serê 3

Li pirtûka:
Siyabend û Xecê
Berhema:
Semend Siyabendov (1909-1989)
 18 Xulek  544 Dîtin
herê syabendê şengîne,
tîmarê li hespê şê dixîne,
lê dike zînê zerî mêrdîne,
teng û bera dişdîne,
lingê xwe dike zenguyêye,
dide orta xwe û zînê mêrdînîye,
řima çarde muvkîye qesaye,
xatrê xwe eḧmed aẍa xwestîye,
bi syarê de’wetêva berb
xeca zerîn ajotîye çûye,
ay li minê syaro, mêrxaso syaro.
syabend dest ḧubê serxiweş,
dor berê xwe tu nedqişrand,
ewî şev û ro dajot, dilezand,
hespê şê ji ajotnê xwî dabû,
ew ji syarê de’wetê,
gele pêş û dûrketbû.
hespê şê ji ajotnê,
gele xwî dabû û pişta wî kef dabû,
wekî siḧetekê zû bighîje ḧizkirîya xwe,
bighîje xeca xweye horî - perî,
sofetê wêy delal û nazk bibîne,
sîng û bera wê kever şabe,
tîbûna xweye qiř û qiřistana bişkêne.
syabend hat... hat... lê tiştek nedî,
ne kon dît, ne jî birêd xecê dî,
usa jî xeca xweye bi qîmet,
syabend ’ecêbmay ma, xwe undakir,
xudana ser serřa avît,
řengê wî hate guhastin,
nola merîyê ser xweş runişt.
altikirna ḧeřafbaşî û li şeřê pêşîya wîda,
altikirna cerda mîr û li şeřê pêşîya wanda,
xwe unda nekir, nola piling hucum dikir,
lê çi bûbû, çi qewmîbû,
kê kon hilşandibû,
kîderêye xecê, xwe ne řevandine...
dibe mîrê ’ereba bi kuřê xweva,
careke din cerd topkirin,
hatin xecê bi zorê birin,
gelo ew saxe, yanê na?
gelo xecê kerba çi kirîye,
bi wê nêtê duşurmîş dibû.
dora kon geřya, nihêřî çar alîya,
wekî nîşanêd şeř bibîne,
yanê jî niqetkê xunê bibîne
nişkêva bin kevrê kuçkê,
hilşyayda ne’mek dît.
ne’mê vekir û şaş ma,
xecê ne’mê ji wêra nivîsîbû,
derdê dilê xwe jêřa gotbû.
ewî nema xecê bilind xwend:
«syabend, ḧizkirîyê min,
birêd min teřa bêbextî kirin,
pêşberî te nemerdî kirin,
dikne ser min, dixiwazin,
bi zorê min bidne kuřê mîr.
ez wî ḧiznakim û naxwazim,
tu zanî, wekî ez gunekar nînim,
wekî bavê min, bi çuktî soz dabû,
mîra ’ereba bi wekî ez bûka wîme.
ez ji wî ḧiz nakim,
dilê min wîda tune,
ez niha jî wî naxazim,
ez tenê û tenê te ḧizdikim,
êdî ez kesekî nakim û nakim.
hergî tu nolî berê,
ji min ḧiz dikî,
çawa ez te ḧizdikim,
hergê mêranî û me’rîfeta te,
hela li cîdane, ezê çil şeve,
ezê çil roja kêrê bigirim,
tasa je’rê bidme ber xwe,
nahêlim kesek nêzîkî min bibe,
ḧeta tu xwe minřa dighînî.
lê tu kîderêy, azadarê min,
ez te ku bigeřim, řonaya min».
syabend keř û bê ḧemd quzbû,
ser kevrê kuçk lezekê runişt,
destê xwe da ber enya xwe,
kur û dur, bi melûlî duşurmîş bû.
ewê usa gelek řunişta,
wekî nêzîkî wî nebûna,
syarêd de’weta wî û xecê.
çaxê ewan berb wî hatin,
ewî ’emirkir, wekî ewan,
pêřa - pêřa pařa vegeřn.
