pêşmergeyek

Li pirtûka:
Karwanî Xeyal
Berhema:
Hêdî (1927-2016)
 8 Xulek  769 Dîtin
nêweřast mangî hawîne
hetaw ta biłêy betîne
xor be řûda lêy kewtuwe
zewî le baweş girtuwe
xîzî řê wek polûy agir
daẍ buwe, bigre lew çatir
řoj le asman berbotewe
lew nawçe xoy girtotewe
leber germa, toz û ẍubar
řêy nîye çî tir bêne xwar
herçî gelîy lew naweye
wek dîzey ser niraweye
cebhey êmeş wa wîşkeřo
îtir lêy hełdestê boso
bêcge le germay sûtêner
agirîş deřjête ser senger
nuzey gulley top û tifeng
herdû boy hênawete deng
lew pêşmergey lew cebheye
tenya dû awatî heye
yek dujmin lenawbirdine
ewî tir lêw teřkirdine
mistê aw xwênî sed kese
tenya awit hebê û bese
heye û nîye yek kanîye
ewîş le řûkar gełîye
lewber caş û ’esker zorin
caşk torin, ’esker borin
tîrey tirîşyan legełe
bo pare kewtûne tełe
şwênî kanîyeke pesîwe
le herdûk laman nedîwe
mayey jînî herdûk laye
bo herdûla wek yek waye
řêgaşî dûr û hełdêre
zor lapał û serewjêre
ew řojeş her wa germa bû
teqeş tawêk bû westabû
dû se’at ledway nîweşew
topçîyekanyan hestand le xew
pêşmerge xizane naw senger
caş û ’eskeryan dane ber
agirî topî małwêranker
ne caşî dehêşt ne ’esker
agir de xêwet berdebû
kiław xud bo ḧewa deçû
řoj serî derkird le aso
topî dujminîş kewte xo
herdûk ḧezyay agir piřjên
cebheyan kirde gomî xwên
çend top dehat hêndeş deçû
dûkełyan têkeł yek debû
bedway ewda zor pê neçû
fiřokey dujmin peyda bû
îtir her xwên û term bû
şeř hêndey tirîş germ bû
bomba û top le ’erz û ḧewa
zewîyan agir têber deda
her leş bû goştî birjaw bû
mencenîqêkî tewaw bû
pêşmerge berewpêş deçûn
denaw tozêda win debûn
řeşaş wek kewî serberdan
deyxiwênd bo caşî sergerdan
٭٭٭
nîweřo dehat kil debû
teqeş xerîk bû şil debû
şeř û ewîş řojî awa
gişt egeřan bedûy awa
topçî lêwî xoy heł demîst
herçî detdî awî dewîst
qumqumuke kewtin lewê
kê metarey wîşkî dewê
٭٭٭
tînû bûn yek le yek pitir
metar lewan dem wîşkitir
hemû layek kirdyan be qaw
kê etwanê biçê bo aw?
yekê mêrdimnidałî çiłkin
hate pêşê gutî: emin
gurcê êstiryan daye dest
teneke û têřyan lê hełbest
ẍedarekey kirde şanî
řêgey dagirt bo ser kanî
٭٭٭
şil bûn hengawî hatuço
kat deřoyî bekawexo
şeket û sexłet û tînû
germaş serbarî hemuwan bû
çirkey katjimêr hêdî bû
ewîş řojî way nedîbû
çawman biřîwe řêy kanî
her nebřawe çaweřwanî
herçend serman dêna û debird
diłman her bewe xoş dekird
ferhad dêtewe aw dênê
her kes metarêk diřfênê
lepiř êstirêk hat beẍar
bełam bê kurtan û bê bar
ferhadîşî legeł nîye
ew xwaye eme çîye?
ebê ferhad hełdêrabê
ebê cêyekî şikabê?
beser boseda kewtuwe?
tûşî caş û ’esker buwe?
hîwayek hebû ewîş mird
pirte û bołeyan dest pê kird
kakil le tînwan çiřjabû
le german řeş hełgeřabû
lebin berdê pałî dawe
witî: çî lê neqewmawe
lewê xewî lê kewtuwe
êstirîş berhełda buwe
karî ferhad xo bwardine
ew key kuřî îşkirdine
xemêk tewaw nabê eger
xemêkî tirî dête ser
kuřim dewê pê hełênê
hewałêkî ferhad bênê
her ew seyrî ewî dekird
têkeł debûn serincî wird
kê hêndey hêz têda mawe
bew bê awî û sûretawe
se’at û nîwêk řê bibřê
hêndey tirîş ’areq bisřê
bełam řojî lê qewmanê
pêşmerge westan nazanê
dû kes lewla hestane pê
sirtêkyan kird û kewtine řê
gişt awřyan lê danewe
ey xozge zû hatbanewe
êstiryan hêna ser le nwê
ewanîş çûn ledûy çwê
taze çend hengawyan nabû
řeşayyek ledûr peyda bû
têkřa gutyan eme çîye?
