qena’et

Li pirtûka:
Çwar Namîlkey Elî Şerîetî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 18 Xulek  2496 Dîtin
qena’et

le manay em wişeyeşda be hełe çûyn; wa ḧałî bûyn ke qena’et wata: nedarî û hejarî. eger pêxorêk şik nabey, eger destit be nanî genim řanaga, be nanî wişkî co û herzin bisaçêne û mebołêne û koşiş meke û mandû mebe le řêgay jînî xoştirda û be beşî xuda řazî be! eger debînî zig zilî parûřfênî miroxor detçewsênin, herçî hete lêt destênin, niqet neye! karî xwaye û eşê şukiranebjêr bî!

zorbey zorman laman waye îmandarî řast kesêke be pênc sîr nanî taftûnî û perdaxêk aw, demejemî derbaz bika û ewpeřî bextewerîşyan lewedaye nanêk de şorbawêk bukşin. paş têr xwardin debin lêfekursî xizên; supasîşyan lebîr neçê. supas boxwa ke řozî û didanî dawe. supas bo ew aẍayaney ke le sayey ewanewe pena û pêxorî deskewt.

řastit dewê ew qena’et û saçane tewaw jyanî seganeye û lêy lanadat. hestyarêkî lawekî hełbesteyekî parawî lew barewe hondotewe ke eme manakeyetî:

şewêke tof û serma. sê seg le koxteyekan. şewçeley şewnşînîyeke, gêřanewey beserhatî řojaneye:

demeteqey segane

wirçe:

çend xoşe xewtin le dewełanê

gurze:

çizey goşt bîstin le aşpezxanê

şêre:

kurîjgey aẍa kilkit bikêşê
benaz bimřênî yanê ha dêşê

wirçe:

dengî kuç kuçî keybanû le gwêm
xom lê degořê, nazanim min kêm

gurze:

sewley kepekî leser sêł birjaw

şêre:

bermawî mîwan, nanî tê gûşraw

wirçe:

êskim bo hełden, hełî qozmewe
çewrayî bilkê beser pozmewe
řastî zor xoşe jyanî segane

gurze:

ax le dest qemçî, çende bejane!

şêre:

naşkurî meke! sipłe baş nîye
sewle û êsk û nan xo belaş nîye
carubareyek dar lêdanîş hes
legeł hengiwîna pêwedanîş hes

wirçe:

ay ke her carê le paş lêdanim
debejin û bałay aẍam deřwanim
we qirûskey min bezey dêtewe
giş zamî leşim debirjêtewe

eger ême em giftugo seganeye be wirdî lêk bideynewe û degeł jînî nemirnejî hawwiłatyanî xomanda leber yektiryan řagrîn, têdegeyn ewey pêy dełên qena’et û bênyazî û sebir û şukiranebjêrî, degeł sebir û le êş û azarî qamçî û diłxoşî be dewełan û şanazî be bezey aẍa û bermaw xwardinî segane beranberin.

nexêr gyane! ew qena’et û şukiraney be xeyałî betałî xot lat waye xudapesnide, degeł ewey ke pêẍember fermûyetî û ’elî lê têgeyanduwe, zor cyawazin. wa êsta emřo le dinya řoşnibîranî komełnas -ke şarezay pêç û piłûçî hezarlay beřêçûn û guzeranin- le êmey baştir dezanin.

komełnase pispořekanî lawekî lew baweřen ewey ême nawman nawe şaristanîyetî geşedar, wekû berde tirawîlke le dûr wekû aw debrûskê; bełam tînwetî naşkênê. her kesêkî to deybînî řoj û şewî leber nîye, têdekoşê berhem zor ka ta bitwanê zor xerc ka. berhemî zor -ke řencî le řêda edey- be çî edey? be kelupel û keristey taze dahatûy pîşesazanî henderan.

seta newedî ew xełke destyan be demyan řanaga. her ewende pê řadegen pûł peyda ken û bextî ken. herkes řadyo dekatewe yan telefzyon debînê yan le řojname deřwanê, ser û bin û puxt û parawî mebestan basî şitî tazedahatûy semer û diraw qûtderî pyawřûtkere. deçê dekřê. neẍdekey pêşekî deda, sał û dû sał le qîst û sifte dernaçê. hêşta le wamêk derneçuwe, şeşî tirî hatote ser. peydakirdin le řêy xerc, xerc kirdin bo peyda bûn, hewdayeke dwayî naye û binetakey le berdî gořîçe bende. be derdî gay kol¬wibîr çûn. le herkiwêwe despêdeken ta êware her lew şwênen. mandûbûnekeşyan serbar.