ḧemu pêşkêş û nîşanyê qîmet,
pařa bibin û bidne aẍa eḧmed,
syarêd de’wetê hinekî xwe u nidakirin,
bê gilî ’emir qedandin,
lê syabend dîsa hespê syarbû,
kete řêya nenas û dûr,
kuda diçû, ewî jî nizanbû.
dizgîna hespê şê avîte ser,
diçû keř, bi xemêd kur,
hespê şê ew dibre wilatê dûr.
xwe řêya ’erebistanêye ne ’eyan,
ne nas girtibû diçû.
herê syabendê minî şengîne,
tîmarekê li hespê şê dixîne,
lê dike zînê zerî mêrdînîye,
teng û bera ser hevda dişdîne
lingê xwe dike zenguya zerîne,
dide orta xwe û zînê zerî mêrdînîye,
řima çarde movkîye, qesaye,
hêdî - hêdî berb xecê ajotîye,
ay li minê syaro, mêrxaso syaro.
usa her gê ze’if çû, her gê hindik çû,
tenê ewî zanbû «xwedêva» ’eyanbû,
rojeke bedew gihîşte avaykî,
meznî bilind, sur dorê kişandî.
ji durî wî avay koxekî,
biçûk durva dît û ajot,
ba koxk pîreke bi sere,
teşî destida hirî dirêst,
bin lêva xweda dikire gine - gin,
lê kilama zelûlî nerim digot,
xerîbyê min cîkî dûre,
xezala min xezaleke teze,
lê xwe daye çyê lez û beze,
nizanim nifřî kê bû go,
bira neqetîne cî û nivînê teze,
qulingo - qulingê ha li beřîyê,
xwe daye fêza zerê,
dengê wî qulingî usa zîze,
forma dengê xorit û qîze.
av anîka sibê ezim,
şuşe, dezmala gul gevezim,
ramusanekê min kerem ke,
ez rêwîme, çiqa lezim.
dilê min tevîya vê baranê,
girtî semtê vî çyayê hanê,
rûbara kavla welatê ’erbistanê,
delalîyê malê nizanim maye kêderê.
syabend dest xweda gema hespê kişand,
we’dekî dirêj ji pîrê meta ma.
keře - keř, guhê xweda kilama pîrê,
bê deng û ḧis, ji hespê hate xwarê,
hêdî nêzîkî pîra kilam gotî bû,
silameke mêvanêyê dayê:
syabend:
êvara te xêr, xêr ḧezar car,
dîya mine bedewe, emekdar!
ez merîkî xerîb û rêwîme,
ji xizmet û benda ez ne kuvîme,
boy ḧuba merîya ez timê tîme.
van toprax û meskena nenasim,
dixiwezim we’dekî êlêřa nasbim,
îznê bide îşev vira bimînim.
derd û kolê xwe ber we vejînim.
pîrê:
ji linga ḧetanî serî,
bala xwe da syabenda silîvî,
bi mitalê, li çek û riḧelê nihêřî,
paşê merva tirê tiştek kete bîrê,
gelek řiḧet û giran caba wî da.
xudê teřabe, kuřê minî řêwî.
mêvan mêvanê xudêye delalî,
tewaqa dikim, gereke tu mêvanî!
zû ’emrî ser bûka xwekir,
hespê şê bikşîne hunduř,
teng û berê wî bistike, debrê bike ber,
lê ewê syabend ber alîyê dîwanê,
ser xalîça da runştandnê.
texte rastikirin bi ’eşîrî,
çi malda hebû ser texte danî.
qulxkirin ji mîvanê nenasřa,
kêfa wî xweş dikirin bi meteloka.
paşî qulx û ’ezetê dunê,
syabend derket mêze ke li hespê,
durva sekir dengê def û zuřnê,
ken û laqirdîya, kêf û şabûnê,
bi zelûlî vegeřîya alyê malê,
bi dilê şikestî pirs kir ji pîrê:
syabend:
dayê, ez texmîn dikim,
êla weda ’emir bi şay dibare,
merî distirên, vir gale - gale,
govend digeřn nolî gogerçîn,
zuřne û def, qurtîn û qujîn,
çima hun naçin, temaşa nakin,
çawa merî bi eşq wir derbazdikin?
pîrê:
axîne ke te’il û kur kişand,
li syabend nihêřî piře,
serhatîya kêfê û zuřnê piře,
serhatîya giran, kul û nifře,
tu hê nizanî, tu hê ninasî,
yek dike, duxwe bi ḧewasî,
lê yê din dike axîn û gazî,
digeře birçî, bê kinc - libasî.
pak dibe derheqa teda, lawo, xeberdin,
řast necayze ji řêwîya bipirsin!
