’îrfan

Li pirtûka:
Çwar Namîlkey Elî Şerîetî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 30 Xulek  2157 Dîtin

manay ’îrfan be têkřayî karî kesêke deyewê xoy binasê; çî hênawye? bo hatuwe? bo kwê deçê? debê çî bika? hewda û mewday ałoz û piř girifçinkî dewruberî, le ban serî, lem zemîne pan û poř û berîneda bipşikinê; seretay bidozêtewe; yek lay ka; girê kwêrekanî řaka; be maşer hełîkatewe; be ’eqił lêkî datewe; mewday ew hewdaye çende? le kwêřaye û heta kwêye? kê řistûye? kê xistûyete ber destî pelewer û caneweran bo çîne û lane û leweřan? be kurdî û kurtî kesêkî le dûy řasteqîne wêłe û ta hemû şit debinc û binawan neka oqrey naye, pêy dełên; xawenî ’îrfan û ’arf.

řojawayî nişînekan dełên: zêdî ’îrfan řojhełate û řastîş naken; çunke zanist be daniste ser be hîç mełbendêk nîye. bigre hemû ser zewîn û jêr zemîn û pey derya û ’asmanî şîn û berzîş bo ew gelêk tengebere û begêře tya deguncê. detwanim biłêm naşguncê. hoy ew hełe zileş řûne: dewranî kewnaray pêşû (her zû) řujhełat lankî zanyarî û jyarî bû. danîştûy nîwetopełî xorinşînî ewsa - le zanista - kwêr û kutir û kołewar bûn; le jyar û şaristanyetî quşqî û neban û bêzar bûn. ew demaney ewan le gwêy gada xewtûn, zanyarî be ’îrfanewe le meydanî xawer zemîn gałey bû; řimbazî dekird. her boyeş dew qorte ke kewtûn ke ’îrfanî řû le řojawa nenasraw - be day û baw - be xorhełatî binasin; egîna ’îrfan wek gutman pajê girîng le siruşte û depał hemû kesda heye.

be biřway min darwînîş - ke le ser bîr û baweřî mak peristî ew hemû tewsey têdegirin - be hêztirîn bełgey ’îrfan degîrfanî ’însan dexa. ew kabraye be zwanî zanyarî dełê: řwek û gyanleberekan, le řêy mak (made) û erkî endamanî leşřa (fîzîwlujîk) pêgeyştûn. řwek (nebat) řûy kirdote zor bûn. paşan makjî (amîb) û gyandarî tir hatûne dî. her tîreyek wirde - wirde berew tewawtir bûn çûn û ewsa miroy seretayî - ke le hemwan teyartir bû, begzadey naw meymûnan ḧesaw dekira - heraştir hate kayewe. bere - bere mûy lepî û destî hełwerî; twêłî firhih bû, hate pêş; çeney berew dwawe xizî; kilkî peřî; le ser cûte pê řawêsta; êsta naw nirawe ’însan.

ca ba ew car serinc bideyn ke be şwên ew qonaẍeda, çî miroy le xizmekey xoy - ke meymûne û terḧîşî le meymûn eka - hełdawêrê û fermanřewayî awayî pê despêrê? bêguman hestî ’îrfane.

her ew meymûne kułkewerîwe bê kilke, le sereta - le xorhełat yan řojawa ya her şwênêkî tir jyabê - le wiçan û pişûdanda be ‌lanî kem bîrokêkî le metełokey jîn kirdotewe. be pêy mijî baş nemeywî û hizir û fikirî negeyîwî xoy, berew kangay birdotewe û be xeyał hełîhênawe. bełan çunke zor sawîlkaney bo çuwe, nirxî nebuwe û bayexêkî pê nedrawe ke le dwařojêk kom bikirê û fêrgeyekî bu dabnirê û îzmêkî de kilkî bixrê; egîna her ew miroyey kiřnoşî bo berdêk, bitêk yan şitêkî tir birduwe, daway komek û yarmetî lê kirduwe, core ’îrfanêkî hebuwe ke êsta le serî nakeyn.‌

