koneperist û řoşnibîr

Li pirtûka:
Çwar Namîlkey Elî Şerîetî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 20 Xulek  1093 Dîtin
koneperist û řoşnibîr

wek dezanîn ême emřo bew kesaney ke biřwayan be qisey piřupûç û bin şiř heye û be afatî xerafatewe gîroden, êjîn desey koneperist ke min beřastî nazanim. be biřway min bew piřupûç peristane, debê bêjîn: dûrehest û gwêrekey gêj. ew kesaneş ke dujminî xerafat û piřupûçin, têgeyştûn ke xerafat komełga leber yek deba û zyanî jyane û gerekyane bitojnewe ke em aho mirokuje key hatote naw komeł û çon cêgey xoy kirdotewe û çonî bîr le řasteqanî lebîr xełk birdotewe? çon twanîwye serçawey řûnî dîneke şilwê bika û ser le merdim bişêwênê? be zanayî, derawekan řûn kenewe û serçawe beser kenewe û bizanin ayîn le pêşda ke peyda buwe, çon buwe û boçî way beser hatuwe? têbkoşin cemawerî xapêndiraw ḧałî biken. wata derdîş binasin û dermanîşî bidoznewe û derdî nezanîn çare ken, detwanîn bewane bêjîn řoşnifikirî xawen behre. keçî êsta le nawmanda desteyek hen hîç agayan le řabirdûy îslam nîye; nazanin qur’an çî têdaye. hewłyan nedawe bizanin seretay ew piřupûç û xerafate le kwêwe serî hełdawe. her dezanin gałte bew merdime biken ke baweřyan bew piřupûçane heye. layan waye be geme û gałte pêkirdin debřêtewe. be xoşyan êjin řoşnibîr! deysa min em terze kese zor be tarîkbîn dezanim û degeł kabray sawîlkey bestezmanda ferqî nakem. herkyan wek yek bêçaren û hîç karêkyan le dest naye. sawîlkey nexwêndewarîş wek ew le qur’an nazanê û nazanê xwa çî fermuwe. her lewsawe sawa buwe û taze zimanî girtuwe û gwêy bo qise û bas girtuwe, pêy gutrawe řê û şwênî îslametî, biřwa be xwa û be qur’an û ḧec kirdin û zekat dan û ’elî û ḧusên xoşwîstin û çawenořî îmamî zeman kirdin û pena birdin be merqedî îmamzadane. bêçare têgeyendirawe ke pyaw ba musułmanîş bê, ba herçî fermanî xwaşe pêkî bênê, dîsan le baregay xuda wek çiłepûşêk nanwênê û zorḧesteme dengî be xuda řabga. řêgay çarey her eweye pena berê be yekêk lew pyawçakaney ke le xudawe nizîkin. ewan boy bibne tikakar karî çake û le jêr sayey ew gewre saye çewrane parû deřon hełdekêşê! lem barewe hêndey degwê axnirawe ke ew nezane lay waye her destêkî le damênî tikakarêkî wa gîr bê, îtir besye. ba serpêçî le fermanî xwa kirdibê, ba małî xełkî xwardibê, ba herçî dełên le şer’ û qur’andaye neykirdibê, girîng nîye; tikay îmam û pyawçakan defryay dê; řêge nada berpirs û ḧîsab bikewê û ’edałet şwênî xoy bigrê.

eger fiłane îmandar le xezada be kuşt çuwe û şehîde û deçête beheşt, em -ke tikakarî heye- be bêşeř û xo bekuşt dan detwanê piley çend şehîd bedest bênê. wek lemewberîş lêy diwayn be fermayştî mam axund firmêsk řiştin bo ḧusên bese bo çûnî beheşt û derecey şehîd sandin û xodzînewe le siza û lêpirsînewe. ca bew pêye herwa tozêk serinc bide û em dîmene bêne berçaw:

rojî zîndû bûneweye. hemû gyandar le meḧşer kobûnetewe. çak û xirap hawîř dekirên. bang le şehîdan kirawe řîz bibestin; heta çakey serdinyayan bêtewe řê û padaş le xuda wergirin.

