çi ḧasił ejdehay zułifit bedaym weqfî gerdin bê

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  524 Dîtin
çi ḧasił ejdehay zułifit bedaym weqfî gerdin bê?
kerem ke, ba emanet yek şewê tewqî milî min bê
ke bê tîrî nîgahit wextî îma bo diłî xwênîn
be nermîy mome sînem ger be sextîy ḧîsnî ahen bê
nyamî tîẍî padaşe be mexfî dił le sînemda
le wexta her kesê firset be duşmin da debê jin bê
heta cêt ẍurfe bê wek dûrbîne dîde bo çîhret
be tîrî ẍemzet er wek pencere dił cumle kunkun bê
le řûy eẍyar eger şîrîne ḧerfim mesłeḧet waye
legeł merdî geda kelbî diřinde se’be duşmin bê
nenûsrawe le mektebxaneyî ’îşqa ḧurûfî «na»
le cwabit her «bełê» bo salimNasnava edebîe ger emrî mirdin bê