xwêndewarî xoşewîst

Li pirtûka:
Serincê le Zimanî Edebîy Yekgirtûy Kurdî
Berhema:
Îzedîn Mistefa Resûl (1934-2019)
 4 Xulek  1119 Dîtin

hewłî le mesele geyştin û geyştine encamêkî ’îlmîy řast derbarey zimanî edebîy yekgirtû pałî pêwe nam ke le zor serçaweda bo em base bigeřêm û le řêgey mêjûy xoman û gelanî tirewe û leser binaẍeyekî pitewî baweř û felsefe ke ziman le komeł û mîllet û mêjû cya nakatewe, nexşeyek le bîrî xomda bo ew zimanî edebîy yekgirtuwe bikêşim ke zor ho waman lê deka be awatî bixiwazîn.

paş ewey ew nexşeyem la cêgîr bû, we paş ewey baseke le çwardîwarî danişga û desgay zanist derçû û bû be basêk û erkêk le erkekanî bizûtnewey neteweyî û êstay berewpêşçûnî zimanî edebyatî kurdîman û bû be meseleyek ke barî jyan û beserhatî emřoy wiłat çarkirdin û nexşekêşanî bwêt û biřyarî xêray derbarey bwêt, paş eme be pêwîstim zanî ke ew nexşeye bixeme berçaw be hîway ewey ke zana û řoşnibîr û şarezayanî kurd le daçespandin û hewł bodan ya le lêgořîn û puxtekirdin û munaqşeyda beşdar bin.

leber ewe, le şêwey witarêkî dirêjda beşî yekem û duwemîm le govarî «birayetî»da biław kirdewe. bełam hendê ho way kird ke hemûy biław nekemewe û her bew hîwaye û bo sûdbînîn lew erkî xwêndineweyey kêşam, em base bû be keresey çend dersêkî qutabîyanî beşî kurdîy kolêcî adabî danişgay beẍda. dyare dersekan le şêwey lêdwanda bûn û nenûsrabûnewe, bełam arezûy qutabîyanî ew beşe lelayek ke ḧezyan bewe dekird ewey bîstûyane beçapkirawî bîxwênnewe û arezûy xoşim lelayekî tir ke ḧez bewe dekem ke baseke bixeme berdemî hemû řoşnibîran bo ewey lêy bikołnewe û lêy bidwên û encamî lêdwan û lesernûsînî ewan siruştî biřyarêkî ’îlmî bida bew encamey min geyştûmê. em dû arezuwe pałî pêwe nam ke kurtikiraweyekî puxtey ew dersane lem çend lapeřeyeda çap bikem. we leber ewey baseke bem core hate kayewe, boye le peyřewî tazey kitêbdanan nextê lam da û lapeře be lapeře ew serçawanem nîşan neda ke sûdim lê wergirtûn. bełkû zor nimûne û řay wergîrawim tomar nekird, ke bo em base amade kirabûn.

bekurtî emey deyxiwênîtewe kurtikirawey kitêbêkî gewreye ke em base giringe řûn bikatewe, bełam ew zirûfe taybetîye way kird ke kurtekey pêş kitêbeke xoy binûsrê û çap bikirê. dyare lêdwanêkî ’îlmîy hêwaşî em base yarmetîy tewawim eda ke zûtir û puxtetir û bepêgeyştûyî ew berheme amade bikem û erkî serşan beramber bem mesele giringey dwařojî řoşnibîrîy netewekeman becê bênîn.

ewey deyxwêndnewe řayekî řêk û řewane û ger legeł ’atfye û arezûy hendê kesîşda neguncê, ewa peřandinewem her be diłsozîy bêpayan û bêmebese bo netewey kurdî mezin û dwařoj û mesele û bextyarîy řenickêşanî, be xobexşîn û terxankirdine bo xizmetî ziman û edebyat û wişey pakî.

wa ezanim pakî û diłsozî û terazûy zanist leberçawdananîş demangeyenête řastî û demanxate ser řêbazî řasteqîney xizmetî mîllet û hîway merdaney ademîzad.

be hîway lêdwan û řaderbiřîn û geyştine řastîy hemû řoşnibîranî kurd em çend lapeřeye pêşkeş dekem.