geşanewey her ayînêk be geşey peyřewanyewe bestirawe. bo nimune: ayînî hêndok řadenêm. heta sed sał le mewberîş gaperistî le berçawî musułmanan ewpeřî pestî û bê hestî û bełgey gêlî û nezanî bû. keçî êsta kitêbî wayan derbarey dînekey xoyan danawe ke be xwêndinewey şad ebîn. kitêbî wan zor le kitêbî musułmanan - ke derbarey îslametî danrawin - bepêztirin. radhakirîşnan derbarey pîrozî ga û peristinî, kitêbêkî way nûsîwe ke êmemanan ta êstaş le meř bê şerîkî xudaş nûsrawêkî waman nîye! cige leweş zor le zanayanî hîndî sebaret be xudakanyan - ke hawbeşin û hêndeş zorin dejmar nayen - şitî emende be nirx û pyaw řazîkeryan nûsîwe ke lewpeřî berzîdaye û serincî xełkî dinyaye berew xoyan řadekêşin. lew barewe webał bestom lemlida ewan le pêşin; ke debwa berawejû ba; çunke hestî tak peristî lanî kemî dûhezar sał le dînî hîndû kontire. bew pêye ba debû êsta - her hîç neba - dûhezar pa le pêştir bayn. bełam çunkîn kewtote berdestî ême, êmeş le pesta berew paş dekşêynewe, dînekeman bote gepcařî henderan. wexte biłêm řoşnibîranî xomałîş lêy bêzarin.

deba ba deynewe ser xet:

hestî ’îrfan wêřay sirişt - wekû cimk - degeł miro hatote ser em zemîne.

- ’îrfan çîye?

- diłxurtye, bizwênî berew zanîne; ke tûş miroy jîr û xawen bîr hatuwe. ’îrfan diłdarî û ewîne; xulyay piştî perde dîne. ta pyaw ewînê neçêjê nebote pyaw. wek mewlewî řomî dełê: melayek ewîndare nebê, gaye û mêzerî le sere! ew şêxe ser tapa şîney bu bîr lew ’asmane pane û em zemîne piř lew hemû terzejîne, sebre xurpe diłî nebziwênê, le ḧandî dîmen çaw daxa û le deng û awaz û sazî hezar terzî nizim û berzî em xokirde xuşîk û cwan û řengîne geşe neka û le lay ba bê û her gwêçkey bo bitepênê û le kirgarî şîrînkarî - ke çîye û kêye - danemênê û bo nasîn û bo zanînî řanemênê, heta êstaş her le cûne meymûnekey pêşîneye; kułkey tułekî kirduwe û hełwerîwe; kilkî kirûzî peřîwe û nawî xoy lê nawîn ’însan.

řastit dewê? kesê tamî ew dilxurtye pak û çakey belada tênepeřîwe û neydîwe, gwêrekeyeke lew deşte bereła; loj - loj degeřê û deleweřê. lewe pêwe hîçî le hîç nezanîwe. eger sed sał temenî bê, nabê biłên xoy nasîwe.

serçawey diłxurtî çîye?

ew miroyey le meymûnî tirazawe û nawî pyawî le xo nawe, nyaz û awatî le jînda hênde zorin ke nek pêkhênanî hemwan, bigre nîwîşî be xokird dabîn nakirê. jîrkirdinewey em canewere dû payey giřugre le wizey xokird bedere.

- boçî?

- çunke xokirdeke wek hołêk yan wek dołêke ke pyaw û ga û canewer û pelewer û geřok û xizok û řwek, têkřa lew řehołe dejîn, yan lew dołe deleweřên.

bełê xokird bo pêkhênanî atacî gyanleberan hatote dî û piř bijîwe; bełam miro, miroy bizoz, xwa defermûy: «miro bizoz dirust kira». miroy çinok û xapînok, be jyanî caneweraney dûr le gořan qinyat naka. ew kone meymûne řûtey ke hestawe û le ser dû pê řawestawe, le canewerî řemekî xoy zor be ziltir dezanê; be fîzewe berew berzyetî deřwanê. le haw’axuřî û awmałî diřinde û çerindey małî - ke îşêke hemîşe pê û toqêke le milî haławe - zor carze; leweřî lê bojo buwe; şitî taze û zorî dewê û kemtirî we dest dekewê. le weřezyan kem - kem degate řadeyek be tewawî em jîney leber debêzê. be qêzewe le xoy û le jyan deřwanê. xoy lew nawe wekû namo û ẍewareyek dête berçaw. bo deretanêk degeřê ke bête řê. beşkem bewêda bigate cê jyanî lem jîne hemwanîye xoştir; xoşî boştir. be çaw, be dił, be çawî dił bo ser çaweyek denořê ke tînwayetî derûnî pê bişkênê. řademênê ta hîç gumanî namênê ke ewey ew gerekyetî lem małe destî nakewê; debê her çonê boy bilwê lem koneçałe derkewê û berew hewarê ser kewê hewakey sazgartir bê. ew hewareş nadyare; berpîware; ’areban pêy dełên (ẍeyb).

