şořşî xiste cîhan, şuhretî řûyî nemekîn

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  533 Dîtin
şořşî xiste cîhan, şuhretî řûyî nemekîn
bên, be yadî lebî ew banemeke, leb bimekîn
lem derh ême be sed gone cefa se’be biřoyn
dest û pa beste û uftadeyî ḧukmî felekîn!
meke ey dił! be ebed qesdî wezîfeyî caran
îsmen êstake le řûy defterî canane ḧekîn!
piştîwanim heye bo me’reke û cengî řeqîb
segî derganeyî yar û minî ẍemdîde yekîn
«salimNasnava edebî» ême le yema zeḧmete salim derçîn
wa le gêjawî siruşka be şena wek semekîn!