şehîdanî xezay bedir, ’elî, ḧusên, hemze, ’ebbas, ḧuř, ce’ferî teyyar, enes, xebab, yasrî ’emmar û hîke le řêz yekewe wêstawin. çend koneḧacî xomałî řezagranî xwêntałî keçełî zig derpeřîwî belere leber bez û pîw, tezbîḧ bedest le tenîştyanewe wêstawin, çaweçawin kengê mîdałî şehadet le firiştekan werdegirin.

wa min be xeyał ḧacyekî hełdebjêrim ke her bizey simêłyetî û gałte be kilkî xoy deka. deçme tekyewe û deydiwênim:

- selam, ḧacyaẍa gyan, xêre? çone teşrîfit lêreye?!

- padaşî şehîd werdegirim.

- to le kam xeza beşdar bûy? degeł kê řa şehîd kiray?

- ay baba wazman lê bêne! xezay çî û şehîdbûnî çî? şewêk hêndem

fesencûn xward, giriftim pê kird û mirdim!

- bimbûre eger lêt pirsim çon defermûy padaşî şehîd werdegirim?

- wełła perjîn bê le řûta; bîlamanê. ew şewey ke têyda mirdim yekşeme bû. şewekey heyniwî řabirdû ’usiłim kird û çûme nawcê. do’ayek heye melayek fêrî kirdûm û deyfermû herkes le şewî heynîda ḧeftacaranî bixiwênê, xwa le qyamet derecey ḧefta şehîdî xezay bedrî xełat deka. be biram biłêm her lesercê ḧefta keřet do’a borim xwênd û nûstim. her serim le goř hełêna, pyawanî xwa hatne şwênim; gutyan were! wamzanî demben ḧîsabî fesencûnim lê dekêşin. bîrî mirdinî xom dekird. bîrî ewendem nedebird ke min xêrî do’ay gorînim pê dega. wam debînî be derecey ḧefta dane şehîdewe lay emaney ke her yekey be şehîdêk dandirawin řawêstawim. hîç dezanî çone be yek şehîd řazî bûm û piley şêst û no şehîdim le defter qełem kêşawe?

- adey bizanim leber çî?

- leber diłî îmam ḧusên. nazanî çendem xoş dewê. wek dezanî em îmame nazenîne degeł ḧeftawdû kesda le xizim û kes û yaranî le xezaye leser deştî kerbelaye şehîd kiran. her yekyan be şehîdêk danrawin. ca min bo ewey îmamî xoşewîstim bezeyî be xoyda neye û neşkêtewe, witim minîş her be şehîdêk ḧîsab ken. minîş wek ew. çakim nekird?

- aferîm bo marîfetit. webał bestom pyawetît kird.

êsta boman heye biłêyn ew borepyawey lay waye do’a leser cê bixiwênê, bêderdîser û mandû bûn le beheşt pał dedatewe, kunî do’ay gum kirduwe. bestezmane û fêłbazêkî pyawxełetên awa le xiştey birduwe.

bełam eger xwêndewarêk ke be xoy dełê řoşnibîr, lay wabê hełxełetanî ew sawîlke nezanane û fermayştî fêłbazaney ew axundey ke do’a firoşî deka biryetîn le îslametî řasteqîne û herkes biłê musułmanim wek ewane û debê gałte be eqłî keyn, be biřway min ewîş wekû ḧacyekey basman lêwe kird řêgey řastî lê têk çuwe; çunke herdûkyan le řastî bêxeberin.

řastit dewê derdekeman dû sereye: wa le layekewe deybînîn setan sałe kolkemelay gwêneder û ḧeşamatî nexwêndewar û kołewar le naw lîte û ciłîtawî piřupûçda detlênewe û řoj le dûy řoj pitir nuqmî zelkawî xerafat debin. lem laşewe çînî taze pêgeyştûy lawman heye ke le lawe yan le nawxo dersî lawekî dexwênin; xoyan naw nawe řoşnibîr. her yektir denasin û bes. çîẍyan be lay cemawerewe girtuwe. le zankoda le serpeřî govar û řojnamekanda, be wişey nîwe bêganey řeq û dijwar, be şî’rî nwê -ke her bo xoyan têy degen- her le pesta gałte bew merdime deken ke firîwî axundekanyan xwarduwe. nuktey seyr hełdebestin; qaqa pêyan pêdekenin! kesîş nîye ew benaw řoşnibîrane têbgeyenê ke êwe bo geleketan lew axundane kemtir nîn ke êwe gepyan pê deden. êwe eger be řastî diłsozî gel ban, debwaye le cyat pêkenîn boy giryaban.