ew nadyare le kwêye? nîye? heye? eger heye çonî bo biçê? çonî deqemçî dekewê?

min namewê bikewme persiv danewey em le kwê û çîye û çonane; çunke dekewme naw şîwî sofyaneyekî taybetî û tyêda serim lê deşêwê.

ba lêy geřêyn. eger mak peristan dełên le dûy nedyaran mandû bûn pyaw berew paş debatewe û le baristî geşedarî nizmitirî dekatewe, baweř nakem. min lam waye dway em nihênî kewtine xoy hewênî serkewtine. çunke eger her bewendey le ber çawe qinyat bikeyn, her katê we destî bixeyn řadewestîn. bełam wextê bew nexte çawman piř nabê, bo piř bûnî debziwînewe, em bizozî û bizûtne, handerî têgeyştine û pê pîlkey pêgeyştine. hełweda bûn bo ew şitey ke le naw xokirda nîye, pyaw le kewşen û sinûrî dyarî kirawî le berçaw le xokirda, berew beriztir řadeda. lew hander û tekandereş mebestim hestî ’îrfane.

’îrfan çirayekî řûne le derûnî xawen bîrda hełkirawe; xişt û xałî lêy têpeřîwe û berew beriztir fiřîwe ta řesîwe be payeyek perîş dexewî nedîwe. be fermayştekey se’dî:

em sindime giłîne bişkêne ta bizanî
řemkêşî giş melanî û le teşqî ’asmanî
miro degate şwênêk megîn xuda lewê bê
binoř çi paye berzît? her hîndeye xuda nî

hemû dînêk, hemû ayîn û mezhebêk řojełatî, řojawayî, efrîqayî, asyayî, berd û dar û bit û ga û şeytan peristî, çend xudayî yan yektayî, bin tayekey be ’îrfanewe besrawe. her bîr û biřwa û yasayek ke komeł beřêwe deba - ba ser be ’îrfanîş nebê - pere û pitewî û biřewî be zanist û zîtî û jîrî û akarçakî û dest û dił û dawên pakî û hêz û bekarî çalakî hogir û peyřewanyetî. ewan bekar bin, le kare û geşedare. peyřew xwêřî û bêkare bin, ewîş qirxin û pûç debê û le sûçêk depuçêtewe!

şařê leber miro duwane: yan ’îrfane, yan gîrfane.

ewî le ’îrfan be bêze û le řaman û bîrewerî bo xonasîn řewek û dûreperêze, lewaneye canewerêkî lê derbê zor wirya û zît; xawen bizaw bo diraw peyda kirdin û řabwardin û zał bûn be ser ew xokirdey tya ejît. le kirdey xoşî řazîye. dekirê bew kabraye bêjin: zîrek le canewrîda; nek wirya le mirovayetî. miroy be řast - nek be diro - gerek payey lew canewere dû paye bałatir bê. hoy bałaçûnîş ’îrfane.

’îrfan gîrfan axnîn nîye; le zig zil kirdin terîke; leberîkî dił xerîke: le xoł xwazî wała deka. řadey baristayî hestî bo řastîne dozînewe bała deka. ca ew heste her çendî be pêztir debê, awatî nedyarî dînî le diłda behêztir debê û berew be pyawbûnî deba; ta deyka be pyawî tewaw. ta pyawetîş tewawtir bê, bołe û pirtey le jyanî caneweraney xełkî řemekî zortire.

kewabû, ’îrfan û gîrfan wekû dûtay terazû wan. kê derûnî řûnaktire, tay pare û pul peristinî sûktir û dûr le xaktire. kêş her be meymûnî mawe û her leweřî le berçawe û hîçî tir na, lay awezî řay řastîne dozînewey, parsengî sengînî dewê.

ba eweşman lebîr neçê: ’îrfan bew manayey gutman, hestî řastî dîneweye; ta dînî tê neçênrawe, karî be xwanasîn nîye. zor pyawî wa hebûn, heşin, biłêmet û têgeyştû, pêgeyştû, be bê wiçan le şwên řastî dozînewe hełweda bûn; wekî dîş dijî xuda bûn. dastayuskî, sartir û albîr kamo bo nimûne dehênmewe. yekem nîwe dujminêkî dîne. dûhem xuda û hêzekanî nedyarî her pê çi nîne! sêhemînyan mak periste (matryalîste). dełê ew xwayey ke dełên heye, zay maddeye. nedyarî de’arada nîn. her yekeş bo sepandinî bîr û biřway zor dwawe. ke çî eger be wirdî sernicyan bideyn, zû têdegeyn řegî diłyan bo corê ’îrfan lêy dawe. bełam degeł ’îrfanekey ême - ke xwanasî lê dirawe - yektir nagirin. be biřway min hertik tîryan berew amancêk hełdawe. yekyan ser û berî kirwe û yekyan nîşaney pêkawe.

