gundî beyrem

Li pirtûka:
Karwanî Xeyal
Berhema:
Hêdî (1927-2016)
 2 Xulek  529 Dîtin
řê be kosp û tegere û çał û çoł
řêye řêbwarî dewê tund û toł
quł qułey beyremî wa lew berze
leserî suke wiçanêk ferze
kanye, şînkeye, cêy zenwêre
tozî řêga detekênim lêre
destiřim areqî nêw çawanim
tawê lew berzîyewe deřwanim
dîmenî diłgirî dembizwênê
bê zimanîş deyewê bimdiwênê
deyewê têy bigeřêm ser ta ser
řê û řêbaz û kelên û keleber
deyewê lêm neşkênim mercê
deyewê şertî wefa bênme cê
bigirim şwênî mela meḧmûdî
win nekem xwênî mela meḧmûdî
dił ke tînûş bê netînûy awe
çawî xom çî keme lew serçawe
biçme naw sengerekey biřwanim
şwênî řasanî çilone bizanim
destê be birînewe destê be tifeng
çonî cêga be ’ecem kirdibû teng
çon diłî dujminî hêna janê
dest û birdî kuřî lêqewmanê
çend be mîranî pelamarî debird
çend be pakî deber ew xake demird
ew ke neyhêşt le çetan hîç derçin
dwaye çon derfetî hêna dujmin
ewî hat termî lewê labirdin
çend fiřokey le kelak bar kirdin
kakî! bew zebre kewa ałoza
hat be hawarîyewe xałoza
bew teq û toqe demarî hesta
yan lewê dûreperêz řawesta?
kes nebû pêy biłê ca toş îdî
mexo ew nane befîřo çî dî
ḧez dekem des bideye hembane!
êre cêy to nîye, kurdistane?