kirmancîy jûrû (botan)

Li pirtûka:
Serincê le Zimanî Edebîy Yekgirtûy Kurdî
Berhema:
Îzedîn Mistefa Resûl (1934-2019)
 4 Xulek  2592 Dîtin

paş ew berhemey şa’îrî luř, ke taqe berhemêkî gewrey ew serdeme û dyalêkteye le mêjûy edebyatmanda, ew dyalêkte dête pêşewe ke êsta be (kirmancîy jûrû)y naw ebeyn û «botanî û hekarî û badînanî û bayezîdî û aştayî» heryeke beşêkin lew.

şarekanî edebyatî kirmancîy jûrû le sedey panzehem û sedey ḧevdehemda hatûnete nawewe (çunke zortirîn řa le ser eweye ke melay cizîrî û feqêy teyran û ’elî herîrî lew sedeyeda jyawin, xanîy meznîş dyare şa’îrî sedey ḧevdeheme).

berhemî şa’îranî em dyalêkte beşî botanîyekey kirduwe be binkey derbiřîn û hewłî ewey dawe ke sûd le dyalêktekanî tirî kurdî bibînê û zimanî edebîy yekgirtû lew komełe dyalêkte û le te’sîrî edebyat û wişey zimananî dirawsê pêk bênê.

melay cezîrî komełê (teşbîh û îstî’are û řazandinewey belaẍey) le edebyatî farsî û ’erebîyewe wergirtuwe û xistûnye qałbî kurdîyewe û legeł binke botanîyekey xoyda têkełî kirdûn û zimanî edebyatî ew serdemey lê pêk hênawin, be corêk ke ’elî herîrî le şarî herîrda jyawe û bew zimane şî’rî nûsîwe, ke dyare le zimanî ew serdemey xełkî herîr neçuwe.

ger ’elî herîrî le bineřetda xełkî şemdinyanîş bêt, ewe le cewherî em bîrey ême nagořêt û, şa’îrêk le herîr şî’ir be zimanêkî edebî binûsê ke melay cizîrî le botan pêy nûsîwe, her bełgey eweye ke ew dyalêkte pelî ewey hawîştuwe ke bibête zimanî edebîy yekgirtû.

xasyetî zimanî mem û zînî eḧmedî xanî lewe cya nîye ke le şî’rî melay cizîrîda eybînîn.

xanî xoy em řastîyeman tê egeyenê û bem core lew zimane edwê ke mem û zînî pê nûsîwe:

kurdî, ’erebî, derî û tazî
terkîb kirdin be hezil û bazî
buhtî û mehmedî û silêvî
hen le’il û henek ji zêr û zîfî

wa dyare xanî dyalêktî kurdîy lew kateda bem syane tê geyştuwe. geşesendinî kirmancîy jûrû betewawî bestirawe be mêjûy peresendinî desełatî mîrinşînî botanewe û le řegezekanî peydabûnî bizûtnewey azadîxwazaney gelî kurd cya nakirêtewe.

xanî le lûtkey desełatî mîrinşînekey xoyda hawarî yekêtîy kurdistanî kirduwe û awatî bewe xwastuwe ke mîrinşînekan bibne paşanşînêkî yekgirtûy hemû kurdistan.

ger dî hebuwa me padşahek
layq bidya xudê kulahek

xanîy bilîmet lew serdemeşda baweřî be mîr û meznan nebuwe û komełanî xełk û řoşnibîranî be xawenî meseleke zanîwe û le zor şwênda em řayey derbiřîwe.

ke dête ser dagîrkeranî řom û ’ecem, ełê:

tab’î wan egerçî ’are
ew ’are li xełkî namdare
namûse li ḧakim û emîran
tawan çîye şa’îr û feqîran

her le ber emeşe xanî hewłî ewey dawe ke bo ew komełî xełk û şa’îr û feqîrane binûsê û ew zimane edebîye têkełey xoşî ke binkekey beşe dyalêktî botanî kirmancîy jûruwe, bikat be zimanêkî edebîy yekgirtû ke hemû şa’îranî kurd pêy binûsin. herçende bo xoy botî nebuwe û xełkî bayezîde.

bełam xew û awatî xanî legeł lenawçûnî mîrinşînî botanda lenaw çû; pelhawîştinî ew zimane edebîye yekgirtuwe bo hemû kurdistan serî negirt. herçende bizûtnewey azadîxwazaney em sedeyey kurd çend carêk hewłdanekey zimane edebîyekey melay cizîrî û eḧmedî xanîy le geł xoyda hênawetewe nawewe. bełam ew hewłdane le geł damirkandinewey řapeřînekanî kurdî turkya û nemanî komełanî hêvî û te’alîy kurdistan û xoybûnda ne’ema û, le katî pelhawîştinekeşîda, hemîşe em sinûre tazebabete pasewandare destikirdey nêwan beşekanî kurdistan kospêkî gewre buwe le řêgey peresendinya.