payîz

Li pirtûka:
Karwanî Xeyal
Berhema:
Hêdî (1927-2016)
 4 Xulek  681 Dîtin
gêjełuke û şeřebay payîze
aşkira dyare siruşt lêy zîze
řeng bizřikawe, henasey serde
kize, ałoze be dax û derde
cê hewar çole le çîẍ û řeşmał
degeřên êste lecêy wan qel û dał
ne guřey şwane ne tuřey bilwêr
ne bizey bêrî, ne hawêr û bêr
ne hewêze, ne telanî bijwên
nexşey saye leber dê le kulên
ne kuçk may ne çira paş sêre
çaw biřekênî degeł estêre
serî sêpek ke berz bû caran
kewtuwe êste lebin dîwaran
ne zemende, ne çyay sewz û şîn
ne çiławçił defřê mêş hengiwîn
ne kiçan dane meřî êwaran
dawetêkî degirin wek caran
kip û bê heste hewar xamoşe
cê hewar çol û çya naxoşe
carubar xişpeye dê û nuzey ba
qangelaş dênê legeł xoy deyba
bawî awing çû lecêy ew sîxwar
nîştuwe tozî le şêwerd û beyar
pîre ziryan be kizey sard û siřî
wek dełên: bergî feqîranî diřî
le tenîşt her kesewe řadebřî
wekû dû pişkê çizwî dadegrê
٭٭٭
payîzî ’umrîş ewe nîzîke
mawey ew jîne nîye çî dîke
ser ewe befrî sipî kewte serê
řoj, gełay ’umrîş ewe hełdewerê
baxçe bê řeng û kiz û jakawin
şexteyan geywete ser lêy dawin
sûreguł sîse gełay peřpeř bûn
xoy kesas dîwe mijołî teř bûn
serdemê her çî bû nazî ew bû
ewî diłdare nyazî bew bû
gyan le leş derdeçû dewrey detenî
ta bedem sirwewe ew pê dekenî
êste tenyaye geła û popî werî
beserî nařom eger xwên bigrî
çunke guł bowe nîye giryanî
temenî kem bû, ewîş deyzanî
jîn heta ser nîye, mergî degełe
diłpiřî wî le çepokî xezełe
***
bulbulî derbeder ecrîwênê
hêzî têda nîye biçrîkênê
lerzî lêye û be witey bê ser û bin
şînî awałî degêřê wek min
ewîş aware be dax û kesere
sed pejare û ẍem û derdî lebere
layekî daxî gułî babirdû
laye hêlane berełła kirdû
layekî tîrî twanc û tane
layekî sexłetî aw û dane
gerdulurîş leser ew ḧałeşře
boy nehêştotewe řêy bałefře
hênd dij û bêkes û sergerdane
wa kesîre buwe bestezmane
her kesê boy biçê bałî degrê
be hemû cor le qefez tund ekirê
deyewê beste biłê û hênd peste
debzirkênê lebatî beste
***
xefetî zore le zistan egeřêm
bo wiłat deçmewe, kwêstan degeřêm
her le bakûrewe takû başûr
çomeł û deşt û çyay sext û dûr
be diłî germ û be hengawî wird
bazê dawêm le sinûrî deskird