sartir û hawbîrekanî bełê dełên: xuda nîye, bełam deşłên em wêłî û bê xudayîye bûn û jînî binyademî yekcarekî bêtam û nakam kirduwe. bełam çibkeyn? çarman çîye? xuda nîye û eger neşbû le kwêy bênîn?

to biřwane! katê em core kesane xwa le xokird hełdawêrin, le nedyaran xo debwêrin, em řastyaneş edirkênin ke le songey bê xudayî, man û jîn lem xokirdeda bote mote û xwaxwate lêxet bêtewe. bê kwêxayî le awayî, jyan le pyaw deka be sindan.

gerek be xut û xořayî û berhełdayî jîn řabwêrin. ewîş çi jîn? bêtam û xwê; bênaw û twê; ta serlenwê berew xak degeřêynewe! wata ewanîş hest deken be namoyî le jyanî canewerane - ke pinc û řîşey ’îrfane - bełan dertan şik naben. ewsa puxt û parawekey, derawî demyan way lê dê; çunke dinya bê xudaye; lê pirsîneweyek nîye û le çawedêrî ew hêze nadyaryane be dûrî. detwanî her karêk bikey; heře! were! le seçok danîşe! řabe! çonî xot pêt xoşe wabe! çak debî yan xerap debî? xiřke debî yan swap debî? be dîmen cwanî? dizêwî? ziman pîsî? baş daxêwî? gwê mederê! ew xokirdey geray miroy wek min û toy hełênawe, bê ser û ziman û çawe; neḧesawe; nekîtawe; ne terazû dandirawe; ne dojehe ne beheşte lew bitirsî û be hîway xoşî eme bî. heta dejî heta le ser aw û bejî, be keyfî xot cûtî xotî lê dabeste û lêxuře deşte!

ca bew pêye eger wirditrî keynewe, seyr û semere debînîn. pyawî zana bo le destiçûnî pyawetî eşê bikewne germeşîn! ca çon ewî yarî hejar û damawan deka û le řay řizgarî gelanî bext kewtûy jêr çepokey çawçinokan gyanî xoy be qurban deka, degeł namerd û milhuřî sitemkar û řijd û qirpok - ke bo sûdêkî bêhûde hezaran mał wêran deka - pak le pak bin?!

lem base boman derkewt ke řoşnibîranî zorzanî xwanenasîş atacyan be xwayek heye; bełam dełên be daxewe nîye! layan waye eger bwaye kar le cêyekî tir debû. tirs le xuda û homîd be xway dijî pestî û řastî pesind, debû pêwdanêkî zor cwan bo ’ademî û temî xemî bê şwanî le ser deřewî.

serinc bide! eman dełên: eger xuda heba, baş bû. ’îrfanekey xoman dełê: eger hebwayey pê nawê; heye û başe.

awat xwazî bo bûnî xwa degeł dan be bûnî xwadanan, her dûk berhemî ’îrfanin; her dûkyan miro le cîhan ẍeware û namo dezanin; keçî be barêkî dîke wek zanîman lêk nebanin.

em dû ’îrfane lelay min wek dû pyawin, le çołêk řê lê şêwawin; le tûnyan aram lê biřawin; tengetawin.

le piř û nekaw kêwêkî řijd û kirałyan dête berçaw. lê biřawin we serî kewn beşkû lew dîw kanîyek, çênkeyek, zineyek wegîr kewê, kułî diłî tîngyanî pêwenîşê.

yekyan - ke qoçaxtir buwe - serkewtuwe û dest le berçaw dyare bo şitêk deřwanê û şwênêkî bedî kirduwe. yek milî le hewraz nawe; le nîwey řêda westawe; lew biřware qetîs mawe; wizey serkewtinî nîye. dageřanîş zor girane. pêşû pêdeştî nasîwe, wişkaroye. naşzanê dîwî nedîwî em keje serkeşe çone. awayî û awî lê heye? yan ewîş her wek êreye? dûdłe û karî muşkułe; wirey bizawî berdawe.

ca em dwane her çend be yektir negeyun, bełam herdûk la têkřayî le nizmanî nişînekan beriztirin.

