murẍî dił bo seyrî şayî, wa le sînemda fiřî
zifaf dirwîş aẍa
Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
3 Xulek
709 Dîtin
murẍî dił bo seyrî şayî, wa le sînemda fiřî
bo seday tepłî ’erûsî wa dewałim hełbiřî
aẍe meylî hemserî bû, zorî hewł da, ’aqîbet
çarenûs enguşt numa bû, perdeyî şermî diřî
bêweyê qurb û cîwarî bû le nezdîk xanwekey
zahîren aẍa be wesfî berqî řûbîn daybiřî
namzed talîb be pûl bû, aẍe hîçî şik nebird
zerdigoş asa firîbî da, bebê hîç gwêy biřî
her wekû tełqînî kurdî, aẍe kurtîy kirde kar
bê mela û qazî, lewê derdem bo xoy marey biřî
nîyetî wa bû bînay ’eyş û nîşat amade ka
pîrejin, mirdûy mirê, hat gêçełî bo xoy kiřî
mecme’î cem’awerî bûn bo şew’ahengî zefaf
tûnnişîn û tûrfiroş û teple çwargiwê û gergerî
leqleq û nêrî çiraçî bûn û dome çepłejen
bestego bû «baneyî», «řewḧe» meqamatî çiřî
her ke derkewt meş’elî bûk, aẍe hate hatuço!
wek neheng ewzarî girte mist û textî hełbiřî
bêwe bûk bû hate ber ban, aẍe têłay girte mist
bateqay qamîş leserda day be serya û lêy xuřî
sûrinşînan çadrî sûryan beser bûka kêşa
pîrejin, pîrî nîhanî, kewte řewtî kuřkuřî
bûkê çû danîşt û aẍe zû le serban hate xwar
lingî bûkî wek çelîpa, lam elf la, hełbiřî!
sûrî aẍe seyrî xoşe, sûrî xoşî seřxiře
sûr le sûra serřiqîy kird, tîkî tummanî diřî!
aẍe seyrî kird lewêda, daxwa bûkê çî deka?
berbûkî bedbext seday da: aşewan! aşt geřî!
destekî hate teḧeřřuk, gîngiłî xward wek ḧefî
řêgeyî derbendî best û kef le zarî derpeřî!
hate cunbuş serpetî, herwek çinarî masîder
destêkî hêna be milya, kewte fîkirî kuřkuřî
çokî dada wek huzebir û lendehûrîy zorî kird
małî wêranim, wekû cawî neşoraw daydiřî!
aẍa muzteřiř û muceřřed bû ke pyawîş sełit û qułit
şertî yek ’ehdî le beynî herdûlayan hełgiřî
nîm nihêbî da be metreq, nîm deqîqey pê neçû
nîm řemeq bû bûkeke, dêw’erdełan cergî biřî!
bûkê bêxud, aẍe mest, berbûk be enguşt hate xoy
destexuşkî da be gan, gobendî gêřa û derpeřî!