felek! er mertebeyê bêt û wefa key, çi debê!?

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  475 Dîtin
felek! er mertebeyê bêt û wefa key, çi debê!?
derî şadî lih diłim def’eyê wa key, çi debê!?
wek dekey ’aşiqî sergeştih hezarê bê řoḧ
derdedarê bih kerem carê dewa key, çi debê!?
min futadem be mîḧen, to be ẍezeb dêy û deçî
wextî gerdiş nîgehê sûyî geda key, çi debê!?
ḧeq, ḧeqî kahê le koh werdegrê řojî ḧîsab
to be kohê guneh er fîkirî xuda key, çi debê!?
dił le qeydî sitemit zare be daym meh û sał
çend řojê be wefa terkî cefa key, çi debê!?
řesmî ’aşiq nîye «salimNasnava edebî» le felek şekwe bika
ser û can bo řehî canane fîda key, çi debê!?