bo fîraq şew zor be tûle, yadî zulfîşî leser!

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  438 Dîtin
bo fîraq şew zor be tûle, yadî zulfîşî leser!
zułf û şew payanî çon bê? of xuda! key dê seḧer?
min şiksitime ger nîga kem, to be îma fetḧite
herdû řû kun kun buwe cergim leber tîrî nezer
xo le ẍemzey to, çi cay dił, îstixiwanîş let lete
tîrî to naka, be tîzî, ferqî qîrtas û ḧecer!
dûr le bałay to, weha sûtam le tendûrî fîraq
herdû yeksanin lelam êsta: fezay xuld û seqer
řaste ger baẍî teḧemmul mîweyî meqsed eda,
ḧesreta bo bextî min, ẍeyrez cefa neybû semer
zułmetî zułfî ke efşan bû, ewe lay da le řû
«ٲbiْşîrwaErebî» yaran! nezer ken, mang le hewra hate der
cîlweger diłber le her sû bo nezer bazî deka
lem dere her tîr debarê, bê xeber salimNasnava edebî ḧezer!