nameyek bo kawe

Li pirtûka:
Karwanî Xeyal
Berhema:
Hêdî (1927-2016)
 6 Xulek  800 Dîtin
ta kengê zemanî bê zimanî
ba bes bî wiçanî wêjewanî
ew serdeme çû ke des beser bûm
ba bêmewe ser řewendî pêşûm
zordarê ke ’umrê diřkî min bû
nobey mine lêy bibim be dasû
biçnim gułî bî diřu ewende
kes qîmetî wan nezanê çende
lew şew, le mebest û pît û řiste
hełbestî teř û be nirx û beste
çî xom emewê hełî bijêrim
bê maye lenawî heł wejêrim
ewto ke ledûy bibin be ’ewdał
lew herd û herêmeda kuř û kal
wek şem’î le řêy yekî bidêrin
wek dyarye bo yekî binêrin
şewgarî dirêj min û qulîniçkê
roj cogele aw û toze şînkê
ger des biden ew duwe hemû dem
ew gence be textî şayî nadem
lewlaye ke lawî dił deřêjim
lew deste kelakî xem denêjim
mawêke desî neyarî diłřeş
awa hełî daştûm legeł weş
lêtan çi nizîkim û çi dûrim
her kurdim û her leser we sûrim
ew řoje ke min be kurdî xułqam
fexrê bû ke kurdewarî pêy dam
boy kirdimewe sîng û baweşî xo
ew dayke minî geyande ewřo
ewřoş ke ełêm le xełkî şazim
hoy her eweye be kurd enazim
***
bawanî min û to serdemî zû
çekyan ege bûbê her gurz bû
her ew çeke bû le destî mêran
bew gurze eçûne řawî şêran
gişt karê be destî wan esûřa
mîrîş be qisey ewan egořa
çî lew gele kewtewe be hêz bû
bew hêzewe ew gele beřêz bû
lew ser zewîye nebû wekû wan
mêr xas û‏ biłîmet û‏ dilowan
bew bonewe nawî wan nira kurd
eşzanî ke kurd yeke legeł gurd
em dewre ke kurd kiz û kesasin
emnîş û etoş bewan enasin
êsteş kuřî wan ewendî mawin
lew nawçeye beş beş û biławin
her dujminê kertê kewte destî
bûne hedefî řegezperistî
dewruber ewey le destyan dê
maf û heqî wan enêne jêr pê
her kamî lewan serîş hełînê
dagîrkerî milhuř eypeřênê
٭٭٭
ew kawe ke toy benaw kirawî
kem kurdê heye, nezanê nawî
kurdê bu netirs û jîr û çalak
têkoşer û qareman û bê bak
ewkate dijî sitem hełsita
merdane xebatî kird newesta
ew pyawe be hêndê çerim û darê
zuḧḧakîKes le textî xiste xwarê
ger ew wite seyre lay to kawe
řûnkirdinewe kê le toy weçare
meydan heye bo hemû kes ewřo
nûsîn le min, xwêndinewey leser to
kospê ke bû laçuwe leser řêm
derfet heye bo legel to nedwêm?
way danê ke ewřo to qutabî
lêm sûre le dersê mandû nabî
gwê bigre le mamî xot kewaye
çîrokeke ba bigate dwaye
٭٭٭
şay ew deme nawî ejdehak bû
şay çî? wekû şêrî samnak bû
neybû bezeyî û řuḧim legeł kes
xoşî û desełatî xoy ewîst bes
bêcge lewe zułmî pê řewa bû
dû marî le şanekan řwa bû
ca bo ewe marekan bijîn şad
gişt rojê le mêşkî ademîzad
herdûk ebû têr kirên û miř bin
bew xwardine ta bixewn û kiř bin
nek birsî bin û leberwe şaław
bo ser serî şa berin le nakaw
kirdî be erk leser hemû kes
le gyanî kuřan îtir bişon des
her bawkê kuřî heba ebû xoy
hestê û serî ew kuře berê boy
pêşkêşî bika heta le paşa
mêşkî bixurê le koşkî paşa
fîrdewsî ełê hezar û yek sał
ew şaye jya be zułim û tîtał
her řoje kuřî kesêk ekujra
bew bonewe cilkî řeş epoşra
her laye eçûy şepoř û şîn bû
her şîwen û êxe dadřîn bû
ew nobeye hat geyşte kawe
şa zanî ke ew kuřêkî mawe
ḧewtî tirî bûn ewan hemû çûn
neybû ewe kełkî gaw û gerdûn
gutyan eme nabê zor minałe
ba carê bibête hejde sałe
ewcar ke kuřêk bû pêgeyştû
zorzan û behoş û têgeyştû
hatin ke ewîşî lî bisênin
bîkujnewe mêşkekey دەرێێن
asnigerî ‎pîr eger emey dî
herçî hebû naye la şitî dî
dił piř bû le şay û marekanî
xwên ekułî lenaw demarekanî
ew çermî lexoy ebest leser kar
kirdî be ’elem leser liqêk dar
ew dar û şekîle bûne ała
ałaye ke xełkî lê dehała
bew çermewe kewte şar û bajêr
koy kirdewe dewłemend û werzêr
hawarî dekird ke: bo me şerme
ew xwênmije takû key le serme?
dinya eweta nuqim bû le xwên
werin û hemû des le destî yek nên
ew şaye le textî bênne xwarê
nazanê be şayetî biçarê
ew meynete ême bo biçêjîn?
takey ebê termî kuř binêjîn?
xełkîş wekû kawe dił birîndar
bigre lewî tuřetir hezar car
lêk çûn û řijane koşkî şawe
şayan lewê girt û xiste lawe
ew perçeme êsteş ew zemane
bew bonewe nawî «kawyan»e
٭٭٭
lecyatî ewîş geřan le êran
yek bênin û bibête şa le seryan
şazadeye bû lewê fereydun
diłsoz û be awez û be zakun
řojêk hemû çûne lay be giştî
kawe leber û xełk le piştî
gutyan ebê to bibî be şaman
baştir le to kes nîye lelaman
katêk be bełên wełamî dawe
ew gîr û giriftî bû biřawe
bem şêweye bû be şa fereydun
pîs û çepełî wiłat lenaw çûn
cêgey şeřî girtewe tebayî
bew bonewe bû be cêjin û şayî
٭٭٭
hîwam heye toş kuřêkî jîr bî
pispor û be hest û hoş û bîr bî
hêndey bike bê wext meço xew
bew xewtine řojî xot meke şew
bixiwêne heta helit ledes da
hîç nakirê ke ew helet ledes da
wirya be le xot ke ew zemane
daykêke le berxî gêj nebane
gwê bigre le emrî day û bawan
řêzyan negrî ebête tawan
řêyek mede ber be taqî tenya
hewraz û nişêwî zore dinya
bo bab kuř û, bo bira, bira be
yanî kuřî çak çilone wa be
bo kurd bijî, lamede leřêy gel
to bazî, mebe be hawdemî qel
ew xakeye lêy ejî heta hey
ew xełke bejêr çepokî takey?
cêy xot bikewe lenaw hevałan
dost bigre bełam be mang û sałan
dostêkî weha ke bû be hawřêt
mał û serî xoy weçaw nebê lêt
dû řû ke le herdû lawe peste
řûy tê meke piştî pê mebeste
to hêşte minałî nocwanî
pêwîste le êstewe bizanî
her pyawî nezane řenceřoye
zana bî, jyan ḧełałî toye