kitêbe hêjakey sartir le jêr nawî řişanewe le dastanî sizîfda em jîne dexate berçaw: «zi’us xuday xudakanî yonan le xêwêk be nawî «sizîf» řiqî hesta; bêgarêkî bo biřyewe. sizêf debû hemû řojê berebeyan, gaberdêk leserşan danê, le kêwêkî berzî serxa, ta êware be nîxenîx gaberdî debirde ser kêw. her daydena gaşey lê xilor debowe û dehatewe şwênî dwênê. dîsan debû bîbatewe ser tiropik û dîsan lêy gilor bêtewe heta... heta».

ew kesey be qerz û qołe xoy saz deka, wata temenî ayndey degrew denê. boçî debê pyaw temenî hêşta nehatûy bifroşê? firoştûye çî kiřîwe?

ew şitaney sermayedarî dinyaxor bo gîrfan datekandinî ḧeşamatî bestezmanî erkiderî xakeserî be xonezanyan saz dawe, be şatuşut û çap û gup wayan le berçaw řengandûn ke bêçare layan waye ta ew şitaneyan nebê nabin be mał; nabin be pyawî necîmî şaristanî. keçî eger baş biřwanî le sed yekyan lewane nîn pekyan leserî kewtibê û neyanbê netwanin bijîn.

zorbeyan ew kelupelen ke nawyan lênawin lokis û tenya dîmen û dîkorin. her beynabeynêkî kemîş emane le dab dekewn; eşê serlenwê bîgořn. taze hat kone xełatin! em loksibazî û gořîne, pûł û parey zorî dewê. kabra naçare wêkewê, lêrulewê xoy degrewî şîrket û sutxoran binê. sutîş be derdî debeglû, hetadê her zortir debê. îtir ta bexoy dezanê le sungey xercî bêhûde, buwete koyley ałqebegwê.

pêşû koyleyan defroştin. ewaney bedîl degîran le bazařan defroşran; debûne małî kiřyaran. karyan dekird berhemî kar bo aẍa bû. aẍaş nan û enwa û derman û bergî leser bû ke byandatê.

êsta diłman bewe xoşe koylefroşî nemawe û hemû kes wek yek azade û bew azadbûne diłşadîn. keçî eger herwa tozêk bîr le xoman bikeynewe, dezanîn ême lew koyley pêşû hebûn kiłołtirîn.

kar dekeyn û řencekeman deçête gîrfanî aẍa û kesîş awiřman wê nada mayey jyanman dabîn ka. eger koylekanî berê be zordarî dexrane sard û sewdawe û le naçarî milyan deda, ême her be xoşî xoman xo defroşîn! be pařanewe û tikakar tê dekoşîn xawen şirket bimankiřn! nirxekeman biřke-biřke û be sûtewe lê westênin.

êmeş le jêr barî wamyan biçemîn û mandû bîn û hemû řojîş taze dahatûyêkî le nwê gizuftî çawman bida. le cyatî sûkbûnî barman deqat karman lê zyad bibê û be derdî sizêfeke çîn ke sartir boman bas deka, her serukewîn û dakewîn. aynde û temen firoştin azadî bîr û baweřîş lenaw deba. ew kesey le řay dîmenî zerq û berqî swaẍî xanûy, le pênaw şîwî naw qutûy -be giftî xoy necîmane- kewtote jêr barî qerz û be hîç terzê řizgar nabê, çi xwa berdare lay wabê azadî le dest nedawe. ew babayey ke şew û řojî bo nîye û nazanê sanewe çîye û hoş û goşî be derbeste deberdestî wirgî nawe û leber sifte îmzakirdin pê řanaga ser buxrênê, kwa helî ewey demênê awiř weser dił û derûn bidatewe û pile û pyawetî xoy wek miro beser katewe. be giftî birader «celal» ew kesane le pyawetî datekawin û ampay ajełî xesawin.

ca ew core xofroşane be dinya, le songey gendexoryewe -ke herçî berdestyan kewê de wirgeborî daxnin- zor pê naçê debne malosî dabeste: milêkî qułe û estûr û lût wek çewenderî sûr û çenekurt û berçêłe be ginc û şoř û tûkepêşeserwerîwî wirg û paşił derpeřîwî ged û gîpałî şil û wil, hemîşe pişûswar û fil. til deden, geławgeł deřon. le cûłanewe dewestin; be newsî xoyan nawestin. her hênde dezanin bixon; ta detwanin çawçinok bin. be fêł be tełekebazî, be merayî û xwazełokî peyda ken û le zigbazî û le tołazî bext ken û hîç wextêk çawyan têr nabê. emane ger řastit dewê bedbextî dinya û qyametin.

ca lêreda qena’etî îslametî ew qena’etey qur’an û xuday qur’an fermûyane -nek ewey be êmeyan gut- derdekewê çend hêjaye.

