legeł ême felek! bem new’e ta çend

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  541 Dîtin
legeł ême felek! bem new’e ta çend:
min û diłber le cewrit bîn peřagend?!
biřo nasîḧ! le ḧerift gwêm girane
lelay min «bi’d azînFarsî» bêhûdeye pend
řeqîb bigre zibanî lehwî pelît
mubahatit qubûł naka xudawend
nimed nadem be xerqey padşahî
pełas û xez, lîbasêkin lelay řend
mecûsî! narî ’îşqit nagurîze
dezanim metin û me’nay zend û pazend
temame wêłî dunya bim ledest ẍem
welê, ax, ḧelqeyî gêsûte pabend
bedest to qende bom, zehrî helahîl
lelam zehre bebê to lezzetî qend
guşadîy da be dił emřo, şukir, yar
le giryey salimNasnava edebîa kirdî şekerxend