wîrdî zuban û fîkirî dił, şerḧî fîraqe serbeser

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  655 Dîtin
wîrdî zuban û fîkirî dił, şerḧî fîraqe serbeser
hełdequłê le ’eynî çaw, xwênî ciger şemer şemer
zułfî syahî piřxemî, ḧelqe be ḧelqe, çîn be çîn
deste be deste ta myan, sîlsîleco kemer kemer
gerçî be boseyî lebî ḧasłe bom fereḧ fereḧ
lêk felek be întîqam pêşim eda seqer seqer
ey diłî herze qet nekey seyrî cemalî řûbeřû
tîrî mujey be qesde lêt, wextî guzer ḧezer ḧezer
bo serî zułfî piřxemî kewte diłim girê girê
ḧasłî da be xatirim sefwetî řûy keder keder!
nameyî yarî sîmten ba’îsî zewqe dem be dem
şamîlî ḧałî salimNasnava edebîe peykî seba xeber xeber