îslam dełê: to bew beşey xuda detdatê řazî be. çawit le em û ew nebê. çawlêkerî û çawçinokî û êreyî be xełk birdin le mêşk û hoşt derawê. neyfermû debê nedar bît. dełê dara yan hejar bît, pê beqed beřey xot řabkêşe. xot xêwî pyawetî xot be. hewsarî xot mede destî arezûy newsî çinokit. to be azadî xułqawî; xot be wirgî hełmisaw û bergî řengawřeng mefroşe. be pêy twana bixo! binoşe! bipoşe! be hejaranîş bibexşe! endazeş deberçaw gire! xuda le ziman luqmanewe be pêẍemberî fermuwe: «destekanit meke be toqî gerdinit! tewawîş panyan mekewe, bikewye ber tîr û tane û be xemanewe damênî.» wata ne řijd û çirûk be lomet biken; ne ewende desbiław be bitxate sersacî ’elî û çît nemênê.

xwa fermûye wekû xwa beşî toy dawe toş beşî xełkî lê bide! beşî xoşt le dinyada lebîr meke! wata her wek jînî xoşî xot lebîre, komełgakeşt lebîr bê! her wek qazancî xot dewê, qazancî xełkîşt bwê! herwek natewê fêłbazan destit bibiřn, le desbiřînî bênazan têmekoşe! be şukiraney ew hêzey xuda dawye pêt, bo behêzbûnî lawazan xebat bike! îslametî dû řêgey bo dyarî kirdûyn eger bêtû beryan nedeyn bextewerî dinya û dînmanî têdaye. yekem: dełê hênde zêř û neẍdîne weseryek menê û meyşêrewe ke her be pas lêkirdin û bijardinîyewe xerîk bî û bîr le çîtir nekeytewe. dûhemînîş le çawnezêrî û çinokî û xwazełokî bitekyewe. çunke çinok û xwazełok çarî naçar bo namerdan mil şoř deka û ser bo pyawî xořî û tořî deçemênê û pyawetî û qedir û ḧurmetî bo namênê û be kurtî xoy dedořênê.

em qena’etey îslamî řasteqîne, emřoş le kin řoşnibîranî cîhanî şaristanîyetî geşedar zor pesnide. em core qena’eteyan naw nawe sofyetî şořişgêrane (zuhd anqilabîFarsî)! amojgarî miro deken ke naşê bo zêdexercî û lûksibazî û zig zilkirdin xot û dwařojit bifroşî û awřût le řêy pare û parûda biřêjî û pyawetî û azadî jyanit le kîs bidey.

bełê biram! îslamîş her ewey dewîst ke emřoş lelay zanayan zor benirxe. bedaxewe fêłbazan û beřwałet zanay nezanman watay qena’etyan gořî. gutyan qena’et emese bênan û berg û bêpêław bijî û şukiranebjêr bî! tenanet her qena’etyan be hejarî û bê’enwayî mana dekird. layan wabû herkes řût û birsî nebê, xwa nanasê. pirudun û markis, heqyan bû ke em ziře qena’ete naw binên: bêderetanî felsefe û felsefey bêderetanî.

bełê ew hełekaraney be xapandin xoyan kirde řêşanderman û leserman bûne keyxuda, her bewendewe newêstan ke birsyetî û nedarîman lê biken be binaẍey îman; gutyan herkes dûr le xoman, le dinya xoşî bibînê, le bezey xuda bêbeşe!

