çiley barzanî

Li pirtûka:
Karwanî Xeyal
Berhema:
Hêdî (1927-2016)
 2 Xulek  526 Dîtin
lemêj nîye her lew herde
lenaw ew zurken û berde
ałozî bû, hatuço bû
hemû la şîn û řořo bû
tifeng serewbin kirabûn
soranî le xim dirabûn
leber giryan û hatuço
wek deştî meḧşer bû şino
kurdî kurdistan cimî bû
lew dewrubere xizî bû
wek yek le çawî jin û mêr
ehate xwar firmêskî swêr
ke hat hewałî cergibiř
bawik hoşî biřa le kuř
xefet ebarî lew nawe
bawkî kurd serî enawe
ew řoje bawkî xoşewîst
sirwêk ehat to net’ebîst
henasey pêşmergey to bû
řuḧyan leser giłkoy to bû
çil řoj têpeřî lew kate
bełam kurdistan her mate
hełgurd û pîrs û metîn
qendîl û kuřek û sefîn
hevałanî be wefay xot
amêzyan awałeye bot
kurtey çîrokî jînî to
pêşmergêk bûy mandû û micro
berhełistî dujminî kurd
le bêşkeda destit pê kird
bin berdî xot le şax û kêw
negořyewe be zêř û zêw
nek her řemzî kurdistan bûy
bo kurd dersî newestan bûy
destî xencerit behêz bû
cêy xoşî tu meterêz bû
samî to way deng dayewe
mirdin lêt eprîngayewe
le hełbesta to bûy mebest
to beriztir bûy le hełbest
katêk laweyî netewê
le řapeřînî to bidwê
bo serberzît ser danwênê
biłê û dan beweda bênê
kirdewey ew qařemane
le dinya bote efsane
ewey toy dî le sengerê
çi biłê? nawî to çon berê?
to bûy şanazîy gelî kurd
zor şanazît legeł xot bird
koçit derdêkî beso bû
kurdistan ḧewcêy be to bû
gił to le dił dernahênê
xakî kurd to naşemzênê
dayk kuř le baweş egrê
sedcarîş leberî emrê