soma

Li pirtûka:
Karwanî Xeyal
Berhema:
Hêdî (1927-2016)
 3 Xulek  703 Dîtin
pêş hemû cêye le soma tawê
giř dexom řêy dexşênim çawê
daxo ew nawe çilone êste?
çon lejêr pêy ’ecema pê peste?
çon dejîn êste be tirs û lerzin?
yaxo her bê minet û serberzin?
deziringêtewe êsteş gwêyan?
xwên deçořê le diłî twê twêyan?
her řeşaş debne kewî bin berdan?
qirmeyan dê heřetî cozerdan?
êste hestanî sibeynane le xew
be teqey biřniwe yan qaspey kew?
hêşte her xwên demjin debne gene?
kone jandarmî dizî des be xene?
çete bo kuştinî wan çî pêye?
gořî bapîrî şehîd le kwêye?
gundî saka serî her wa be teme?
ḧesî diłyan be pejare û be xeme?
giłexiř çî dî kiraye şeřge?
çon bo desřêjî niḧoy pêşmerge?
çendî lê girtine ber řîzî řeşaş?
çon bû fîşek nedeřoyî be belaş
çend becê mabû kelakî bogen?
boç nebû mawe de giłyan řoken?
çon le pêşwazî merg bû be delîl?
qoçî qurbanî mela îsma’îl
ew demey nacî û feyruz kujran
katê bapîr û řeza dabêjran
çon bû ew nawe ne hesta ne bizût
çi bû soma ne giřî girt û ne sût
key edî hełdekirên bask û meçek
çek le dujmin kenewe des be kutek
çete somayî le çawan birdin
çon bû somayî lebîryan kirdin
hîç dezanin ke kuřî tołestên
her be řêbazî şehîdana dên
xencerî řiq be desî tołe desûn
çermî jandarmî dizî pê bigrûn
karesat mawe bełam hêşte zuwe
xwênî wan gułmezî dî zor leduwe