serê 4

Li pirtûka:
Siyabend û Xecê
Berhema:
Semend Siyabendov (1909-1989)
 21 Xulek  599 Dîtin
cab dighîje kuřê mîrê ’ereba,
wekî syabend xecê ro - nîvřo,
ji nava êla ’ereba bir.
çaxê kuřê mîr, ev cab sekir,
ji harbûna kef li dev ket.
hêrsa ḧemû tişt hîşt,
bi xulamêd xweva pey wan ket.
birê xecyê mezin, pêřa - pêřa,
’emrî ser birêd xwekir,
wekî heřne pişta kuřê mîr.
lê qereman û tihar xeberê wî nekir,
yê mayn jî xwe paşda girtin.
tihar:
hergê kuřê mîrê ’ereba mêre,
hêjay xeca xuşkîne zere,
bira tenê heře şeř,
her gê dikare, bira tenê,
xecê ji syabend bistîne,
bi mêranî xweřa bîne.
mîrê ’ereba defa hewarê dixîne,
mêr û mêrxasê êlê dicvîne.
- gelî mêr û mêrxasê êl êye zor,
bikin - bilezînin, hespa derxin jor,
lê kin, teng û bera bişdînin,
xwe syabendê silîvîřa bighînin,
xeca zerîn jê bistînin,
serê wî ji miřa bînin!
syabend hela neghîştibû çyê,
sîpanê xelatê gul - sosnê bengîyê.
kuřê mîrê ’ereba bi hêrsî,
xulam xizmetkarê xweva bi lezî,
li ser pişta hespê kiḧêlî,
nêzîkay li syabend kirin,
syabend dengî hespa sekir,
xeca zerîn nihêřî, jê pirs kir:
syabend:
xeca mine nazk û bi qîmet,
delal û tořna mine bi ḧurmet,
syarê pêşêy bi lez tê, kîye?
wê dilvîne, nolê gurê birçîye.
dilê xecê zu - zu lê da,
xecê nihêřî û caba wî da:
xecê:
syabendê minî bêsaw û delal,
tu ’erfutê minî bêtirs û kemal,
syarê pêşin ewe, yê ku îro,
te xecê jê sitend nava nîvro.
ew kuřê mîrê ’erebane,
wê daye pey me nolî gurane.
çaxê syabend bihîst ev xeber,
lê şewtî dil û ceger.
dît peyketî ne birê xecêne,
hespê bin wanada teve şêne.
pêřa - pêřa hesp da seknandinê,
xecê ji hespê da peya kirnê,
ser çayrêd şîn da runştandnê,
nêt û fikira xwe bal wê hîşt.
germa dilê xwe lê kire lêmişt,
rima çarde muvkî rengîne,
da orta xwe û zînê mêrdîne,
hespê şê ajot û zengu kir,
rikêbî ser kuřê mîrê ’erebakir.
kuřê mîrê ’ereba syabend kire gazî,
ku xecê saẍ û silamet bide wî,
xwe jî bê řayê û bibe berdestî,
wî çaxî ewê wan azake mêranî.
syabend:
mêranî ne terezu - mêzîne,
tu bixiwe, paşê bişêkirîne!
ez heme syabendê silêvîme,
kilê çe’vê xeca zerîme,
derba min mêra xistîye,
tu doxtir - ḧekîm nacebrîne!
xecê minřa bûye bermalî,
tucara nagîje te dewarî,
pak dibe tu îro pařa vegeřî!
kuřê mîrê ’ereba gava ev gilî sekir,
şuř te’zî kir, xwe dirêjî syabendikir,
bû şîngîna mertala, reqîna şuřa,
herdû gehîştine hev, nolî dû ḧuta.
syabend we’de undanekir,
zengu li hespê da, kuřê mîrê ’ereba
serê niza çarde movkîva kir
li ser serî ’erdê werkir.
çaxê xulam û cerda mîr,
ewyek ber çe’vê xwe dîtin,
dest - xweda syabend nas kirin,
çekêd xwe avîtin û teslîm bûn.
syabend ew azakirin,
wekî bigîjne jin û zařêd xwe
lê wî xecê dîsa avîte terkîya xwe
berb çyayê sîpanê ajot,
xweřa distira û kilam digot.