bo qena’etî îslamî seretayî, řûdawêktan bo bas dekem: le řojgarî xelîfayetî ’elîda, ’asim nawêk kuřî zyadî ḧarsî bibû be goşenşîn û destî le dinya berdabû. kisp û karêkî nedekird her xerîkî nwêj dabestin û do’a bû. ’elî řojêk be tûřeyewe têyxuřî: to şeytan firîwî dawî kirawî be dujminî xot! toq û kotî le milî jin û mindałtida. eger bezet hîç be xota nayetewe, bezet be mindałtida bê! biřo řenc bide! peyda ke! to çon ewey xuday gewre řeway dîwe, ledem xotî degryewe? mam ’asmî sersofîlke ke be xeyał waydezanî musułmanî řast eweye wek řebenanî xaçperist goşegîr bê û hergîz dinyay lebîr nebê, le weramî ’elî dełê: to boçî basî xot nakey? cilk û bergit kone û zure; xorakit hejaraneye. wa minîş çaw le to dekem! ’elî zor be řiqhestawî ber debête ser û gwêlakî mam ’asim; pêy dełê: hey nefamî gêj! min bo wek tom? eger deber nakem, naxom, min fermanřeway ew xełkem. demewê derdî hejaran hest pê bikem; bizanim birsî û řût çonin, be derd û mergyan řabgem. egîna min ne tenbełim, ne le kar xom dedzimewe, ne lam waye têrî û teselî û poşte bûn pêçewaney dînekeme.

birakem! kes û karekem!

ew xudayey min deynasim bertîl naxwa. karî be tikakar û kwêxa û gizîr û kardar û bacgir û bac estên nîye. ne be dyarî bo pîr birdin nerim ewê û ne eger tikakar newê, řêget nada. toş û pîrit le lay xuda wekû yekin; wekû yek dengitan deygatê. xwa małî xoy be małî xełk naw deba: «heweł małêke bo merdim damezrawe».

xuda yarî ewaneye ke yarîdey çînî bêdestełat deden; le ser hejaran dêne cwaw; degij zordaran řadeçin. pêẍemberî řadespêrê xwar û bêbar û bedkaran be dime şimşêr řast katewe. be derdî rodnison dełê: pêẍemberî beçekewe! ca eger ew felezle be tanewe eme dełê, min şanazî pêwe dekem. çunke pêẍemberî îslam wek mesîḧî katolîkî řomî nîye beynî koledar û koyle, zordar û naheqî lêkiraw, dagîrkeranî řomanî û zêd lê dagîrkirawanî felestînî neka û bêjê: gerek giştan yektirtan xoşbiwê. małî qeyser bo qeyser û małî xuda bo xudaye. kes nabê we kes bikewê. herkesê azarit eda do’ay bexêrî bo bike ta serencam karî degate řadeyek dû cendirmey řomî bên û diřkezî deser bipêçin û řepêçî ken bo pay sêdarey dagîrkar.

pêẍemberî musułmanan deser dujminyewe naçê; sizay ẍeyan dedatewe. leser ẍedrêk, cûlekey benûqureyzey qełaço kird. pênciset kesî ser biřîn û laşekanî hełdaşte naw kendałewe. wa êstakê ke ew şîre le kalanda jengawî bû, dujminanman ême bew derde deben û pênsed- pênsed denaw budřiman dawêjin.

wîl doranit le nûsrawêkya derbarey pêẍember dełê: «hîç kesêk le pêẍemberan peyřewanî bo behêz bûn û azayî wek muḧemed řanehêna û hîç pêẍemberêk cige lew neytiwanîwe lem mebesteda serkewê».

pêẍemberî musułmanan bo jyanî piř bextewerî û dadperwerî leser zemîn têdekoşa. karî zor û berhemhênanî řadespard. le małî giłînda dejya û gwêy ne’eda be zerq û berqî bêhûde. hemû jyanî terxanî xizmet be xełk û labirdinî bê’akarî û zordarî bû. peyřewanî gwê be fermanî pêẍember -wek mêjû şayetî deda- zorbey zoryan le berberekanê zordaran newêstawin û gyanî xoyan lew řêgeyeda bexşîwe; ke ’elîş û řołey ’elîş lewane bûn.

bełam qise bo kê dekey?

ew berey le ayîn tere le nawmanda -ke çînêkî xwêndeware- bo peredanî biřway xoy řojnamey hes; govarî hes; nûserî baş, kitêb wergêřî karame, xawenî zimanî paraw, dîwane şê’rî çapkiraw, çîrok û numayşiname û fîlim û setan lew babetey deberdesta, le pesta hêrş dekene ser dîneke. em keriste dijedîn û řengînane be nirxêkî kem û herzan le bazařda des dekewê. kuř û kiçman be hasanî deyxiwênnewe û hêdî- hêdî le mezeb detekênewe.

lewlayşewe ewaney xoyan naw nawe musułmanî xawen îman, wek mêşîşyan mîwan nebê waye. her teqeşyan leser naye. xemî çyane? hezaran tekye û mizgewt û berzek û mînberyan heye. çyan gereke û çonyan dewê, keriste leber destaye.

lem naweda kesanêkî ke degeł minda hawbîrin, têgîrawin. ne enwaye ke bîçnê ne detwanin ewî le diłyandaye derî xen. bêderetan û sergerdan!

be hezar derd û mexsere û çermesere, sîpareyek, namîlkeyek le çap bidem. le giş lawe bertane û şaław dekewm û taławim be demda deken. lawan dełên lem řojgare -ke le çerxî bîstemîn dayn- dîsan basî ayîn dekey? dîsan çîrokî ebûzer?! konekanîş tîjtir be gijmida dên: çon nawî pêẍember nûsîn sełwatî nebê řewaye? kwa ew kesey siławetî tewawî bo nenûsîwe? ta weber darî ḧedî deyn!

