eger şew řoşnayî bê, leber nûrî qemer zahîr

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  650 Dîtin
eger şew řoşnayî bê, leber nûrî qemer zahîr
deka pêşanîyî yarim le deycûra seḧer zahîr
be sehlî tê megen yaran! ẍubarî meqdemî diłber
be maderzadî e’ma, ger bika nûrî beser zahîr
nîşaney kewser û xulde, zemanî wesłî diłdarim
le ewza’î fîraqa, her mekan, şêwey seqer zahîr
biłên řeḧmê be dił ka, munqetî’ bê ’îşweyî çawî
le peykanî nîgahî, her teref, řêgey guzer zahîr
muheyyaye mekanî newnîhalî qametî serwî
le dîdey întîzarî, řoj û şew ’eynî semer zahîr
dełên: ḧaşa le sozî dił dekey, ey zahîdî kewden!
şîkaf kem perdeyî sînem, bibê şem’î fener zahîr
nîgahî îsmî xoy hełkend be çalakî lenaw diłma
le ełmasî mujey bo nîkte kawwişî huner zahîr
îḧatey serwî dawe ejdeha, yaran temaşa ken
be ḧelqey xoy dirustî kird, le qametya kemer zahîr
leber tîrî nîgeh salimNasnava edebî! çilon mawe diłî zarit?!
deka îmayî diłber xwên lenaw qelbî ḧecer zahîr