çaxê ewana gihîştine şaxêd çyê
sîpanê bedew, wanřa dikenîya,
palê wê gul - sosnava dixemlîya,
bi cuře - cuře nola şe’ir - şimaqîya,
nolî gogerçîna hevřa dikenîyan.
li cêkî řast hespê peyabûn,
seknîn, wekî hinekî řiḧet bin.
syabend li ser çayrê ’eba xwe
bi nazkî raxist, nolî doşeka,
evîna wî, û ew nola kewêd gozel,
li ser ’ebayê rûniştin,
bi lêwzêd şîrin hevřa gilî kirin.
syabend şirovekir çi hatbû serê wî.
xecê şirovekir, çawa birêd wê
wanřa bê bextîya meznikirin,
nebûne xweyê sozê xwe mêra.
çawa qereman pişta wan bû,
bi çi cefakî çil şev û rojî
fincana je’rêva, tenê nav avayîda,
dayna sozê xwe venekşîya,
gumana xwe tucar nebřî,
hêvîya syabend kutasîyê seknî,
paşî xeberdanê syabend
tewaqa ji xecê kir,
serê xwe dayne ser çoka wê,
qasekê wira şîrnî řazê.
syabend:
xeca min, delala min!
dilê min, ’evdalî dibêje,
îro çend roje û şevêye
minê nekirye xewa sibêye,
ezê serê xwe bidme ser çoka teye,
le’zekê bikevme xewa sibêye!
xecê:
erê, syabendê minî şengîne,
delalê minî şengîne,
te eva çend roje nekirîye
xewa sibêye şîrne.
tu serê xwe bide ser çoka mine,
qasekî bikeve xewa sibêye!
syabend serê xwe da ser çoka xecê,
le’zekê şunda hêdîka çe’vêd řeşe westyay girt,
kete xewa sibêye şîrin
(dengê bilûra hat,
«bihara bextewar»).
syabend řaza,
rengê wî řiḧet û ’edlî,
syabend kete xewa şîrin,
sîngê wî fire řiḧet bîn dikşand.
merv tirê ew xewnêda dikene,
hêsabe ji mitalê bextewarî,
zîpkêd xudanê seřa avîtî.
serê wî ser çoka xecê,
řiḧet, xewa sibêye şîrinda,
ewî tirê, hewa, çya û gelî,
gul û gulîlk, deşt û zozan,
avêd çe’vikanîya pêl didin dikşin,
ji quntarêd çya û berfêd belekîya.
timam ji wanřa ’emir tînin,
wanřa şa dibin û bi eşq dikenin.
biharbû, leylan ketbû ’erdê,
xecê bi çe’vêd řeşe bedewî,
nola maşuqa timê syabend dinhêřî.
dinhêřî rengê û yî gul day,
pořê wî kurîşk mizdila,
kilameke zelûlî sitra:
ber min syabendê gulday,
ser minřa ’ezmanê şay,
min nizanbû bageřa ser min wê derbazbe,
du wêřa ser min bibe çîk say!
bê wext gulê neçirpîne, ew guneye,
gula bişkivtî mirazê min û teye,
tevî syabend ḧizdikî heřme ce’nemê,
boy min, ew cineta lap qeydeye.
çiqas ba neyê, neluvîne,
çiqas gurêd çya nezukîne,
wekî dil dila ḧiz bike,
dest ḧubê tu tişt wan natirsîne.
min hîştîye şeneşînê řengîne,
konê mezin, mala girane defîne,
ez nizanim dizgîna suřa dila,
na welle, bextê cahil me kuda bişîne.
xecê nişkêva dengê xwe biřî.
