peyam

Li pirtûka:
Karwanî Xeyal
Berhema:
Hêdî (1927-2016)
 2 Xulek  764 Dîtin
wirya bin lew dewr û bere, dîsan dengêkî besam dê
bonî mey dê, dengî qaqay serxoş dê, zirîngey cam dê
hîway bextewerî ehat zyad bê bełam dêwezmey şeř
be çwar nałe ewe wek espî serkêşî bê bilam
ẍełfî teřî newnemaman be dasî şeř dedrûnewe
lebin berdan bonî bařût, bonî xwên leser şeqam dê
řûtî û hejarî û negbetî û małwêranî bo ew gele
legeł şeřî birakujî û ledûy kêşey nafercam dê
ta peyamî xoşewîstî dehonmewe, detwêmewe
bełam lelay kursî perist gulle lecyatî wełam dê
lew deşteda zîřey hetîw şînî bêwejne
le koşkî serkirdekanîş bonî kebabî ḧeram dê
nazenînim ew beynane wek perîy hełbest lêm zîze
nesîmîş wek xoy nemawe, yan nayeyan bê peyam dê
siruşt ałoze, şar ałoze, jîn ałoze, gel ałoz
îtir bo seyre ger bestey minîş ałoz û sersam dê
ke řêt le kurdistan kewt hêdî were û hêdî biřo
lêre kêwî kewî deken, diřinde řam û aram dê
lew kurdistane şeřfiroş cêgey nabê pel bibzêwê
witey «hêdîNasnava edebî» witey gele, ke hat wek xetmî kelam dê