ew çi merîye, ji kêderê hatîye,
lê tu bibaxşîn, dilê te fireye,
xerîbekî min jî, nola tu heye,
li welatê dûr û xerîbistanê.
veke derdê xwe, min gorîvanê,
her gê ne suře, tu min dîharke,
nolî dîya xwe, tu min şerim neke!
syabend:
gelekî li pîrê nihêřî
çe’vê wêye belek, pozê pîjînî,
biru - bijangêd řeşe qeytanî,
dêm û suretê mêranî,
û metel ma beşerê re’mî.
kete bîra wî, dayka wî delal,
baweřîya xwe anî ji vê pîra bal.
baweř kir, wekî destê wê bê,
ewê ’esey alî wî bike,
wekî mirazê wî meyser bike.
ewî dilê xwe ber pîrê vekir,
çi ku dildabû jêřa şirovekir.
çi hatî serî oẍirmê giran,
řojê xwe çetin, bextê xwe kovan.
merv qey digot ew gunekarîya
xwe derbazbiwî, hildide serxiwe,
wexta gihîşte ne’ma xeca zer,
nişkêva pîrê hilbiřî neder,
me’lumetî da, ku xeber nede,
xeber çivîke, wê tu bermede.
pîrê:
bese, êdî tu dirêj neke,
heger mêrxasî, qewetê top ke,
serhatîya xwe paşê seke.
îro timam dibe sî û neh roj û şev,
xeca zerîn hêvya te bê ḧew,
fîncana je’rê desta digre,
nahêle kesek berb wê heře.
tenê nêzîk dibe carya wê îtbar,
kul û kesera dilê wê dixiwar.
syabend:
tu bi dil dibêjî dayêcan, dayê,
dêmek xeca min sax - silamete?
pîrê:
sax û silamete, ḧeta siba nîvro,
ew hêvya teye her gav û her řo.
qewlê wê sibê nîvro kuta dibe,
gerekê ji mal derxin wê dilřeşê,
teslîmî kuřê mîrê ’ereba kin.
dengê def û zuřna ku te derva sekirin,
ew de’weta xecê û kuřê mîre.
eva şeşroje, çawa kêf dikin,
sibê roja ḧevta timam dibe.
heger rastî ji xecê ḧiz dikî,
tu gerekê vir tiştekî bikî.
evî şuxulî deqekê egle nekî,
bona xatrê xeca dêm zelal!
çi curey jî mabe, kuřê min delal,
ezê bikim hun bighîjne miraza,
serê biharê, nolî dû řeza.
syabend keř û lal hindava derî,
rast li çe’vê pîrê dinhêřî,
sexîl û sêfîl, dilî gorî,
cî nalpitî çawa kevrî seqî, ew kuřa,
ketîye pey mitalê suřa!
pîrê:
dixiwazî hema vê şeveřeşê
ez caba bidme xecê?
merî nav kêfê danin, ḧemu serxiweşin,
tucara nikarin ew min bibînin.
wekî bibînin, tu şikê nabin,
ezê derê pařa wê mal derxim,
bi kar û tivdarek bibme gelî,
tu wêderê bavê terkya hespê şê,
bajo berb çyayê sîpanê xelatê.
kesek bi çuyîna we naḧese,
hun kuda heřn, kes nabîne.
heger řazîn, duşurmîş nebe,
xwe egle neke, şev derbaz dibe?
syabend dîsa keř û lal duşurmîş dibû.
nexwast caba gilîyê pîrê bide.
pîrê keřbuna wî cuřekî din,
fe’im kir û bi qerf gotê:
çîye fêrz, dibe ceger te lerzî,
ji dengê mêra û bîna kizî?
yan tu ditirsî te’rîna şevê,
hewqasî bû ḧizdikî ji xecê?
ez dinhêřim, çawa têxanê,
ji dilê te derket bedewa sîpanê!
syabend:
na, dayê, usa nîne, tu usa nebêj,
ji tefekurîya wê ezim keř û gêj,
pîrê:
lê tu çi duxwazî, bêje binhêřim?
syabend dîsa hinekî keř bû û dayê nihêřî,
paşê çe’vê xwe cinukir, caba pîrê da:
syabend:
na, dayê, ez teřa neřazîme, naxwazim,
ez xwe ne dizim, şev qîzê biřevînim.
cima’etê çi bêje, çi duşurmîş be,
wekî syabendê silîvî hat, nolî diza,
kete kulîngê, keslê neḧesya.