be biřway min lem naweda ’îrfane kewnekey xoman lem terze ’îrfane taze le pêş tir û bekêştire. le bîrî awêtey ayîn, hewîrêkî zor be pêzî řenêw hêna, tekîda belay xudawe. pêwdanî bo akar dana; çak û xirap û pak û pîs hawêr deka; girarî xoy pêş lênan danbijêr deka. bo kar çakan padaşî baş řeçaw deka. pyawxirapan be herugîf xwêřîle û bê ziraw deka. dijî miroy pet pisyag û berhełdaye.

xo eger diłxurtî ’îrfan le derûnî pyawda nebê, miro wek berd û swałetî bê hest û xust û nizim û pest, dejê û demrê. wa debînîn şaristanyetî emřoman - ke bê xuda hat û heraş bû - bote kumełgay zor teyar; bełam piř le çend diřindey miroxor û bê bezeyî!

pîşe û huner heta bêjî le birewaye û be řastî dewrî bałaye; bełan çunke xuday têda le bîr çuwe, dekirê bêjîn jyar û şaristanî heye; pyawî şyawî temeddunî têda nîye. keçî ême le pêşûda zor pyawî zor şyawman hebûn. daxekem komełgay ewdem paşkewte û serewnxun bû!

gutman ’îrfan (bîr kirdin le bûn û neman û le şwên řasteqîne geřan) miroy le canewerî tir cya kirdewe; bełam hergîz xoy lê cya nekirdewe.

le řojhełat, ke dîn dahat ’îrfanîşî têkeław bû. dîn le çaxî sawayetî û le tafî xurtayetîda awêne bû bo xonasînî binyadem; bo şandanî řay hawbeşî û jînî bê xem; dijî yasay çînayetî, dijî dagîrkerî û sitem; bełam wextê besałda çû, bû be dardestey zordaran û tewezelan û bêkaran, le dijî kiz û nizaran.

mêzer be serî xapêner - be nawî çînî řoḧanî - xoyan le ‌gel heławard û bûne çînî bałatir û be jyanî tenbełî dejyan. bo parêzgarî lew jîne tewezelyeş nyazyan be parêzgaran bû byanparêzê. parêzgar le çînî hejar, debê milhuř û zordar û nalebar bê. naçar debû wek boxoyan le ser areqî nawçawî bê zor û damawan dejyan, obałkêş bin bo zordar parêzgaryan ke detwanê bixiwa û bikujê û netirsê. kakłexoşey dînekeyan le naw bird û piřyan kird le piř û puç û xerafat û mêşkî bêçaranyan tezand û dinyayan kirde hî xoyan û be dem beheştyan debexşî. her kesîş bîgutaye lel, be fermanî mam řoḧanî kafir bû; deçuwe cehendem.

çînî çewsawe û berbêgar, çarî naçar bo sandinewey mafî lê dagîrkirawî - ke gewherî azadîye û xwa û siruşt pêyan bexşîwe - řapeřîwe. ew çîne çewsênerewey le jêr nawî gizîrayetî xudada hemû mafî lê dizîwe, le beranber xoya dîwe û pêy zanîwe ew toq û kot û zincîrey be nawî xwa û ’îrfan û dîn le pel û milî haławe, le kêweye. îtir bêzî le dîn û ’îrfan û xudaş hestawe û tûřî dawin. małim heqe heqyan buwe.

- boçî?

- to xot bîrî lê bikerewe:

kabrayekî azadîxway urûpayî têgeyştû yan řeşayî ke debînê keşîşe kwêxadînekey her be dem - be nawî mesîḧ û miryem - xwênî demjê, êskî dekirûsênêtewe! yan ew îslame řemekyey ke her çend deka û dekirênê le bêgarî mela û miftî û axund û ayetułłayan hîç sat û dem pişû nada, her tozêkîş lîçî lê bika be lada û wirtey le dem bête derê û biłê boçî?

basî serye û mêzer beser deykene dujminî xuda û be nawî dîn fitway kuştinî der deken û çermî le dar dehałênin. bestezmane le ser ew çermeserşiřa çon detwanê le încîl mîncîl biřwanê yan biçête ser qur’anê û manakeşî baş bizanê, daxo xwa derbarey miro, derbarey mafî azadî çî fermuwe? ewsa eger řwanîşî çî? ya xo eger zanîşî çî? çon dewêrê kwêxagyan wedro xatewe û diroy beserda datewe? ewa girîman wêraşî demî bibziwê û baxêwê, kam xawen destełat heye hîçî be kiławî bipêwê? zordar û desełatdarîş her xoyanin; yan dest û pê û serbewanin. ’asman dûr û zewî sext û ew bedbextey bê beş le jyan û gyan sexte çon şanî hełnetekênê û le her helêka hełkewê, waz lew załmane nehênê?

