be mexfî şew lenaw diłma xeyałî zułfî canan bû

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  503 Dîtin
be mexfî şew lenaw diłma xeyałî zułfî canan bû
heta wextî seḧer, herçende xawim dî, perêşan bû
le dîqqet mûy myanî to, xîred dama le ḧîretda
çi fîkirêke ke nazkitir le fîkirî xurdebînan bû?!
dezanî bo le çawit pasî sîřřî dił be min nekira?
le beyna qasîdî řazî nîhanî, tîrî mujgan bû!
demî arayşit, wextî biřînî tuřře, dił lerzî
serit naḧeq biřî, ew kafre meylî be îman bû
le diłma řastey sermeşqî fîkirim bû qedit, boyê
hemû şî’irim ke mewzûntir le bałay nazenînan bû
kemałî ḧusnî leyla, xase bo mecnûn, tecellî da
le yar ew ane min demdî, le dîdey ẍeyre penhan bû
penahî birde ber neş’ey şerabî germ û teř salimNasnava edebî
le we’zî serd û xuşkî wa’îzî bê dił, herasan bû