na, dayê can, wekî situkura min jêkî,
nemerdî û tirsinokîya usa ez nakim!
ne pêşê mine ew nemerdî,
bi nemerdîyê tu nav der didî.
ez gerekê ro - nava royê nav de’wetřa
xemla sîpanê - xeca xwe bibim,
ber çe’vê kuřê mîrê ’erebařa.
bira dinê bibîne û bibhê her dera,
wekî syabendê silîvî tirsonek nîne,
heger duxwazî alî min bikî, dîya bi qîmet,
ze’if ji te dikim lava û rusqet,
’elamî xecêke, wekî ez li virim,
bira xemêd giran serřa nexuřn.
tu vê gustîlê bigîne xecê,
û jêřa bêje, wekî ew bi cuřekî,
çawa dest dide û diḧebînin,
bira cîkî kiviş ke, em hev bibînin.
- ji wê gotnê şunda syabend,
gustîla xecê wî paç kir, da pîrê.
pîrê puşman bu ku ew da ber tenê,
gustîl hilda, xatrê xwe mêvan xwest,
nola biruskê berê xwe da xecê řast - řast.
syabend tenê malda ma, duşurmîş dibû,
durva qelmeqalma di’wetîya bû,
dengê def - zuřnê de’wetê zîz dihat,
lê ceger û dilê syabend diket,
dilê wîda xun dikelîya û lev ket,
usa řuniştî, cî nedguhast,
ewî tirê xecê xewnêda berçe’iv wî ket,
ewî xecê ḧizdikir, çawa ji leylê mecrum.
ewî tirê xecê tenê malda řuniştîye,
fîncana je’rê destê xweda girtîye,
ewê nêzîkê lêvê xwe dike, wekî valake,
lê ewî jî nizanbû, çawa xecêřa bistira,
wekî ew fîncana je’rê ji destê xwe dayne.
syabend:
xecê, dilê bengî çi şewate,
ber çe’va nayê tu de’wete,
min daye ber xwe çya û banî,
tenê boy nevsa canê te.
dilê min bageř û suře,
ḧişê min berb te difře,
darê dunêda tu tişt nikare,
pêşîya ḧuba me bigre.
li çya kanî xule - xuln,
li sîpanê tijî guln,
xeca min, tu nizanî,
dilê min tijî derd û kuln.
ew şeva hana - şeva dirêj,
fîncana je’rê wêda bavêj
ez, me’rumê xwedê,
dest ḧuba dila bûme dengibêj,
ez dunêva tayê tenê,
ḧuba min qasî ḧuba dunê.
xecê, were destê xwe destê min xe,
ezê řamusim naz gerdenê.
min qusyane xewê şeva,
bume teyrê van hindava,
ḧeta xeca xwe nebînim,
ez çe’va nadim tu ser çe’va.
wî çaxî xeca zerîn tenê řuniştibû,
avayî terî, xirî - xalîda duşurmîş dibû.
carî hêdî - hêdî ’elam kir û nêzîk bû
wekî kulfeteke pîr, çe’vî bi hêsre,
lava dike xeca zerîn bibîne,
dibê xewna xêrê xecêřa tîne,
dixiweze bê fita te bibîne.
xewna xweye xêrê ber te biřêjîne.
ḧeta wê rojê xecê kesî nedḧeband,
nedehîşt firiştîyê ’ezman heřne hunduř,
nedhîşt kesek heře cem wê,
lê wê demê ’emir kir pîrê bînne hunduř,
ewê dixast ḧeta roja xweye kutasîyê,
ji merîyê kesîb belengazřa bike qencîyê.
çaxê pîrê hate hunduř, xecê gotî:
xecê:
dayê, kerem ke tu nêzîk řunê,
ji dilê min timê kêrê xunê,
gilîyê min bê bextêy paşîn seke,
ez pak zanim tu bona çi hatî!
ev zêř û zîv min bûne berbatî,
bi wan nayê kiřîn dilê min şewtî.
ewana êdî sibê minřa nelazmin,
bibe bifroş, çi duxwezî bikiř,
lê car - cara wextê usa xecê bîrbîne,
ez xweda diḧelim, ewê pêşkêşa bi qîmet,
tenê evê gustîla biçûk tilîya min dernexin.
lê tewaqe dikim, wextê min dikne çe’il,
evê gustîla biçûk tilîya min dernexin,
paşî vê gotnê hemû xemlê xwe êxsitî,
gelekî li pîrê nihêřî, paşî da wê,
pîrê jî li xecê nihêřî bin lêvada kenîya,
nêzîkî wê bû, çe’vê wê nihêřî û hemêzkir,
enîya wê paç kir û hêdî gutê:
pîrê:
bira ew gilyêd paşin xazê teřabin
qîza mine tořn zêř - zîv ji teřa bimînin.
heger rastyê duxwazî, kulîlka banîya,
ji teřa min pêşkêşê bi qîmet anîye.
gustîla syabend derxist û da xeca zerîn,
kesera giran, ji dilê wê dibarî.