ba carê le çiłkaw geřêyn ke fêłbaz dełên řûnawe. pê hełgeřêyn ta deçînewe serçawe. ba bizanîn axo řast deken? hemû dînêkî ’asmanî le seretay peyda bûnîda, çîn û mînî tê nexrawe. lew naweşda dînî îslam (îslamî řast) le řast dînekanî dîke lebar û bê bijartire?

dełên qise qise dênê. namîlkeyekim xwêndewe nûserekey xełkî emrîkay latîne. detgut çarde çerx zûtir îslamêk emey nûsîwe. kabra dełê: bextî xoman ke êmey şořişgêrî řast le ḧast yektir kes xoy be ziltir nazanê. ême wa nîn ke hêndêk pîlan řêk xen û hîç kar neken. biřêkman her dahênerbin; ferman biden. zorîşman şeketî kar bin û hest řagirin herçî amojgarîkeran pêy dełên her ewe bika. her yek le êmey şořişgêř her sêkyanîn. karkerî xawen bîr û řayn; bîrewerî le kar azayn; hem şagirdîn û hem westayn.

ba bizanîn îslam çon buwe û êsta çî be be ser hatuwe?

hemû yaranî pêẍember, pêẍemberî xudaş pêřa, her kesey hemekare bû. hem bîrewer, hem pêşmerge, hem mela bû. le mizgewt amojgar bû. ceng ba, pêşmergey bekar bû. katî hêmnayî û tebayî deçuwe mezarye werzêr bû; le baẍî xurma awdêr bû; sarewan bû; zor le tenbełî neban bû.

em çîn çînî û heławêrye, em bezmî çawsaẍî û kwêrye, mela û řoḧanî le bała be bêkarî, çînî bore pyag le çała be hejarî, ew dem - ne zor ne kem - le naw musułmanda nebû. gizîkaranî pasewan, lêy bûne wirçî aşewan! lebrî mêş lê derkirdinî, seryan be gaşe hencinî û moxey îslametyan çinî. wek towî gał û herzinî biławyan kird û qawyan kird: her kes biłê çînayetî le îslametîda nîye, mela û aẍa le borepyaw cuda nîye, wek ew bê îmane waye ke debêjê xuda nîye! ca ew çîne serşîney bałanşîney xoy dawete pał desdar û bote gopałî zordaran le dijî nêz û hejaran, bûne taşerî neyaran û be daxewe xełkyan le dîneke tarand.

bîrî le xwa tekînewe le ewrûpa serî hełda. řût û řecałî çewsawe her lewsawe azadî lê sêndirawe, le helêkî wa xeftawe be gij hoy bedbextî xoyda biçê; ke řewey keşe û meşeşî degirtewe. ta ber le çerxî hejdewe car û bare řadepeřî; bełam ne zor be tewjim. le çerxî hejde û nozdewe çerxî maşên karêkî kird ke nêwanî çînekanî dewłemend û diłmendan û hejar û dirawdaranî zortir leber yek kêşawe û bû be hoy hera û ajawe û ew lêşawe degeł řadanî hejaran, xwa û ’îrfanî taze kurey keşîşanîşî řamałî.

bo wey baştir em baseman řûn keynewe gerek awřêk bo pêş û paş çerxî maşên bideynewe. ber le maşên werzêr zor, kirêkar kem bû. werzêrî řût be sepanî le zemînî zemîndarda karî dekird. zemîndarêk bîst ta sî werzêrî hebû. sepan pênc yekî berhemî miz debird. dûkutîş le pênc kuteke le binetoke û amêr û demenyay gasin û nan û çêştî zibare û ga leweřên û perjîn û bend û comał û bijar û sûraney xerman û hî tir deçû. ew peřekey bo zemîndar le deyan çwar demayewe. ba way danêyn ke têkřayî her sepaney pênc xełwarî řenêw dêna. sî pênc naka set û penca? le deyan çwarî deka çend? xot biłê şêst! bêjîn sałî teřesał ba pitir debû; bo heşta û newed hełdeçû.

ke werzîş řijd û kirał û şikesał ba, xełwar debûne texar û řadey berhem dehate xwar. ewsa ke fî’udał (xan û aẍa û begî qebe) nebû, beşî zemîndar eme bû; debû qinyatî pê bikat. neyşî dekira dû hezar sepan dekar ka û xoy be yekcarî teyar ka. çunke zor zemîndarî dîş le penay ew lasay ewyan dekirdewe û le kirdewe hawbeş zor bûn.