kabray bestezmanî nezan lew řojewe ke pay xistote dinyawe be xerafat guş kirawe. bew bîr û biřwa nařêkey be biřway to gałtecaře, bangî be gwêda lêdrawe û her bemeş firiçk kirawe. çon fêr kirawe, wa jyawe û ta deşmirê herwa dejî. ew lay waye qur’an û îslam û îmam her eweye ke axundeke gutûye. çon bizanê ew řêgay ew girtûyetî řêgey xuda û qur’an nîye?

mamosta řoşnibîrekey tazekûreş ke debwaye zor baş agay le dîne řastîneke ba û ewsa be hêdî û hêmnî û leserxoyî kabray sawîlke bidwênê û be zimanî xoş lew hełekaryey derbênê û bîxate ser řasteřêge, řep û řast pêy dełê ker û hîçnezan û le řûyda deḧîlkêtewe!

çon wa debê? çon heq nedeyn bew çîne nexwêndeware ke derbarey ew tazekłane bêjê: polêk minałî herzekar, serêk çûne kafiristanî, pît û letêkyan xwênduwe; îtir xoyan lê gořawe. dînekeşyan dořanduwe û hatûnewe. êsta wezwanê şeq û şiř, piř le wişey řeq û dijwar -ke tenanet axundî awayyekeşman ser le manayan der naka- tîz û gałteman pê deken; we dînekeman exenin. çar her emese deryankeyn yan hîç newê xomanyan lê dûr xeynewe.

be biřway min ta wa bîn û řoşnibîrman kirde û akaryan eme bê, hezar sałî dîş lem şwêney ke êstay têdayn çeqîwîn. nezanekan herwa nezan demênnewe. le cyatî awiřdanewe ser îslamî řasteqîne û qur’an xwêndin be manawe, do’ay mela dexwênnewe. layan waye dinya her emey têdaye û sermayey dway mirdinîşyan dengî be xuda řanaga; gereke dajdarêkî bê ke xoşewîstî xudaye ta bîbate baregawe. ew pena û tika û řecayeş çend pileye: to leber axund wepařê! ewîş do’at bo le îmam bika, îmam be xwat binasênê û tikat bo bika û biçîye beheşt.

ta axundîş dête serbar ke em kare encam bida, eşê tozêk xot buxrênî û dyarî û myaryekî bo berî. qyametîş kebabxaneye! çendî bidey hênde dexoy.

toy řoşnibîr ke le serte em kabra nexwêndeware têbgeyenî: xuday gewre le qur’anda řê û şwênêkî bo danawîn; herkes tozêk lêy labda, sizay deda. îtir bertîl û tikakar hîç karêk le xuda naken, lomey dekey? ber teşer û taney edey? surmey deçawan nakêşî, kwêrî dekey?! dersî dade! aza û pûkî pê nîşande! ba ew bêçare têbga řêgay řizgarî kameye; çonawçon destî biřawe û jyanî be fêřo dirawe. mesel dełê: to sikey zîwî xot derxe! gałte be qoşey min bike.

le paş mirdin hestanewe

bedaxewe ew çîne serbemêzerey nawman lê nawin řoḧanî, destyan dem kareş werdawe û be qazanc û behrey xoyan, çerxyan dawe. bo xoyan ke zor xoş bijîn, qeydî nîye! bełam wayan birdote mêşkî êmewe ke eger dinyaman dewê, gereke ewlaman newê. ebê jînî serdinyaman cehendem bê ta lew dinya çawman we beheşt bikewê. ba be wirke nanî řeq û keřû hełênaw xo têr keyn; be tałî û swêrî řabwêrîn heta demrîn. ewsa pêxorî çewr û zor mezedar û turş û şîrîn le beheşt çawenořmane. em qiseyeş dijî ayetî qur’ane ke fermûye: «bêje! kêye ew şite cwananey xuda bo bendey xoy dahênawe û ew řizqe xoş û betamey detandatê, pêtan dełê nařewaye? bêje! ew hemû xuşîk û xoşe xwa bo ewaney danawe ke le jînî serzemînda baweřyan be xwa hênawe û le řojî hestaneweşda her deyanbê.»