çaxê xecê gustîlk dît bal wê,
ji şabûna xeřqî li ’erdê.
av anîn pê werkirin, xweva hat paşê,
ḧeta nîvê şevê, tev wê delalê,
şîrin xeberdida, pirs - gilî digotê.
êdî řonakîya berbangê vedbû şebeqê,
paşê pîrê vegeřya malê,
çaxê ew hate hunduřê malê,
syabend çawa runiştibû, usa mabû,
ji wî cîy, tu derda neçûbû.
syabend çaxê pîrê dît, dil ditirsî,
tev hevbû, ji pîrê pirsî:
de bêje dayê, te çi kir, çi nekir,
te xecê dît, gustîl pêvakir,
pîr hur - hur syabendiřa şirovekir.
pîrê:
xece bi lewzê şîrin got,
şebeqa sibêřa ezê ser mezelê bavê xwebim,
bira syabend bê bal min.
syabend zu - zu çek girê da,
kîseke zêř hîşt pîrêřa,
bi me’rîfetî ew ḧemêzkir,
çok da destê wê paç kir,
bi şîrnî jê wêřa got:
syabend:
selametî çe’vê te çe’vê kuřê te keve!
kuřê te sax silamet vegeře,
tu û bûka xweva pê şabin.
dîya min jî cîkî dûre,
bê xan - bê xudane, tenêye,
wan miskena kesekî wê tune,
xewnê wê tenê, ez tayê tenême.
dayê, wekî tiştek min biqewme,
’elamî wê ke, wekî duşurmîş nebe,
hêsra nebarîne û xema neke.
bê kuřê te timê kolosê wî qot bû,
’enîya wî fêrzî vekirî bû,
temîyê dîya xwe tucara bîrnedkir:
«mêr dimre, nav dimîne,
şêr dimre, çerim dimîne,
dinêda mêranî dimîne».
herê syabendê minî şengîne,
tîmarekê li hespê şê dixîne,
lê dike zînê zerî mêrdînîye,
teng û berê hespê şê dişdîne,
lingê xwe dike zenguyêye,
dide orta xwe û zînê zerî mêrdînîye,
řima çarde movkîye - qesaye,
hêdî - hêdî berb xeca zerîn ajotîye çûye,
ay syaro delalo, mêrxaso syaro.
wextê gihîşte topik,
ji hespê şê peyabû,
berda, wekî hinekî biçêre.
lê ewî zu - zu ber bi xecê lezand,
hevrazî serê topik dibû,
ji alyê topkî dinda te’iv bilind dibû,
te’iv fêza xecêřa bilind dibû,
wextê du te’va, hev dîtin...
gazî hev kirin:
syabend:
xecê!..
xecê:
syabend!..
pêřa - pêřa hev hemêzkirin,
suretê wan nêzîkî hev bû,
wî ḧalîda, wê çiqas bimana!..
gelo kê zanbe kê wê tê derxista
çaxê hespê şê kire hiřîn,
xecê gote syabend, - ruḧê min,
tu çima tek - tenê hatî,
ez gele ditirsim bona te!
ez diřecfim, delalê min,
ez dilerzim, mêrxasê min,
ruyê minda ketî devê gurêd vira.
niha em çawa biřevin ji van dera,
em çawa xilazbin ji destê van xunxiwera?
kesek ji haj me tune, wekî em van derane,
pak dibe, wekî em biřevne
serê çyayê sîpanê dumane.
emê řiḧet xilazbin
van de’u - dozane.
syabend bi me’rîfet destê xwe
nav pořê xecê geřand,
û bi kilmê nazk gotê:
na, xeca mine delal,
tořna mine kemal!
ez naxwazim, wekî bêjin,
dizbû, tirsonek, xecê dizîva bir.
kuřê mîrê ’ereba,
cerdê xwey giranava,
qet tucara nikare,
tu tiştî min bike.
