kwêstanî sipî seng

Li pirtûka:
Karwanî Xeyal
Berhema:
Hêdî (1927-2016)
 2 Xulek  691 Dîtin
gerçî leş manduwe westawe siře
pêşî nagîrê xeyał berzefře
ba herêmî serê heł nebwêrim
dił giřûy girtuwe ba bîgêřim
řêy hewarî bigirim biçme serê
hênd be espayî ke şewnim newerê
pişû hêdî bê geła řanejenê
nêrgizî nûstû le xew řaneçenê
luzewî awî řinû le kwê bê
hênde pê danegirim şilwê bê
debê parêzê be çaw bistênim
dest nebem guł nekeme dawênim
ser le bîza dem û neybizwênim
bonî şewbo kem û neyşemzênim
hełz û mendok û hełałe û beybûn
têk nedem çonî deber yek řaçûn
nazî şillêr be dił û gyan bikiřim
têr û piř çawî de çawî bibiřim
dił dełê şêt buwe lew cengeyda
nasrewê lew qefeze tengeyda
kuştimî hêndî peřî hełbawê
ba berełła bê ewîşim nawê
řapeřê, berbê, qefez bişkênê
bes lewêda be kizey damênê
ba le bend derkewê ew dêwane
têr bisûřêtewe lew kêwane
bałî lêk da le seran yek dû serê
lew binare be diłî xoy bigeřê
serê ba seyrî gede û esteř ka
be heway bałî gułan peřpeř ka
hele çêştanî hewarî mêrê
sêberî şořebî ser estêrê
kem bełam dêrudewê řamênê
şengebêrî diłî lê nestênê
heł kişê bête sipî seng tawê
xoy de amêzî çya û çiř bawê
serewey sengerî serberzane
gyan lewê çendî biłêy herzane
hemû cêy laşeye xwênî cerge
lêreyan xwên destand pêşmerge
lêre tûşî çete hat řojî řeş
carê lêyan dekewt pênc û şeş
pêkewe lêk dedran lew herde
cendekî caş û serî serkirde
êre cêy tołeye meydanî gefe
bełê êreş meterêzî şerefe
lêrh bû kewłî ’ecem kewte řimên
kewte ber destî kuřan kurd xinkên
serî serbaz debřa bê bezeyî
xwên le dem tîẍî debana demeyî
mirdû neymabû pejarey zîndû
zîndû awatî dexwast bo mirdû
lêre bû xwênmijî zołî nařast
serî şoř kirdewe, amanî xwast