çaxê bedena topik nihêřî,
nogneke kuvî hevraz dibû diřevî.
ji wê tirê ew nêçîrvana diřevî,
pey wê řêz bûbûn şeş gakuvî,
ewana hela nêzîkî topik nebûy,
merv tirê wê qezyayê xilazdikin.
nola xewnê nedîva wîřa derket,
gakuvîkî bedewî, cahlî çe’vixûn,
bi şeřekî nedîtî orta gakuvîyada.
ewî berî her şeş gakuvî da,
no gina kuvî ji wan durxist,
da ber sîngê xwe, çu berb çyê.
ji wêyekê dilê xecê tijîbû,
ji çe’vê wêye řeşe nola tirî,
hêsrêd zelal nola kulyê berfî,
jorda ser gulê suretda hatne xwar,
xemla suretê wê qayrand.
ew hêrsêd wêye nola tirî,
du ḧev ji suretê wê gulol bûn,
ketne ser suretê syabend.
ji wêyekê syabend xewê vecniqî.
ewî xewxî bû, wî tirê,
hewa hate guhastinê,
’ewr - ’ezmana baran dibare,
te’vîyê baranê ser wî digeře.
lê çaxê çe’vê xwe vekir, wira,
çîk saybû li ’ezmana.
’ewra bengizê ’ezman nekirin xurî,
li sufetê xecêy nazk nihêřî.
çe’vê weye řeşe nola tas şil bûn,
dilê syabend wira diqusî.
syabend berxiwe ket, ji xecê pirsî:
syabend:
xecê, delala min, çima digryê?
suretê te sorbûy çi xayrî.
xecê nexwest me’nê wê bêje,
gilîkî din ber syabend dibêje:
xecê:
qet, tiştekî usa tunîne,
syabend:
çawa qet, merv
bê me’nî digrî?
tiştek qewmîye,
lema tu digrî.
dibe tu puşman bûy,
bi minřa řevîyay,
hatî van topraxê xalî?
heger tu ketî dudlî,
ezê pařa vegeřînim, xeca zerîn,
bira dilê min bive kul û girî.
xecê tê derxist, wekî,
hêrsa syabend gelek řabûye,
çuku dîtbû, wê gote syabend.
xecê:
çi ku min dît,
ew nola serhatî min û tebû.
ew şeş gakuvî cerda
mîrê ’ereba bû,
gakuvîyê cahil tû bwî, syabend,
lê nogna kuvî ez bûm.
bona wê yekê jî dilê min,
tijî bû, ez giryam.
syabend serê xwe ḧejand:
syabend:
ay - ay xeca min, nazka min,
ez beranberî gakuvî kirim,
bona wê yekê ez gerekê,
’ese ewî bikujim,
dilk û guriçkê wî teřa,
pêşkêş bînim.
paşî vê gotnê syabend,
pêřa - pêřa řabû seknî.
lê řicaf kete dilê xecê,
ew ji cî řabû, syabend girt.
xwe avîte pêsîra wî,
jê kir lava û hêvî:
xecê:
syabend, delalê min,
xwey û xudanê min,
roj û îmdada min!
were vê yekê neke,
neçe, pey gakuvî nekeve!
yê dû dila jev diqetîne,
timê qezîya tê serî,
were neçe, syabend neçe,
bira ew mirazê xwe şabin,
bira ḧizkirnê bidin û ḧizkirin bistînin!
were neçe, bira ev xeta ji te dûrbe, ḧeta - ḧetîyê.
syabend, were vegeř, neçe,
delalê min, tuřnê min, were neçe!
syabend xeberê wê nekir,
tîr û kevanê xwe hilda,
pey gakuvî ket,
gakuvîyê cahil ewî dît,
deha guclî lez ket,
ser keviriřa banizdida,
ji gelî û zinarařa banizdida,
kete nav mêşê, derket, cyê řast û duz,
dîsa berê xwe da çya, gelîya, banîya.
syabend gele westîya,
bûbû av - xudanêda,
cîkî ’eba xwe avît,
cyê dinê kincê xwe avît,
bezîya û gele bezîya,
ḧeta wî çaxî, çi çax,
ku gakuvî westand û zerê asê kir.
wextê gakuvî seknî,
wî çok da ’erdê zimzimî.
paşê çû hindava darê,
tîr - kevan anî xwarê,
nîşan girt, ḧesabê mêra,
tîr avît pêřa - pêřa.
gakuvyê cahil ’erdê ket,
bû ’orîn, mêşê ew hingavit.
situyê gakuvî zerêda dalqya,
syabendê silêvî berb wî bezîya.
