tase

Li pirtûka:
Karwanî Xeyal
Berhema:
Hêdî (1927-2016)
 1 Xulek  622 Dîtin
ta biłêy ew şoxe nazî zore, emma boy heye
dwênê tasey key bû, dewrî şîrnî ewřoy heye
peykerî wî meřmeře, keḧlanî wî esto bilûr
bejnî wî tûłî teře, narincî destemmoy heye
her le mestî çawî fîtne řenge berpa bê, dena
xałî bê sûçe û le sûçî lêwî cêgay xoy heye
kospî diřkîş řê le hest û sozî bulbul nagrê
boye wextî guł le dewrî hênde hatuçoy heye
xał le ser goney desûtê û her we řûy xoy nayenê
bê sebeb kes xoy le agir nawê, dyare hoy heye
nek بڵێێ her řoj le hewrî kezyekanîda wine
mangî řûşî ta le êxey dêteder, asoy heye
ew dyar bê lêm, emin seyrî beharim her newîst
sunbulî biskî hezar bendey wekû şewboy heye
gerçî êş û janî amanî nîye tîẍî biroy
tîrî birjangî beqed herdûk biroke soy heye
pirçî cîranî hetawe, řengî zêřî girtuwe
êste koy zêřî leser şan û le sîne goy heye
seyre çon bêçare şêt nabê, we kêwî nakewê
«hêdîNasnava edebî» hênde arezûy maçêkî lêwî toy heye