
be xałî mesḧefî «salimNasnava edebî»! tekasul ẍeyre meqdûre
be emrî sîr’etî koşiş ke ayey «mase’îErebî» dênê