pêẍemberî xwa fermûye: «wa koşiş bike bo dinyat lat wabê hergîz namrî! waş bo ewlaş xebat bike webzane her sozî deřoy!».

dînî îslam diney musułmanan deda zewî û zarî zor bikêłn; baẍ binêjin; le berhemî şan û bahoy mandûy xoyan beřê biçin. çawyan le destî kes nebê. peyda ken û le řay xuda lêy bibexşin. ewaney dełên her kesê le dinyada berbeła bê le řojî hestaneweda keyfî saze, ḧîlebazin; bo xoyan le dinya sazin û nayanewê kes byangatê. lêt řûn bê xoperistin û hîçyan xuda naperistin.

pařanewe

pařanewe û niza û do’aş le layen be dîmen zanay kemzanewe le řêgey xoy ladrawe. dełên bende leseryetî xoy wek pûşêkîş nezanê. hergîz nabê biřway wabê ke hîç karêkî ledes dê. eşê bo hemû awatan destewdamanî xuda bê. keçî berawejû boy çûn û tênegeyun.

niza espon û aw nîye pełey pîsî bişwatewe. kes be do’a û pařanewe natwanê qanûnî xuda berbest bika û sereřay guna bexşînîş, xełat û padaş wergirê.

her lem şarî taraneda, lem řîze witaraneda, řojêk le konfiřansêkda sebaret be îmam secad û do’akanî basêkim kird. le cengey witarekemda hate yadim ke «piřofsor elkisîs karil» derbarey çonîyetî niza biřwayekî taybetî û serbexoy heye ke min zorim la pesnide. lemeř ewîş hêndêk dwam.

katê le parîs damezram bo yekemcar sałî 1338 nûsrawêkî ew piřofsorem wergêřa ke sebaret be pařanewe nûsîbwî. lewsawe çend carêkîtir çap kirawe.

lem axir oxryaneşda, degeł base benirxekey «muhendîs bazirgan»da -ke ewîş her lem babetes- le namîlkeyekî cwanda çap û biław kirayewe.

elkisîs karilKes lay waye pařanewe leber xuda lo binyadem wek aw û hewa pêwîste. êjê niza û pařanewe le gyanêkî piř le tasewe derdeçê. řaz û nyazêkî zor pake le henawî piř haławî ewîndaranî xudawe ser hełdeda. berhemî pařaneweman be diłsozî gyan û dił miştumał deka. somayî deda be çawan; sîsî pê debûjêtewe.

dełê: «nîçeKes» tênegeywe ke gutûye: pařanewe leber xuda nîşaney bêderetanî û destewstanî mirove û pyaw sûk deka. pêçewaney qisey nîçe, pařanewe debête hoy geyştin be baregay yar. le xakit cwê dekatewe û le ’asmanan seyr dekey.

elkisîs karil pêy waye her gelêk lem dinyayeda hestî pařanewey nema, lebeyn çuwe.

wêstê eger keşîşêk emey bigutba dekira biłên bo qazancî gîrfanî xoy eme dełê; bełam hozan û hełkewtey wa benawbang le dinyada bîr û biřway derbarey do’a awabê, her le songey tojînewe lew barewe bo duwemîn car cayzey nobil werbigrêt, naşê bayexî pê nedrê.

lew maweda ke xerîkî wergêřanî do’anamekey karil bûm, wîstim zortir derbarey bîr û baweřî ew nûsere gewre û girane bizanim. giş ewaney derbarey nizay nûsîbûn xwêndimnewe. bom derkewt ke serçawey do’akanî îmanî xaçperistaneye û degeł do’ay musułmanan cyawazî taybetî heye.

do’a le lay xaçperistan bo dû şite: yekê řaz û sikałay diłdaraneye degeł xuda, dûhem daway pêkhênanî ew awat û diłxiwazeye ke xoy destî pê řanaga û boy be ’ezret û taseye. wata niza û pařanewey le dû binawaneweye: yek diłdarî; dû nedarî. bełam niza le îslamda cige lem dû derawane çend serçawey tirîşî hes; be taybetî le lay şî’e. şî’e le dirêjayî mêjû jêrçepoke û azardiraw û çawtirsaw bûn. neyanwêrawe řazî dił be aşkira bidirkênin. naçar bûn xoyan, mebestyan le nihênîda bihêłn û le jêr serpoşa bikoşin. em řazî dił poşîneşyan naw lênawe: teqye kirdin ke manay xoparaztine.

