min û badî seḧer yaran ’ecayb bê qerarêkîn

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  2070 Dîtin
min û badî seḧer yaran! ’ecayb bê qerarêkîn
be sergerdanîya her dû dełêy meşẍûłî karêkîn
le sayey dewłetî ḧacîb, mekan û aşnam deskewt
le koy cananeda daym legeł seg yarî ẍarêkîn
le hemderdit meke weḧşet, were bulbul řefêqit hat
binałîn ba becût her yek, řehendey guł’uzarêkîn
seday giryanî xom û dengî nałey dił ledes hîcran
weha dê muttesîl şew, her dełêy zengî zewarêkîn
tenî zar û řuxî zerdim, le ḧurmetda xes û pûşin
le meddî mewcî beḧrî lutfî yara berkenarêkîn
legeł zahîd be teqdîrî felek hergîz cuda nabim
le qurbî ẍeyre řeẍbetda bemîslî sîr û marêkîn
sitadem xom û can û dił be salimNasnava edebî wextê řabûrî
leřêget neqid der kef bo nîsarit întizarêkîn