cya lemaneş biřê werzêrî waş hebû xurdepa bû. parçe zewî û cût û nîr û hewcar û mesase û gasin û xişêk û paç û pêmeře û şen û bêł, wata amrazî zewî kêł, herçî hebû serbexoy bû. hêndêkîş patałî doy bû; heng û mamrî bexêw dekird. be hêlke û řon û řîçał û danewêłe û terekał û genim û co û zuřat û gał û çewrî û sipyayî û şîrnayî û teřemaş û teřesazî, xoy desaza û keyf saz û bê nyaz bû. îtir werzêr sepan ba yan xurdepa ba, ew peřekey heşt mangî sał mandû debû; baqî bêkar le mał pałî lê dedawe, deḧesawe. mewda û mawey bu deřexsa awřêk wexoy bidatewe; xoy le naw em xokirdeda tozêk beser bikatewe. bełam le çerxî hejdewe ke pîşesazî perey girt û maşên dahat, karesat le şwên karesat be ser çînî çewsawe hat. berhem yek û sed zyadî kird. kabra sepanekey dwênê ke dexra tenişt maşênê, beşî xawen maşênekey le dû kirde penca û set û dûset û bigre zortirîş. le pêşûda pênc kirêkar le kargey pêław dirûnda eger xoşyan bikuştaye ta êwarê dû cût kewşyan tewaw dekird. bełam be yarmetî maşên deyantiwanî řojê hezar takîş bidrûn. berhem sercem yek û set û ewlatrîş bała bira. mizî kirêkar ke caran le de dû bû, be hezaran narî ’elî, be nîxenîx geyşte sedyek heta dû le berubû; ewî tir xawen kar deybird. zorî nebird tay terazûy behreberan çeqye zewî û řadey bijîwî řenicderan hênd newî bû le tam derçû; dinya bû be dû beşewe: sermayedar û kirêkar.

sermayedar bibû be mar. kirêkarî wek boq û moq û çwêleke řaw dekird û qutî dedan. emcar wek dełên: eger mar mar bixiwa debête hejdîha, sermayedar - ke de pêşda serlengořî hezaran bûn - be xwardinî çêşke û pêşke daneseknan; destyan kird be yektir xwardin. kê zor û zêřî zortir bû, kemzor xor û zorxortir bû. sermayey sermayedarî dirawsêy par û pêrarî, dekirde parwexoşey xo û xoyşî be řûtî û nedarî be komełî kirêkarî hejarî dem le pûş despard. heta dehat berey nedar depenema û sermayedar hełdeqirça û dehate yek. ta kar geyîşte řadeyek şarêk, mełbendêk, wiłatêk - xiř û piřî - debû be koyley zêřkiřî çend kesêk yan çend nakesêk ke be pencey dest dejmêran. ew deste çete bê peteş be kompanî û şîrket û mîrket naw debran. îtir zewî çî û awî çî? řibe û gezî çî û cawî çî? wirdepay xawen zemîn û kirêkarî le mêjîne û konedarakey řût kiraw ser leber têk hełşêldar û bergî karî deber kira û be nanezg we kar xiran. pixo û biřo! hêz firoşî bê sermaye, her kun debeyan nedebû debû biçête ser karî. gwê le mistî maşêneşîn ta êwarê bê pişûdan, bî ser xurandin mandû bê. direnganêk des hełgirê. şil û şeket be larelar, dił piř ciẍar, gîrfan betał, bêtewe mał. małî çî? hêlane pepû! lê werkewê û seket bibê. îtir ew heley le des çû ke bitwanê le ’erz û ’asman biřwanê û bîr le řweştî suruşt û nedyarî û ’îrfan katewe. sermayedare marekeş le xway dewê çînî çewsaw xwa û xoyan le bîr bernewe û xoy bitêk bê, bîperistin; xoşî diraw biperistê û derbestî hîçî tir neye.

bê maye û bê payekanî desxeřo û xapêndirawî gizî û diro, deřon û dên. gyanleberin bełam nazanin çonawçon. kirawne burẍî û bizmar û pêç û morey xawenkar û kerî berbar. ker û bizmarîş natwanê xoy bête bîr. çi cay xeyał le ’îrfan û derd û sindan bikatewe?!