erê ewe ferhad nîye?
yek deygut ferhad xoyetî
ewê řêy hatuçoyetî
ew deygut: ferhad her nîye
řêbwarêke daxwa çîye
yek deygut: ferhadî kwêye
ew le kwê êstirî pêye?
axir çîman kird û kirand
hîçman lewe hełnekřand
dû çarwê zelamêk ledû
zelamîş wek ferhad deçû
kem kem dehat mandû bin çaw
řeşayî hate pêş tewaw
îtir le řast û çepewe
hawaryan kird: hewe hewe
řewîn gincî nêwan biro
pişû hatnewe serexo
yek cê bo lay ferhad xizîn
hemû hatin lêy dawerîn
qiłpey aw ewîş řojî wa
mosîqayh ke dił deba
kê lepî destî teř debû
de ser û çawî hełdesû
bełam lew demeda kuřgel
leber tengawî û pelepel
neperjan ferhad bidwênin
serê lew kare derbênin
xoy ledway aw dabeşkirdin
wiçanêkî hêna kin min
ke danîşt biřêk ḧesawe
neqłekey awa gêřawe
***
katê ke bo ser kanî çûm
řoyîm le bistu awa bûm
hêşte mabûm bo ser kanî
dewr û berî xomim řwanî
lewlay gełî dû êstir swar
bo ser kanî dehatne xwar
zanîm caşin, yan ’eskerin
ewanîş hatûn aw berin
lêk dûr bûyn bełam demzanî
têk hełdengiwîn leser kanî
řûy tê kirdim fikir û xeyał
her ew cêy bew dekird betał
çi bikem? biłêy derfet bênim?
destêkyan lê bweşênim
çi bikem nehêłim bêne dest?
çon xom damezrênim bê hest?
nêçîr hatote ber destim
heł defrê eger řawestim
lewlaş çaweřwanî minin
be hîway dem teřkirdinin
wa hat û le bextî çewtim
lew kareda ser nekewtim
serşoř ebim lelay ewan
gałtem pê deken be hemuwan
gel, naske mawe keme
ew dû diłye, çîye heme?
nabê řeqey řê dagirim
řêy řast bigirim û řabirim
newek ewanîş bixeftên
ewan ber le min wedest bên
êstirim deng da berew mał
ewm nardewe be çwar nał
xoşim dageřam berew xwar
xizîme naw teřaş û dar
min ber lewan be hasanî
xom geyande nîzîk kanî
lenaw teřaşê damezram
geła tenîbûy her çwar lam
pelem zor kird keçî zû bû
min mandûyîşim derçûbû
taze lewlawe cûteswar
gewe û gewe dehatne xwar
lêm nizîk bûnewe kem kem
kirdim ewey debû bîkem
ẍedarekem hêna ser pê
naşzanim çonim bo delwê
hatin heta geyştine cê
bê wey agayan le hîç bê
yekyan caş bû, yek ’esker bû
kiław xudêkî leser bû
her geyştine ser awî sard
tifengyan lewê heł pesard
êstiryan le dar girê da
řext û piştênyan fiřê da
beranberî yek danîştin
berbûne dest û pê şûştin
bełam îtir nobey min bû
ewcar cêy xo derxistin bû
des řêjêkim kirdine serê
herdûkyanim dane berê
’esker pêwebû betenê
her pêy nekira řaş biçenê
caşîş bo lay tifeng hełat
dehat bigořê karesat
bełam mawey wîşim neda
xistim de nîwey řêgeda
be pelepel û çaweçaw
defrekanim piř kird le aw
bew germaye mandû û micro
herdûk êstirim da pêş xo
lewê man kelakî bê gyan
eweş tifengî herdûkyan
bełam eger řastit dewê
diłim baş lêy deda lewê
çunke ew xo dagirtine
heweł têkewtinî mine
ke hatim mangê lemew ber
řêyan nedam biçme senger
wityan ebê şareza bî
carê to bo ewe nabî
katê ḧukmî be’sî załim
zankoyan da ber napałim
hewałekanî minyan kuşt
xwênî «şwan» û «serwer»yan řişt
mizgewt û zankoyan řuxand
hêlaneyan lêman şêwand
qeładzêyan kird xapûr
şeqam piř bû le xwênî sûr
her ew řoje be birîndarî
minîş derkewtim le şarî
şertim kird legeł xway xom
ew řêyey bigirim û biřom
heta pişûm dête westan
çek hełgirim bo kurdistan
her nakesê dijî meye
qet bezeyîm pêda neye
pêşmergêkî gwê le mist bim
ta hem kurdistan perist bim
êsteş gwêm dezrîngêtewe
ew witem webîr dêtewe
«serwer» de gyan ełła dabû
destim denaw destî nabû
degełî dedwam carubar
firmêskîşim dehate xwar
çawî hełêna minî dî
be aramî witî «hêdîNasnava edebî»
ne bigrî ne xot řajêne
bira be û tołem bistêne