be xudayê ke řoj û şew dênê
Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
1 Xulek
863 Dîtin
be xudayê ke řoj û şew dênê
diłî min her wîsalî ew dênê
be heway mezre’em direwkerî çerx
dasî buřřa le mahî new dênê
řamî bosey pyałeyî lêwit
subḧî meḧşer xumarî new dênê
fereḧ û ẍem be destî gerdûne
em be ahîste ew be dew dênê
perçemit kewte ser beyazî cebîn
ewwełî subḧe taze şew dênê
tîflî dił herzegerd û layeş’ur
asman espî lacłew dênê
matî kirdim řefaqetî zahîd
her kuca hemnişîne xew dênê
duřřî eşke bîza’etî salimNasnava edebî
qerzî boset deka, girew dênê