ser serê gakuvîřa seknî,
kêr derxist, sîngê gakuvî biřî,
wekî dilkê wî germ xecêřa bibe.
nişkêva gakuvî serê xwe bir - anî,
sitûryê wî kete pêsîra syabend.
ewî syabend zerêda avît,
syabend ser piştê li çiqlê darê ket,
û çiqil pişta pîlê wîřa derket.
xecê gelekî seknî, difkirî,
digot: syabendê min, tu kengê vegeřî?
lê syabend hela nedzivřî.
saw kete dilê xeca zerîn,
ew ricfî, çar hatbû biřîn,
řabû bê eglebûn syabend geřîya.
gele geřîya, hindik geřîya,
îza syabend bi çetnî dît,
pey îza wî ket, bi lez çû,
geleçû, xudanê serřa avît.
durva li quntara çyê, ser zerê,
cendekê gakuvî dît.
gihîşte serê zerê,
kêleka cendekê gakuvî,
tîr û kevanê syabend dît.
çokê wê sist bûn,
çe’vê wê reşeva çûn,
xudana ser serřa avît.
bi dengekî beyanî kire qujîn,
hêsir nola cewêd kanîya,
ser suretê wêda kişyan.
digeřîya, diluband, hêsir dibarand,
nişkêva nalîna syabend zerêda sekir.
xecê ser zerêda kuz bû nihêřî,
dît, wekî syabend ser piştê,
li çiqla dara çema ketîye,
serê çiqlê sîngê wîřa derketîye,
nalînê syabend dihat gelek kûr,
kalîn kete xecê - girya,
tirê agir ser xeca bê bextida barîya,
pirîskê agir ji dil dipekya,
destê wê sist bûn, qidum şikest.
ber çe’vê wê bû te’rî,
nizanbû çi bikira,
ku syabend ji wir xilaz kira.
xecê:
syabend, ev çi zulim bû,
te anî serê min bêbextê?
way li min, bavo - birano!
te çiřa dujmin şakirin,
wey li min bê bextê.
niha ez çawa te xilazkim?
gulyêd xwe jêkim bavêjim,
nava te, wekî zerê derxim.
xecê:
serê sîpanê xelatê wê bi mije,
ba řabîye, baranê pêřa guje - guje,
kê sekirîye, kê bînaye,
nêçîr nêçîrvanê xwe bikuje.
syabend bi dilê birîn go:
erê, xeca mine zerîne,
bese bigrî, bilubîne,
hêsra ser suretê sorda bibarîne!
sîpanê xelatê tê suřeke sare,
bîna wê wêranê çi xedare,
wê gulê suretê te bike birîndare.
xecê go:
syabendê min, tu menal, menal.
ez ’emrê xwe teřa têkim berpal,
ez jî negrîm, nelubînim,
hêsra nola te’vyê baranê nebarînim.
wextê nalîn te tê,
girîyê min tê,
delalo, nalîn tetê,
dil - cegerê min xun tê,
tu menal, ez jî negrîm!
syabend go:
sîpanê xelatê wê bi mile,
gul, sosin hevřa dikemle,
birîna min ’evdalî ze’ve kure,
dayka min maye bê xwey û xudane,
çiqas çetne, ew çi kule.
xecê go:
gakuvîyo, situru mezno,
situru weke bejna mino,
bira te male xirabbe,
kê sekirîye, kê bînaye, wekî,
te serê sîpanê xelatê,
jef kirîyê destê mêr û jino!
syabend go:
xecê, qurba, tu megrî,
hêsra ser soretê sorda nebarîne,
tu bîne werîsê ḧevit malane,
bîne gulîya ḧevit zerîyane,
ba vêje li zerêye, belkî tu,
min xilazbikî ji vê derêye.
xecê go:
syabend, malê me zozana danîne,
ezê çi bikim, çi bicêřînim,
ezê werîsê ḧevit mala ji ku bicvînim,
ezê gulîya ḧevit zerîya jiku bînim,
wekî te ji zerê derînim,
birîna dilê xwe bicebrînim.
syabend go:
ezê birîndarim, birîna min xedare,
ne ḧekîme, ne jî komekdare,
xecê, bese ewan hêsrê sare,
ser suretê sorda bibare,
hilbet ḧalê min bê heware.
