fesłî hîcirit řoḧ dekêşî, wextî qurbit diłberî!

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 2 Xulek  538 Dîtin
fesłî hîcirit řoḧ dekêşî, wextî qurbit diłberî!
ḧesreta bo xom û bextim, herdû ser ẍaretgerî!
ḧelqeyî zułfî xemit mîslî kemendî řosteme
keç nimûdare birot, wek «zulfîqarNava taybet»y «ḧeyder»y
cumle ecramî felek meḧun le nuktey xałî řût
meh le seyrî ’arîzit, wek min be daym muşterî!
’eksî řût nebwaye ger, boç abřûy belqîs debû
key be «cem»yan da le şêwey lêwî to enguşterî
mey leser mey bo dedey saqî mesîne, kafîye
mest û bêhoşim leber îmayî dîde’ebherî!
«way bir ḧalimFarsî» leber xûnřêzîyî mujganî yar
yek be yek diłdoze wek peykanî tûsî newzerî!
şî’rî min wek şahîdêke, ḧusnî maderzadî bê
’arîzî, yekser le mekirî maşîte û zêwer berî
destizenî eş’arî «xaqanîKes»y û ẍeyrim qed nîye
qale nîm, bidzim le her setrê kelamî «enwerî»
şî’rî kes nanême naw sefḧey beyazim ta bibim
mîslî xełqî nîme esłen ḧîle û efsûngerî
diłberî salimNasnava edebî eger bêt û biçête meykede
serbeser bey’et deken pêy, bitperistî azerî!