nexoşîy jinan

Li pirtûka:
Karwanî Xeyal
Berhema:
Hêdî (1927-2016)
 1 Xulek  754 Dîtin
kabrayek bo desniwêj deçû
îşî zor be peley hebû
pîrêjnêkî dî le řêda
ewîş řadebird bewêda
her çend ke zorîş tengaw bû
çunke pîrêjin nasyaw bû
naçar herwa ke řadebird
sebrêk siławêkî lê kird
řaş newesta leser wełam
pîrêjin yexey girt bełam
hate pêş gutî: bibûre
birakem, neqłî min dûre:
duktur be minî esparduwe
min terkî qisem kirduwe
pêy gutûm ke kes bidwênim
berz ebê piley xwênim
kiz debê řûnakî çawim
têkdeçin dił û henawim
dway ewe swar debê pişûm
dekewne jan sîng û gerûm
jan leserim biřwate der
koxeřeşem degate ser
ca mebestim diłî toye
min ew derdem lêye boye
eger kesêk řûm têdeka
wek to siławim lêdeka
nawêrim xolasey kelam
biłêm «we ’eleykeselam»