êmey ke be xoman êjîn řoşnibîrî xawen ayîn, ebê çî bikeyn? ême bûyne denke genim le nêwan dû berdaşanda qetîs mawîn; her bibzûynewe hařawîn. ne hawarman be kes dega ne kesîş dehawarman dê. her binûsîn, binûsekeman deşkênin. hawar bikeyn, dem û quřgiman dedřênin. biçîne ber her enwayek deyřûxênin. ’asman dûr û zewî sext! çinciřûkman leçî gîr keyn?

daye! bawe! birakem! hawwiłatyekem!

hewłden de qur’an bigen! ta têbgen ke ewey êste latane û latan waye îmane be xwa û be qur’an, dirûs nîye. ’elî amozay pêẍember ne qaremanî çîroke ne bitîşe bo peristin. naynasîn û deyperistîn! ’elî musułmanî řast û xwaperistêkî bêxeş bû. dijî gelxor û załim bû. bo řizgarî çînî çewsaw têdekoşa.

ca bo ewe ke neyaran pêtan nełên şî’egerî deskarî êranîyekane û dayan hêna ta îslamî pê laberin, karêk biken ke şî’etî -bê zyad û kem- degeł manay qur’aneke beranber bê. degeł pêşdaçûnî dinya geşe bika û le hemû dewr û zemanêk behrey bo gel û komeł bê. zanistî tazebabetî mayey pêşkewtin bixiwênin û minałantan bo pîşe û hunerî baş û behreder bo gel řabênin. le dîn û ayînekeşyan tê bigeyenin. ke mebestim le dîneke, fermûdey deqî qur’ane; nek her şîwen û giryane û le xodane û hîçî tir na.

pyawî çabin! tozêk le xotan wirya bin! jîrane bîr bikenewe! ewey êsta ême lêre nawman nawe xwaperistî, fiřî beser xwawe nîye; boye tazelawekanman pêtan dełên: koneperistî bêkare û geme û gałtetan pêdeken. laştan wanebê ewaney her çunke çûne urûpa û geřawnewe û be xoyan dełên řoşnibîr, řûnakbîrin. nexêr, beşî zor lewanîş -wek nexwêndewarekanman- çawbeste û kwêrane dejîn. her ewendey lê dezanin demelaskey řojawayî bikenewe û xoyan wek ewan nîşan den. le babet zanistîşewe, hîçyan debaranda nîye. wata -be naşkurî nałêm- ne kewnekanman bekar dên ne tazekan. ême fêrgeyekman dewê ke barî êsta bigořê. xwêndewarman zîtanetir le komełgakey binořê. hem dînekey -wek le qur’anda hatuwe- aga lêbê, hem le zanist û hunerî xełkî dinya xeberdar bê.

ême debê azad bîrkirnewe, azad jyan bixeyne mêşkî xełkewe. karêk bikeyn lawekanman wêray karwanî şaristanîyetî geşedarî em zemane bixeyne řê û neşhêłîn dîne řastekey -ke xwa û qur’an fermûyane- ledes biden. qur’anekeş nekeyne telîsmî dêwan; laman wabê hîç kesêk naşê bîzanê.

bawe! daye!

em dinyaye -ke êwe lêy bêxeberin- zor gořyawe. dujminanman zor behêzin. eger êmeş be bîr û biřway tazewe xo nenwênîn bergey lêşawî řojaway zana û çawçinok nagrîn.

ba řapeřîn. řapeřînêkî şořişgêř. be xwêndin û bîrî azad, êmeş xoman wek dujminekan behêz keyn. ta hel mawe ew toze dîne û jîneman -ke lamawe- biparêzîn. egîna hêndey pê naçê ewey êsta nawman nawe dîn û ayîn detwêtewe û şwênîşî kwêr debêtewe. ewsa hezar ḧeyf û pekû be pûlêke û peşîmanî behre nada.