pařanewekanî şî’e -wêřay řaz û nyazî diłdaraneşyan- le barî komełayetî û çerxanî barî řamyarî berew başî û zor mebestî tirî têda. nimûney ew nizayane le «seḧîfey secadyeNava taybet» kobûnewe û be řoşnî dêne berçaw.

zorbey zoryan be supas û sitayş û pesnî xuda des pêdeken. ewsa peywendî nêwanî xwawend û aferîdekanî dête gořê. wirde-wirde bas dête ser erkî serşanî xwaperist beranber be kirdigarî. lewe bewla derbiřînî hestî diłe û nîşandanî zebûnî û derd û azarî komełî jêrdest û hejar û be’azar û derdedare ke zordaran bê bezeyî řeftaryan degeł deken û le nařewa cezrebe û azaryan deden. bêdesan deçewsênnewe; bêkesan dekirûsênnewe.

ewsa daway yarmetî û hêz û bwêrî le xwa deka ke bitwanê berey zordar lenaw berê û çînî hejar û çewsawe le çing bedfeřî xwanenas řizgar bika.

bo nimûne: yek le nizakan emeye: «xwaye! memke beyarîderî zordaran. karêk bike le destim bê dehanay lêqewmawan û hejar û zorlêkirawan bêm û diłyan xoş kem.»

wa debînîn em babete nizayane felsefeşin; basî akarî çakîşin; bernamey karubarîşin. be biřway min pyaw eger le şew û řojda çend carêk emane bêjê, dûsere behre debînê: yekyan bîr le xwa kirnewe, dûhem le fîzubayî bûn û xoperistî tekînewe.

xo nexwaze witnî em řaz û nyaze û em daxwazyane le xuda, le çend wext û çend şwênêkî taybetîda wekû tengî nwêjî şêwan, nîweşewan, berebeyan, řojî heynî, řemezanan, řojî cêjnan, le gořistan, ke pyaw zor diłî naske û le tehî dił do’a deka, le pařanewey demî tir karîtirin.

bełam ba le bîrman neçê min ke witim do’ay şî’e, mebestim şî’ey pêşîn bû. nyazim nizay ewane bû ke wek secad xwaperist bûn. nek ew do’a peřpûtaney ke êsta axundekanman nawyan nawin do’ay şî’e û le řastîşda debû nawyan binên: «tepke bo bestezmanî sawîlke».

ḧeşamatî besezmanî nexwêndewar fêr kirawin be ’arebyekî řeq û teq ew çend nizaye bixiwênin û beheşt le xuda bistênin. le hezaran yek nazanê ewî deyłê manay çîye; em nizaye çî tyaye û xwêner çî le xwa gereke. bełam pyaw le heq laneda; em do’a taşrawaney lem řojgareda bûne baw, dû karî zor girîng deken: yekem bazařî desbiřî do’anûsan webrew dexen, dûhem qur’an le bîr xełk debenewe û kes awřî wê nadatewe.

kabray nexwêndewarî hîçnezan do’ayekî fêr kirawe debê řeşxiwên leberî ka û hergîz nepirsê manay çî? deyxiwênê destîş hełdênê. lay waye xuda dedwênê û daway beheştî lêdeka. naşzanê řast basî berew beheşt çûne yan na. bełam ewende dezanê le hemû kołanî şaran le hemû şwên û aqaran herwa be dîmen axûnde û bebar do’ay nûsrawî xoy bew dîndarane defroşê.

ca eger řoşnibîrekan bem core bore do’aye pêdekenin, lêyan nagirim. bełam naşê wa bizanin do’ay musułmanî pêşûş her eweye û musułmanetî beřastî lem ciřuconganey têda. ew xwêndewarey gerekye le řûy zanistî řastewe řûdawî dewruberî xoy hełsengênê, ewsa biřyar leser sûk û sengînî şit bida û bikirê pêy bêjin řoşnibîr, pêwîste ber le gałtekirdin be dîn, bizanê daxo em dîne le pêşûda çilon buwe? çend destawdestî kirduwe? çende deskarî kirawe? ta geyştote emřoke, lay çend westay naşî řeng kirawe û têk dirawe?