çimkî timê û timê,
kêleka min seknîye,
ḧizkirî - baweřya min,
xeca mine zerîn,
xecê:
«ez ya teme, tenê ya te,
xweyê min û ruspîtîya min twî!
çi sondê duxwazî ez ji teřa bixum,
duxwazî em niha destê hevda
li vira ber mezelê bavê min
sonda timam bidin hev».
herdu li ber mezelê çok dan,
sozê timam dan hev,
wekî, çi bibe, çi biqewme,
ḧeta ewana řu dunê saxbin,
timê ji hevřa rast bin.
(paşî sondê qewîn hev paç kirin).
paşê syabend xecê
avîte terkîya hespê şê,
řast ajot berb cyê
de’weta kuřê mîrê ’ereba,
çiqas ewana nêzîkî cyê de’wetê dibûn,
ewqas def - zuřne guř dibûn.
êdî řo hatbû nîvřo.
temam dibû qirar kirna,
roj û siḧeta qewlê xecê.
çaxê zuřneçî bi nazk qeydê
bûk derxistinê lê da,
wê demê syabendê silîvîya
li hespê şê syar, nola fêrza,
xeca zerîn li terkîyê girê da,
nola ezrahîl, ajote orta de’wetê.
nêzîkî defçî û zuřneçîya seknî,
cima’eta govendê nikarbû fe’im kira,
kî alîva syabend hate orta govendê.
ḧemû şaş mabûn, çe’vê hev dinhêřîn,
dinhêřîn çek û sîlḧêd syabend,
şaş mabûn li xemil û forma wî.
lê govendê bi eşq distira:
ḧewşa me ḧewşa weda,
tew lê - lê, tew lo lo.
min xwestîye, bavê neda,
tew lê - lê, tew lo lo.
berê ḧewşê qulbeda,
tew lê - lê, tew lo - lo
min xwestîye, daykê neda,
tew lê - lê, tew lo - lo.
tilîya min çe’vê dêřa,
tew lê - lê, tew lo lo.
mêr dîtîye qîza xweřa,
tew lê - lê, tew lo - lo,
sibêye, te’vê daye,
tew lê - lê, tew lo lo.
zêřa li ’enîyê xudaye,
tew lê - lê, tew lo lo.
sibêye, te’iv zerqî,
tew lê - lê, tew lo lo.
zêř li ’enîyê birqî,
tew lê - lê, tew lo lo.
ez hatme alyê weda,
tew lê - lê, tew lo lo,
koç kirîye rê me neda,
tew lê - lê, tew lo lo.
sibêye sibe nabe,
tew lê - lê, tew lo lo.
keçk xewê ranabe,
tew lê - lê, tew lo lo.
syabend hesp ajote nêzîkî
defçî - zuřnaçîya û kire gazî:
lo lo - lo lo, defçî û zuřneçîno,
kesîbno û belengazno,
hanî ji weřa kîskê zêřa,
def û zuřnaxin, nola mêra.
ew syabendê silîvîye,
dest li cêvê xistîye,
da defçî kîskê zêřê qazîye,
wekî sê denga têne gazîye,
boy şabaşa syabendê silîvîye,
û gula sîpanê - xeca zerîye,
bira ḧuba wan nolî te’vê germ be!
bira ew bimbarek pîrozbe.
defçî ricfî, dil lê lerzî,
gilîyê syabend ew bû razî.
û dengekî zîz vir kire gazî:
defçî:
şabaş, sed bîst car şabaş,
ser serê xorit û qîza şabaş,
mêrxas syabendê silîvî,
mîvanê xeca hurî,
bimbarek - pîrozbe mirazê we,
şabaş, sedbîst car şabaş!
paşî şabaşê syabend zivřî,
berb cima’eta girane guhdarî,
û gote wana bi zarê mêranî:
cima’eta qenc, dema xatrê we!
kîjan ji wehatin - çwîna me,
neřazîye, bira ew poşman be.
paşî wê gotnê hespê şê,
ajot berb çyayê sîpanê,
li pey wan cima’etê kire gazî,
kirna we bimbarek û pîrozî,
derbazkin her gav eşq û bextewarî.
herê syabendê minî şengîne,
zenguyê li hespê şê dixîne,
hêdî- hêdî berb sîpanê ajotîye çûye,
ay syaro, delalo, mêrxaso, ’egîto.