zułim û zorî xawenkarî sermayedarî bê akar - ke wek hewday duremewda her bîkêşe û biney naye û ta dê her zortirî mawe û le pêşû pitir bekêşe - kirdye karê çeqo geyşte ser pêşe û pêwane piř bû; lêy řija. bizmar bew barda wergeřa; ker barî giranî lar kird; bû be hera.

pyawanî jîr û xawen bîr - ke lew bare nalebare be kîne û diłgîr û zwîr bûn - lewlaw lawe kewtine tegbîr. karêk biken ke ḧeşamatî çewsawe be bername xebat bika û çîtir niçîrî řaw nebê. miroy hejar hîç nebê nîwawnîw pyaw bê. çend bernameyek řêkxira. gewgelî pis - pis têkxira. herwa berew dwa çend fêrge û komełe û yekyetî û cifat damezran; diney çînî hejaryanda begij maf xoranda biçin. řapeřîn le dûy řapeřîn xoy denwand û lecer lemperî depeřand û le řûy zordarda deygorand û wek şêrî şeřanî lê hat û destî kird be hêrş birdin.

lem nawe le say melawe dînîş weber hełmet kewt.

- biłê bo çî?

- çunke wek gutman mela û kał, keşîş û ḧaxamî desbiř, naw betałî be dîmen piř, wek dełên: sersûrî bin şiř, le dirêjayî mêjûy dewrî hejar kiroştin û xwênî lawaz firoştinda destyan hebuwe. berey mela bo xoy bibuwe çînêk le řeşayî apore cuda û destî degeł zordaran dijî hejaran têkeł kird û bîlatejbî bibûne tajî řawkeran, kerwêşkyan bo aẍa degirt û hêlke û řonî xoyan dexward.

îtir her kes her komełêk le her cêyek dijî zordar řapeřîwe û bo azadî xebtîwe. kahîn, mubîd, keşe, mela, ḧaxam, malim, şêx, muştehîd, koçek, pîr, xwace, mewlana û lem babetey be naw dîndar û ’alim û le nawewe bê bar û berbad û wêran, wekû kwêran şwên çawsaẍî załim kewtûn, deskêşeke berew kwêy birdûn le dûy çûn. be diro û buxtan û ’edałet xwa, çawyan le zułim û zełałet nuqanduwe. be nawî sebir û qena’et, qeza û qeder û çarenûs, be zimanî lûs, mêşk û bîryan tezandûn û be mar û dûpşikî serpan, be agirî bê amanî ceḧendemyan toqandûn û baskî bizawyan siř kirdûn.

eger bew gifte şîrîn û nerim û řeqaneş saz nebûn û hera û cîq û fîq her mawe, morî kafir û zendîqyan be naw çawanewe nawin û be nawî xwa û řaspardekey qiřyan kirdûn. bełê çînî keşe û meşe û mela, bo çewr û şîrînî xoyan - ke be manî zordaranewe besrawe - le zor lêkiraw û bêçaran bûne beła. le ewrûpa ew çîney her be demî xoy kwêxadîne, ta dwanefes û dwamîn kes yarîdey zor karanyan da; ta be yekcarî le naw çûn û tûn be tûn bûn.

paş urûpaş norey emrîkay latîn hat. serlenwê ’eynî karesat berbîngî azadîxway girt. le her kwê şořşêk dijî dij be gelan û pyawgujanî lasar û salar hełgîrsa, keşe be nawî bergirî le mezebî řesmî dewłet, řû be azadîxwa wêstan bûne serekerî bêstan!

her em core hełwêstaney kewaşořan, bû be hoy dîn daçořanî zorbey řoşnibîranî serzewî û gutyan: wişey dîn û ’îrfan le gîrfanî çînî be naw pyawî dînî hatote der, ta binyademî pê ker ken; tořî xoyanî weser ken; bîrî jîrî û azadjînî le ser derken. kewabû kê gerekyetî azad bijî û bijîwî be fêřo neřwa, ئەەشێ serî sermayedar û zordaran - ke ser be mêzerekanin - pan katewe û tiryakî gelan - ke dîne - her be ser xoyan datewe. mêşk wişk û serbetałn; xwên tałn; êskyan xwatewe. dîn wa be çirûkî derkewt.

’îrfanîş ke destemlanî bû le nasazî xirp xewt. wa êsta wekû debînîn ’îrfan û dîn zor le kizîn. le ser zemîn - megîn le hêndê cêy çepek - derkirawin. tenya le lay hêndêkî kem, be dem kwêxa dînî serupor, çerim û guşînî řû hełmaław, be sawîlkan dewredraw mawe û ewîş her bîna dît twawe û be meredî befrî parçû.