xecê go:
gakuvîyo, ga biçuko,
te situru nola bilaluko,
birate mala xirabbe,
te çawa serê sîpanê xelatê,
jev qetandîye destê ze’va - bûko.
syabend go:
gola sibḧanê kûre,
têda degeře me’sîyê hûre,
xeca min, nazke û delal,
heře mala bavê, teřa destûre.
megrî xecê, tu megrî,
megrî delala min, tu megrî.
xecê go:
menal, syabendê min, tu menal,
ezê teřa bivme berpal,
nalînê te tê, girîyê min tê.
syabend go:
xecê can, were megrî,
delala min, were megrî,
kilê sibḧanê ji çe’vê.
řeş û belek meke xalî.
xecê go:
syabend, delalo, ez çawa negrîm,
negrîm çaxê nalînê te,
kûr û dûr tê, girîyê min,
poř - kuřê, nola tevîyê baranê tê.
syabend go:
xecê delalê, gakuvî bû hurî,
wî ez avîtme kendalê kevrî,
were tu îro megrî,
xilazbûna min tune ji vê zerê.
’eynê bide ber nederê,
belkî kula min ji dilê te derê!
xecê go:
syabendo qurban, tu syabendî silîvî,
tu xweyê tîrkevan, zêř û řindî,
çawa gakuvîyê bê ře’im tu kirî zendî.
serê sîpanê xelatê dar şiqtî,
çilkê xuna syabendê min niqtî,
dilê min bê bextê şewtî,
menal, syabendê min, menal,
kesek tune teřa bibe be’ligî - berpal.
syabend go:
serê sîpanê xelatê wê bi mije,
binê sîpanê xelatê wê bi mêşe,
xecê, sîngê min û dilê min tev dêşe,
ḧekîmekî bîne, wekî birîn ne’êşe.
xecê go:
syabendo, min got, were neçe,
felek xayne, min û teřa qal û pevçe,
nêçîra vê biharê bê’awye,
te ez tenê hîştime van çyaye,
min ne xudane, ne xaye,
ezê hêsîr û tenê mame,
menal, delalê min, menal,
menal, syabendê min, menal,
menal, delalê min, menal,
serê çyayê sîpanê wê bi dare,
xeca teyê li vê derê tenê zare - zare,
ez nikarim jorda bême xware,
ji syabendê xweřa bibme belgî û berpala.
syabend go:
xeca min, megrî, melûbîne,
delala min megrî, melûbîne,
hêsra bese ser suretê sorda bibarîne,
serê sîpanê xelatê berfe, dumane,
tu ji minřa bîne gulîyê çil qîzane,
ez, tu nava dû de’nada bibne,
mêvanê êla silîvyane.
megrî, xeca min, megrî!
xecê go:
syabendo, qurba, ba tê, baran pêřa dilîlîne,
kê ji me bêbextařa gulîyê çil qîzî bîne,
wekî bavêjme navkê te, derînim.
menal, syabendê min, menal,
ez poř- kuř, çawa nikarim teřa bibme berpal.
syabend go:
xecê megrî, delalê megrî,
ḧeyfa minê nayê canê minî cahlî,
ḧeyfa minê têye, çe’vê teye belekî,
suřa sîpanê sare, wê wan biqarîne.
xecê go:
çyayê sîpanê xelatê wê bi mile,
avêd cew - kanîya jorda xule - xule,
gakuvîyo, bira te malxirabbe,
teyê çawa terbandîye, rav - tivdîre.
syabend go:
xeca mine remoşî tuyê serê sîpanê,
tu jimniřa şîrê mîya bidoşe,
bese bigrî, bilubîne, hêsra,
nola te’vyê baranê ser suretada bibarîne.
ew dunya hanê dunyake boşe betale,
ke sîřa nemay, xêra min jî teřa tunîne.
sîngê sîpanê xelatê wê bi sitrî,
tu were bona xatrê birîna min negrî,
hergê heval dipirsin, tu bêjî,
min serê sîpanê unda kirîyê lawkê xwey ru xurî.
