şehdî lebî le’lî yar, qîmetî şekker şika
Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
2 Xulek
1558 Dîtin
şehdî lebî le’lî yar, qîmetî şekker şika
dîdeyî mestî nwand, saẍerî ’ebher şika
tîjîy tîrî mujey geyye meqamê le dił
bo kefî řezmazuma ḧurmetî xencer şika
şu’leyî enwarî řûy, pertewî wa kird ’eyan
êste le bazařî şew řewneqî gewher şika
řûyî diłaramî min, piřye le xişił û ḧulî
xaneyî zergeř xerab, qîmetî zêwer şika
dwênê le seḧnî çemen diłberî min hat û çû
bo qedî wek serwî ew, qametî ’er’er şika
muşkî cuda kird le çîn, şebřewî badî seḧer
weh, le demaẍa be bo nefxeyî ’enber şika
narî ẍemî ’îşqî yar, geyye meqamî ’uruc
pêşî teb û tabî dił coşşî mecmer şika
şahîdî şehir û felek, kewtine meqamî cedel
wextê muqabîl le dûr, xusrewî xawer şika
’îşwe be îmayî çaw, tîpî mujey da nîzam
qelbî diłî zarî min weqtê beraber şika
lucceyî eşkim le xwên ’eksî weha kird zuhûr
bo«filk alatilsErebî»y şêweyî eḧmer şika
gerçî be can û be dił, lem dere her toy xelîl
xatrî «salimNasnava edebî» le řût wek bitî azer şika