nezmî da bo řezmî min, herdem ke zułfî piř gireh

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  417 Dîtin
nezmî da bo řezmî min, herdem ke zułfî piř gireh
hem kemendê dête bazû, hem be berya dê zirh
em dełêm wek qeddî toye, ew dełêm wek řûyî to
ger leber serwa qeba bê, wer leser meh bê kuleh
bo xerabî mułkî dił, wa dyare leşkir tîpî best
çawî ew serhengî turke û seffî mujganî supeh
cuz bedî nemdî le duşmin, her çî nîkîm pê nuwand
ça bû pêm zanî, be sed şûştin sipî nabê, şebeh
wa dezanim «salimNasnava edebî»y bêkes le zułmî bê ḧedit
’aqîbet bigrê be sed zarî zemamî padşeh