xecê:
sîngê sîpanê xelatê wê bi dare,
rê tune, wekî ez zerêda bême xware,
minê birîna te bişuşta bi pêçyê zere,
wekî te nekira zare - zare,
ji destê birîna xweye kure - xedare.
syabend go:
pala sîpanê xelatê wê bi diřî,
xeca min, nazka mine bi gulî,
tu bêbext bwî, tenê may rubxêlî,
bese bigrî, bilubîne,
hêsra ser suretê sorda bibarîne.
xecê go:
çyayê sîpanê xelatê bi gule,
avêd kanîya tê xule - xule,
ez çe’vê xwe digeřînim nabînim,
syarê hespê qule.
syabend go:
xecê, ez peřtîm nava kula,
ew kul kurîn ji ḧemu gola,
tu kanîya tev qîza,
boy min timê ḧuba dila,
ez bejna te mame tima.
syabend go:
ro çuye ava, kerî seknîne guhêřa,
tu şîvê çêke ji minřa,
’ewrê reş kimkimîne ’ezmana,
bextê me sarbû, nolî dumana,
kula dilê min ze’if kûre,
vegeře mal, teřa destûre.
feyda min teřa diha tunîne,
tu tişt min teřa venageřîne,
nav êla weda xorit gelek hene,
lê nava wanda gelek quřene,
temîyê min te, yekî bibîne,
bira layqî nevsa canê tebe.
negrî, delala min, negrî,
girîyê te tê, nalîna min tê.
xecê go:
syabend, nede min tu wan te’na,
kula min kûre ma bê dermane,
min darê dunyayêda adkirîye,
xênî ji nevsa syabendê silîvê,
xecê nabe xurê tu kesane.
syabend go:
xecê, ez birîndarim, birîna min xedare,
dunyalk bona min boşe û betałe,
wextê nêçîrvan şaxê sîpanê digeřn,
wê pirsa min ji te bikin,
bê syabendê min ce’nuke tivzîn syare,
li şaxê sîpanê pey karê xezala digeře.
negrî, xeca min, negrî,
negrî, delala min, negrî.
xecê:
syabendo, qurba, kanê rojê buhrî,
lêmişt řabû, bextê me xweřa biřî,
vê sibê gula sibḧanê temrî,
bê xwey, bê xudan dinalî.
çawa şev û ro dihate guhastin,
çawa qiřavî ser çayra rudnişit,
çawa gelî tijî mij dibûn,
dilê xecê tijî kul dibû.
wê neddît, çawa deşt û zozan,
dixmiln, bi gul û kulîlka,
çayrêd şîn û řiḧanêd bîn,
dizîva bi hevřa xeber didin,
dilê xwe hevřa vedkirin.
çi ḧesabî ji sîngê sîpanê,
avêd çe’iv kanîya, berfêd belekya,
bi eşq jorda dikirne xule - xul,
hevřa dikenyan, dihatne xwarê,
xênî ji xwe kesek neddîtin.
çaxê birêd xecê bihîstin qezîya,
hatbû serê syabendê silîvî,
pêřa - pêřa hatne hewara wan.
ewana gele le xecê geřyan,
li serê sîpanê cî nehîştin,
lê li serê zerê xecê dîtin.
ew gele ḧalekî giranda bû.
çaxê xecê bira durva dîtin,
xwe avîte pêsîra wan,
bi zelulî gele girya.
tewaqekir ji bira,
wekî bikin ḧemu mecala,
syabendê wê xilazkin wan dera.
birêd xecê gelek çerçirîn,
wekî bona xecê syabend xilazkin.
lê tu çar û mikan nedîtin.
syabend pak fe’im dikir,
wekî we’dê mirna wî,
gele hindik maye,
bi dengê zirav tewaqe,
ji birêd xecê kir.
syabend:
birêd ’ezîz, êdî cefê nekşînin,
dibe yazîya minda wa hebû.
min viř řiḧet bihêln,
ze’if řazîme ji birêd xwe,
bona ḧurmetkirna we,
ez ji we tenê tewaqe dikim,
sozbidin, wekî hunê wê biqedînin.
bira soz da, wekî keřelal,
tewaqa wî biqedînin,
çi cuřey mabe, ’ese biqedînin,
gilî û temîyê syabend.