lêm řûne eger ewaney êsta be dîn pêdekenin, bizanin qur’an dełê çî, bizanin pêşewakanî seretay îslam çilon bûn, pênakenin; detwanim biłêm boy degrîn. dezanê tenanet nizay musułmananî pêşîne hergîz basî xoyan nebuwe û pařaneweş coyek buwe le qur’an hełbestirawe. ’elî, fatim, ḧusên, zêneb, yasrî ’emmar, ebûzer, le wextî niza kirdina bo hejaran pařawnewe ke le dest çewsênerewan bêne derê. tûkyan le zordar kirduwe ke yaxwa tertutûna bê! musułmanekanî pêşû hîç kamyan layan wa nebû tenbeł- tenbeł le małexo pałdenewe û do’a biken, xwa hemû karyan bo deka. nexêr; hemû řencyan deda, koşşyan bêpsanewe bû. mandû debûn, ewsa leber qapî xuday xoyan laremil depařanewe ke lew karey destyan dawetê seryanxat.

pêẍember-hezaran dirûdî xway leser- le cengey cengekey uḧud, wek zanatrîn fermande le dinyada leşkirî řahêndirawî fêrkirawî meydandarî beřîz deka. deřwanête çek û espabatî şeřyan daxo kem û kurtî heye? tewawî ka. em car deřwanête şeřge; keleber û cêsenger û xeł û çeperî dujmin û şwênî bose dananewe û hêrş birdin, kem û zor deberçaw degrê; hemû şit lêk dedatewe. eger şeř dirêjey kêşa be kwêda azûxey bo bê? çon destî be aw řabga? çon řêgey azûxey dujmin berbest bika? çon řê neda bigene aw, le tûnyan tengetaw bibin? paş ew hemû karubare, ewsa destî pařanewe berew ’asman biłind deka û leberxiwa depařêtewe: «çyay uḧud le çyakanî beheşte; xoşman dewê. ewîş êmey xoş gereke. xwaye! karêkî wa bikey kêwî uḧud be sûdman şayetî bida ne le dijman».

îtir neyfermû «xudaye! em çend sofîlkey tenbeł û espêwin û lagup kułkinî bê huner û cewherem ko kirdotewe, ke qet şeřyan nekirduwe û bo jêrdestî goş kirawin û be bêhestî û xoperistî jyawin; be gewreyî xot swênd dedem le ser dujminî piřçekî řêkupêkî pispoř le ceng û xawenhêz załyan bikey! xwaye êmey ke her pêkewe şeřmane û germe bazařî geřmane û herkesêk pêman diłsoze û nyazî waye pêşman bixa, berlewe hengaw hełênê xoman qaçî debřînewe, berlewe dujmin bigatê xoman çwar nîxey dekêşîn û kewłî dekeyn, bîke be xatir ḧusên û minałe wirdîlekanî le bełay ew bêdînane binparêze!».

’elî le pêş supay layengiranîyewe -ke amadey çûne cengin- do’a deka: «eger êmet beser dujminanda zał kird, dedłiman nê ke le xobayî nebîn û zułim le jêrkewtû nekeyn. eger derostî dujminîş nehatîn û ême şikayn, be şehîdman le qełim de!». ḧusên ke bo řezay xuda, bo parêzgarî le mafî řeway bêçare û nizaran, bo bûjanewey řê û şwênî řasteqîney îslametî degij zordaran řadeçê û gyanî xoy û xizim û kes û xaw û xêzanî bext eka, le dwa dema, le katî awîlkedana, lawêçêk le xwênî geşî leşî berew ḧewa depřijênê û be nizawe xuday banî ser dedwênê: «xudaye! min le řêy toda gyanî xom da; be humêdim qibułî key.»

bełê biray řoşnibîrim! xuşkî zanam! ewane çend nimûneyek bûn le do’ay îslamî pêşîn. nizay ewan xişt û xałî nahumêdî řademałî; xewxewî wexeber dêna; diłî sîsî paraw dekird; xebatî berew awatî fêrî berey damaw dekird. nek lew tuxme wîrdane bûn ke êsta boman denûsin: herkes le bin lêwanewe em çend řisteye wexwênê, xwa derecey çil şehîdî wek şehîdanî bedrî pê debexşê.