syabend:
tewaqe ji we dikim,
çi cuřey mabe, xecê bibin,
wekî ji derd û xema,
gulêd soretê wê neçlimisin.
wekî ’enîya wê nazk nolî byoka,
nebe meydana qirçimoka.
wekî ew êdî ’emrê xweda,
derda û kêmasîyê nebîne.
eve tewaqa min ji we.
de heřn, weřa oẍirbe,
ewî situyê xwey bedew xwarkir,
bi çe’vê xweye řeş, wan mêzekir.
axînek hatê pêda kewgirî,
ḧeta - ḧetayyê dengê xwe biřî...
xecê ji cêy xwe nedḧejya,
sarbûbû, sefîl li bira dinhêřî,
tiştek neddît û senedkir.
nizanbû dor wê çi diqewme,
metal û sexîr, çe’vêd xwe,
ji wê zerê û syabend nedbiřî.
lê bira wira mabûne du dil,
ew kula xecê, wanřa jî bu kul,
ewana hêdî bi hev şêwrîn,
hur - mur top kirin, xecê hildan,
ketne řê û çûn.
xecê bûbû kevir, nizanbû çawa,
ew li hespê kirne,
ew ji syabend dûrxistine,
nişkêva çaxê řêda hate ser xwe,
wî çaxî fe’im kir, çira ew dibirin.
ew syarkirne û kuda dibin?
dibin teze bifroşne yekî dinê...
yan bidne begekî, yan aẍakî,
dibin ewê teze bidne mêr?
usa duşurmîş dibû û xwe xweřa digot:
xecê:
«çî miřane ’emrê defîne,
dewlet, zêř, zîv û xezne,
wekî dilê minî êtîm,
ne dikare řiḧet be, timê tî,
ez paşî syabend sax vegeřim?.
ez teze mêrekî din bistînim?.
ez bibim bermalîya yekî din?.
na, ev yek nabe, tucara nabe
na, ev yek tucara nikare biqewme,
ez gerekê paşî syabendê silîvî,
mêrxasê - mêra, xemla govenda,
delalê dilê xwe nemînin dunê».
ew vegeřîya berb birêd xwe,
tewaqekir û gote wana:
xecê:
birêd mine ḧelal û bi qîmet,
min ser zerê hêştîye pêşkêşa syabend,
min ew pêşkêş wira bîrkirîye
xwe eglekin, ezî pêşkêşê hildim,
pêřa - pêřa xwe weřa bighînim.
xwe serê zerêřa gihyand,
li syabend kire gazî:
syabendo, nazko, mêrxaso, delalo,
sibḧan gulê wê bi dare,
tu xwe bigre, ez poř kuřê,
jorda bême xare.
ḧeta ḧetayê teřa bibme hevale.
paşî vê gotnê xeca zerîn,
sîngê xwey mermere vedke bi nazî,
vedke gulîyê xweye dirêje,
xwe jorda zerêda davêje.
sîngê wêy zer li darê dikeve,
dar pişta pîlê wêřa derdikeve,
ew syabend qaym hemêz dike,
merv tirê dixiwaze wî hişyarke,
dar dişkê û du bende tayê řiḧanê,
dikevne nav gola sibḧanê.
sîpan, sîpan tu kubarî,
tu bedewî ji qurnanî,
êl û mesken hemuşk her sal,
te dipirsin, keser bê mal.
tu şade zewala dinê,
ruḧê syabend, dilê xecê,
ku herdû çûne ber mirnê,
û bûne ax ji birînê.
bi dilişkestî distirê bilbil,
ku nêçîrê kuşt nêçîrvan,
bin peřê te, sîpanê delal,
ew bûn dû gul ji ḧuba dil.
hêşîn dibin ew her bihar,
dibin nolî agir ḧusul - cemal,
şewqê dide, ji şewqa te,
řoyê delal, twî her gav kubar.
çaxê bira wê qezyê ḧesyab,
nolî şimayê xweda diḧelyan.
giryan û serê xwe dan,
teze fe’im kirin ḧizkirna wan,
êdî dereng bû bona wan
ewan pos - posîde paja vegeřyan.